TEXMÎSEK Lİ SER HELBESTEKÎ NALÎ

Article

Le seray dill be bê aw û be bê qût

Hemû jiyan im umêdî min nepişkût

Le tarîkît ke Zennûn im le gell ût

Meke îxlafî ew we'dey ke fermût

Dexîl it bi m’ ke xaney sebrekem sût

***

Le dîdar it ewey win bû ke hoş e

Şerrî 'îşq e û ewîş mat û nexoş e

Dill im bo to le cezbe û le coş e

Le rût û qûtî wek min rû mepoşe

Ke wesllî to ye qûtî 'aşiqî rût

***

Le henyey ser dû roj it her munewwîr

Be kakolî çemawit da 'eqill gîr

Dill û roîş be xall it debine yexisîr

Mujet qullabî ye hem tîr û hem şîr

Birot mîrabî ye hem taq û hem cût

***

Çiyî zulf û çimay çaw it ke pirs e

Hemûy derd e û le canî min be îrs e

Eto carêk le hîcran im bipirse

Le sindûqî pirrî sînem bitirse

Ke agir ber bidate text û tabût

***

Emin zanîm zewî dill şillt û şo bû

Le kêlgey em hewarman î ne xo bû

Qidûmî to se'adet ko be ko bû

Leber xendey lebî le'lî eto bû

Kewa şekker debarî gull depişkût

***

Be nîgayê le zerre ta kebîrê

Leber samit hemû derwêşî pîrê

Çiyay qelban leber destit hewîrê

Dekey nexçîrî sed dill her be tîrê

Îlahî her bimênê dest û bazût

***

Degîrê roj le taw rûyî peşêw it

îzayi 'îşq e hemû jiyan û bijêw it

Le 'enber erqe cîsm û can û nêw it

Çi şîrîne xutûtî dewrî lêw it

Bellê me'lûme xoşe xettî yaqût

***

Miroy ewroyin le 'îşq û Hêmnî xallîn

Le rawî rû hemû her piyawî mallîn

Le bazarrî meebbet sêwî kallîn

He Nalî bellku bîkêşî be nallîn

Binalle, damenîşe mat û mebhût

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê WEFAYÎ Û DU HELBESTÊN WÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.