ENFAL

Article


14 ê îsanê salvegera despêka jenosîda Enfalê ye. Jenosîda bi navê Enfalê ji teref Seddam û Be'sîyanve 1986/1989 navbera sê sala da 182 000 a zêdetir kurd hatine qetilkirin. 4000 gundên kurda hatine xerakirin. Milyonekî zêdetir kurd ji ciyên xwe koçber bûne, tev bi roja, têhn û bifçî li çolan mane.
Qêrîn û zarînên jin û zarokan erd û asîman dihejand. Belê Emrîkê kerr ev qêrin ne dibihîst. Ewropê kor ev kêferat ne didît. Mafparêzên Însana ên navnetewî tenê masîyên li bejê dayîn didîtin. Sazîyên navnetewî yên Îslamî jî pişt dabûne kurda û di nav ummetê de kurd sêwî û yêtîm mabûn. Tenê Çîya ew hewandibûn. Ji bilî çîya kesek dostê kurda nemabûn.
Seddam û hevalên wî yen xûnmij, bi vê hereketa Enfalê dixwestin yek carê tevê kurda bi taybet Barzanîya bi vê komkjîyê tune bikin. Bi hêzên hewayî û bejî, bi hêzên leşkerî û sifîl, bi hêzên olî û sîyasî û bi tevê qeweta xwe û bi her çeşid silehên giran ji bona qirkirina Kurdan seferber kiribûn.
Li herderê welêt rêyên jîyanê li ser Kurdan hatibûne qutkirin. Bi tank û topan, firfirok û firokeyan, bi hêzekî bêrêje gule û bombe dibarandin li ser serê mezlûman de. Bi bombeyên jehr û kîmyewî jin û zarok ciwan û kal, pez û dewar bi girseyî hatibûne qetilkirin.
3000 mizgeft, 1800 mekteb, 300 nexweşxane, 30 dêr, tevê war û sitargeh û rê û rêbar ji teref Be'sîyan ve hatibûn xirakirin. Xweza, çol û berî tev hatibûn şewitandin.
Jinên Barzanîyan bi salan reş girêdabûn. Lewra goristana ku herin li serda bigirîn stêrka ji çavan birêjin û xweşhal bibin tunebûn. Be'sîyan bi hezaran kes ji babên wana, mêrên wana, lawan wana dezgirtîyên wana tev şevekêde hildabûn biribûne cîyekê ne dîyar bi saxî binax kiribûn. Bi hezaran jinên jinebî, qîzên dezgirtî, sêwî û yetîm paş de mabûn.
Belê bizanibin hew ez dikarim binivîsim.
Dilê bi şewat û kul,
Çavên ji stêrkan şil
qewet û meca bimin da nehêla.
Deka binihêrin dewran çewan digere. Kanê Seddam, kanê seddamî û be'sî. Tev ketine di nêv sergoyê dirokêde. Xuda herdem xezeb û qehra xwe li wan bike.
Em ticaran vê komkujiyê jibîr nakin, Xuda şehîdên jenosîda Enfalê birehma xwe şad û bextewar bike û jibonî zaliman her bijî cehennem...

Abdulbaqî boti 14/04/2020

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê BI NÊRÎNEK DIN LI EFSANA KAWA Û DEHAKÊ ZALIM
Ê Li Pey MELA XELÎLÊ KAL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.