Du Sitranên Dimilîyê Ku Bêhna Wehşeta Li Dêrsîm Jê Difûre

Article

Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Her wekî ku hûn jî dizanin giranîya nêzdîroka Kurda êş û elem û jan e. Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê nivîsa xwe de biçin herêma Dêrsîm û li ser du sitranên Dimilî bisekinin ku bi her awayî bêhna wehşeteke elîm jê difûre, feryad û fîğana mezlûma dighîne ‘erşê ‘ezîm û şahidhalîya jenosîda Dêrsim tîne ziman
Her wekî ku tê zanîn Dêrsim wek wîlayeteke taybet di sala 1879ê miladî hatiye qebûlkirin. Berya sala 1879an herêma Dêrsim girêdayî bajarê Erzeromê bû. Di nav sînorê Dêrsîma qedîm de herêma Mazgîrt, Çemişgezek, Pertek, Gêğî û Kemaha Erzîncanê cîh digrin. Ev herêm ji hêla çemê Munzûr, Firat, Mûrat û Çêrmûg ve hatiye dorpêçkirin û pişta xwe daye çiyayên asê. Wek çiyayên vê herêmê gelê vê herêmê jî bi serhişkî û dijberîya xwe a li dij fermandara di tarîxê de nav hildaye.
Gelê Dêrsima qedîm tu carî hakimiyeta serdestan qebûl nekiriye û bi muxalifên serdestan re hereket kiriye. Ji lew hem di dewra Osmanîyan de, hem di dewra Selçûqîyan de ev herêm wek Otonomîyeke nîvazad maye û bi serê xwe hereket kiriye. Ne bac daye dewletê ne jî hiştiye ku biyanî di herêma Dêrsîm de bibin xwedî hukum.
Di şerrê Yawiz Sultan Selîm û Şah Îsmaîl de herêma Dêrsîm piştevanîya Şah Îsmaîl kiriye. Ji ber vê dijberîyê Yawiz Sultan Selîm cezayeke mezin daye Dêrsîmîyan û qetlîamake giran li ser qizilbaşên Dêrsîm pêkanîye. Hetta ji ber vê sedemê ye ku di vî warî de li gorî rîwayeteke folklorîk çemê Mûnzûr ji xwînê sor bûye. Ji wê rojê virde xwîn adeta bûye qedera Dêrsîmîyan.
Piştî Yawiz Sultan Selîm jî gelên Dêrsîm gelek caran bi Osmanîşyan re serî kişandine, ne bac dane dewletê ne jî hakimîyeta Osmanîyan qebûl kirine. Eger cirmek dabin jî ew jî li gorî dilê xwe dane. Ne li gorî rê û rêbaza Osmanîyan. Nîv serxwebûna Dêrsîmîyan ta nêzîkî destpêka qirnê nozdehemîn domîya ye.
Di destpêka qirnê nozdehemîn de li ser roporên hinek buroqratên Osmanî ê wek Arif Begê Mêrdînî, Muteserrif Celal Beg, Kazim Qerebekir, Muşîr Şakir Paşa û Xalis Paşa dewleta Osmanî bi tedbîrên tundê leşekerî çûye ser ehlê Dêrsim. Lewra van broqratan di raporên xwe de ji dewleta Osmanî bo terbîyekirina ehlê Dêrsimê daxwaza tedbîrên cebrî û xwînawerî dikirin ku di nav wan tedbîran de Sirgûn û Qirkirina gelê herêmê jî dihat ziman.
Elbette daxwaza buroqratên Osmanî bo gellê Dêrsîm ne tenê daxwazên leşkerî û cebrî bû. Buroqratên Osmanî car caran bi nermî jî xwestine ku herêmê qontrol bikin. Di nav behsa tedbîrên nermî de te’lîm, avakirina piran, çêkrina riyan, teşwîqkirina zîra‘et û heywanxwedîkirinê, îdarekirina herêmê bi awayeke fermî ji teref kesên navdarên herêmê ve jî cîh digrin. Bes gellên herêmê bi Osmanîyan ewle nebûne, zêde firset nedane pêkanîna vê polîtikayê. Em nizanin sebêbê dijberîya vê polîtikayê çiye. Dibe ku serkanîya xwe ji şerrê Yawiz Sultan Selîmn û Şah Îsmaîl girtibe. Lewra qetlî‘amên ji ber sedemên mezhebî di zihnê gellê herêma Dêrsîm de bi vegotineke menfî nifş bi nifş hatiye neqilkirin.
Buroqratên Osmanî di raporên xwe ê di derbarê Dêrsîm de bi giranî ji seyyîd, serok’eşîr û ‘eşîran şîkayetdar in. Li gorî raporê wan seyyîd bi saya seyyîdîya xwe tesîreke mezin li gellê herêmê dikin û nahêlin ku Osmanî li herêmê bibin hukumdar. Serok’eşîr û ‘eşîr jî hem di şerrê xwe bi xwetiyê de nahêlin ku herêm ewledarîyê bibîne, hem jî nahêlin ku biyanî bên cirm di Dêrsîm ve derbas bibin. Ev jî dibe sedemê gengeşî, nexweşî û bêaramîya herêmê. Ji ber ku ev mewzû mewzûyeke cûda ye em naxwazin li ser bi sekinin, kesên ku bi xwazin dikarin van raporan peyda bikin û bixwînin.
Piştî ku li bajarê Sitenbolê meşrûtîyet hat î’lankirin gelek Kurdên xwenda ê ku li Stenbolê diman ketin bin bandora pêşîvanên Îttîhad û Tereqqîyê. Ji xwe di wan salan de hêdî hêdî di nav gelên Osmanî de bi saya propaganda kesên ku ketibûn bin bandora şoreşa Fransewîyan fikra nijadperestî reh ber dida û şax vedida. Bi tesîra vê fikrê hêdî hêdî Împeretora Osmanî ber bi hilweşînê ve diçû.
Ji gelên Dêrsîm çend kesên wek ‘Elîşan Beg, Baytar Nûrî Dêrsimî, Hesen Xeyrî beg jî hoşiyarê bi vê fikrê bûn û ji zû de têkildari bi Cemîyeta Pêşvebirina Kurdistan (Kurdîstan Tealî Cemîyetîi) re danîbûn û bo pêşvebirina vê fikrê dixebitîn. Di van salan de Şerrê Cîhana yekem dest pê kir. Weke her gellê herêmê Dêrsîmîyan jî piştî tereddudeke kurt bi Uris re şer kirin û nexwestin ku Ûris bikeve herêma wan. Bes piştî ku şer bi dawî bû û Dewleta Osmanî bi awayeke defakto hilweşîya; hêzên koledar xwestin ku Ermenan li herêmê bikin serdest. Di Şerrê Cîhana Yekem de Dêrsîmîyan bi awayeke sist piştevanîya Osmanîyan kirin. Lê di şerrê azadîyê de gelên Dêrsîm ji dil û can piştevanîya şerrê azadîyê kirin. Bes di demeke kurt de dema ku ‘Elîşan Beg li Erzeromê bi Mustefa Kemal re hevdîtinek pêkanî fêm kir ku di pêşerojê de sazîyeke nîjadperest li benda wan e. Ji ber vê yekê ‘Elîşan ji Qoçgirî destpêkir û di herêma Dêrsîm, Sêwas û Erzînganê de bi daxwaza Kurdistaneke serbixwe serhildanek li dar xist. Di vê serhildanê de digel gelek ‘eşîrên qizilbaş ‘eşîrên sûnnî ê wek ‘eşîra Canbegan, Kurmeşan, Şadan, Dirêjan, Parçikan, Etmanan jî cîh girtine.
Serhildana Koçgirî di demek kurt de têk diçe. Piştî têkçûna serhildanê ‘Elîşan bi bal Erzeromê ve tê sirgûnkirin, ‘Elîşêr û Şahan Ağa jî ji teref kesek bi navê Seyîd Axayê Qopî ve tên kuştin ku ev kesê xayîn eqrebayê Seyîd Riza ye. Seyîd Axayê Qopî serê ‘Elîşêr û Şahan Ağa wek yadîgar bo General Ebdullah Alpdoğan dibe da ku gel neyê qeitilkirin bes xayîntîya wî jê re yadîgar dimîne bi hezaran kesên bêguneh tên kuştin û herêma Dêrsîm dibe golek ji, gola xwînê.
Digel ku Seyyîd Riza dixwaze Seyyîd Ağayê Qopî bide kuştin jî di vî warî de muwafıq nabe. Piştî vemirandina serhildanê. Qetlîamên di hengama vê serhildanê de di meclisê de bi tundî tên rexnekirin. Ji lew çend kes ji qesabên fermî ê ku bo vemirandina vê serhildanê wek wezîfedar hatine tayînkirin û heqqê qesabîya xwe bêkêmasî pêkanîne bi cezayeke sembolîk tên cezakirin. Hinek ji wan ê wek Topal Osman jî bi suîqestên şaîbedar ji holê tên rakirin.
Bi damezrandina Cumhurîyetê re herêma Dêrsîmê demek bê deng dimîne û deng jê dernayê. Gelên Anadolê bi giranî bêrazîbûna xwe ji bo rakirina xîlafetê nîşan didin. Bes li gorî belgeyên halê hazir di vî warî de tu dengek ji Dêrsîmîyan derneketiye. Di sala 1925ê miladî de Şêx Seîd li dij rejma nû serî hildide. Hem di hengama serhildanê de hem jî berya serhildanê Şêx Seîd bo hevkarîyê, nameyan ji Seyyîd Riza û giregirên Dêrsîmîyan re dişîne da ku alîkarîya wan bikin. Bes di vî warî de bi ser nakeve. Seyyîd Riza ne destê hevkarîyê dirêjî Şêx Seîd dike, ne jî dujminiya wî dike, bêdeng tenê dimîne. Piştî ku serhildana Şêx Seîd tê vemirandin damezrînerên komara Cumhurîyetê bo hemû netetewê ğeyrîturk birayara asîmîlekirinê didin. Polîtîqaya wan ew e ku hemû gelên ğeyrîturk ji herêma wan rakin, bi sirgûnî bişînin nav tirka û di nav wan de asîmîle bikin û bikin tirk. Bo bikaranîna vê polîtîkayê bi navê “Zorunlu Îskan Kanûnû” qanûnek tê derxistin, gelek ‘eşîr û serok’eşîr ji welatên xwe tên derxistin û bi sirgûnî diçin cîhên muxtelîf.
Wek gelek gelên herêmê gelê Dêrsîmê jî vê polîtîkayê naecibînin û dijberîya wê dikin. Ji lew gellê Dêrsîm di bin rêberîya Seyyîd Riza de bo serhildan û dijberîyê çekan amade dikin û xwe dispêrin çiyayên ‘asê. Damezrînerên komara Cumhûrîyetê jî bo cezakirina gellê Dêrsîm amadehîya şerr û komkujiyê dikin. Bi vê mebestê bo ku leşker bi hesanî hereket bike û çek bi rihetî bê kişandin li ser çemê Mûnzûr pir tên amadekirin, qereqol tên çêkirin û cebilxane tên kişandin.
Dîsa hêzên fermî bo ku gellê Dêrsîm ji çek vala bikin dest bi topkirina çek û sîlehên di mala de dikin. Di hengama berhevkirina sîlehan de leşkerên ku bo topkirina sîlehan hatine, tecawizî keçeke ji ‘eşîra Wisifan dikin, di heman demê de Bira Îbrahîmê lawê Seyîd Riza jî ji teref leşkeran ve tê kuştin.
Êdî hasil gîhaye Mûsilê. Gellê Dêrsîm dest bi serhildanê dike û diçe ser qereqola Sîn û Kexmûdê. Agirê serhildanê li her derê Dêrsîm belav dibe. Gel xwe dispêre çiyayên ‘asê û şerr dike. Di demeke kurt de dewlet fêm dike ku nikare bi herba nîzamî serhildanê vemirîne. Ji lew bi navê Qanûna Tûncelî qanûnek tê derxistin. Piştî derxistina vî qanûnî nexasim di sala 1937ê miladî de li herêma Dêrsi operasyonên giran tên pêkanîn. Di van operasyonan de hêzên hewayî bi teyara, hêzên berrî jî bi top û tiving û mîtralyozan gel didin ber bombe û gula. Hetta li gorî beyana şahidhalên qetlîamên Dêrsîm ji teref hêzên hewayî ve çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn. Bi tesîra çekên kîmyewî gelek kesan bi saği can dane. Di nav hêzên hewayî de pîlota jin a meşhûr Sebîha Gokçen jî cîh girtiye û gelê Dêrsîm bombebaran kiriye. Bi deh hezaran kesên sivîl ê wek jin, zarok, kal û pîran di vê operasyonê de hatine qetilkirin. Gund hatine şewitandin, mal û milkê gel hatiye dizîn da ku kes nikaribe li herêmê bijî. Ji ber tûndîya şer û şert û mercên jînê gellê Dêrsîm xwe sipartîye şikeftê zinaran. Bes bi tesîra çekên kîmwewî gelek kes di wan şikeftan de fetisîne û canê xwe ji dest dane. Gelek gund hatine şewtandin û bajar wêran bûye.
Seyyîd Riza piştî qetlîma gel gelek mehzûn dibe. Lewra gelek hevalên wî li ber çavê wî tên kuştin. Gelek dostên wî, rû jê difetilînin û dibin hevkarê neyarên wî. Gelek eqrebayên wî jê daxwaza teslîmbûnê dikin bo ku sivîlên masûm neyên kuştin. Ji lew seyîd Riza bi destê xwe diçe li Bajarê Erzînganê teslîm dibe. Ji xwe ‘eşîr ji ber zulm û zordarîyê zêde ketibûn halê tirsê. Hinek eşîran serokên xwe an bi destê xwe dikuştin an teslîm dikirin da ku zulma serdestan li ser wan kêm bibe.
Seyyîd Riza piştî ku teslîm dibe wî bo mehkemê dişînin bajarê Elezîz. Li Bajarê Elezîz İhsan Sebrî Çağliyangîl biryara îdama Seyyîd Riza û 11 hevalên wî dide.
Li gorî hinek rîwayetan Mustefa kemal piştî biryara îdamê li bajarê Elezîz hevdîtinek digel Seyyîd Riza pêk tînê. Daxwaza Mustefa Kemal ji Seyyîd Riza ew e ku lêborîna xwe ji wî bixwaze û hevkarîya wî bike, ew jî seyyîd Riza efû bike. Seyyîd Riza dibê:
- “Ez gelek cara bi we ewle bûm. We soz da min her daîm we soza xwe xwar. We daxwaza komkirina çekan kir me pêk anî. Min gel teşwîq kir da ku sîlahên xwe teslîmî we bike. Me di Şerrê Cîhana Yekem de alîkarîya Osmanîyan nekir. Bes di Şerrê Azadîyê de em bûn hevkarê we. Wexta we xîlafet rakir em kêfxweş bûn û me piştavanîya vê biryarê kir. Ez her daîm bûm xizmetkarê sulhê. Bes min di encama derketina Qanûnê Tûncelî de baş fêm ku em Dêrsîmî çi jî bikin em bi kêrî we nayên û niyeta we îmhakirina ehlê Dêrsîm e. Ji lew çi ji destê we tê texsîr nekin. Ez vê carê teslîm nabim.”
Li ser vê beyana Seyyîd Riza Mustefa Kemal dibêje:
- “Wî bibin û îdam bikin.”
Dema ku Seyyîd Riza bo îdamê dibin Seyyîd Riza li ser Mustefa Kemal di fetile û jêre dibêje:
- “Ez bi hîlê te re neçûm serî. Ev bû kula dilê min. Nuha diçim îdamê bes teslîmî te nabim bila ev jî bibe kedera dilê te.”
Piştî van gotinan Seyyîd Riza digel hevalên wî ber bi meydana genim a Elezîzê ve dibin da ku îdam bikin. Daxwaza Seyyîd Riza a dawî ji qatilên wî ew e ku wî berya kurrê wî îdam bikin. Bes qatil vê daxwaza wî pêk naynin û ewil kurrê wî li ber çavê wî îdam dikin. Li ber sêdarê Seyyîd Riza tanek li cellad dixe, wî bi şunde dide û bi gotina: “Em ewladresûl in, ev heyfe e, zulm e, em bêguneh in” pê li senndeîya xwe dixe û dinya xwe diguherîne.
Qatilên Seyyîd Riza Cinazê wî û hevalên wî dibin li ber çemê Firat dişewitînin û xwelîya wî bi avê de berdidin da ku meqberek bo wan neyê sazkirin û di pêşerojê de nebe ziyaretgeh.
Kuştin û qetlîamên li herêma Dêrsîm piştî Seyyîd Riza jî didomin. Xelkê sivîl ji ber kuştin û taqîbatê xwe di şikeftê zinaran de vedişêrin. Mêr jî şer dikin. Eşîra Demanîyan jî yek ji wan eşîra ye ku teslîm nebûye û xwe sipartiye çiya û şikeftê zinaran. Rojek di hengama taqîbatê de jin û zarokên vê eşîrê xwe di şikfeta zinarê Newala Heyderan de veşartine. Lêşker tê li dora şikeftê digere bes kesî nabîne. Jin û zarok di şikeftê de ne. Zarokek bideng digrî. Dikin nakin zarok nasekine. Bo ewlehîya sekvanên şikeftê bavê zarokê wî bi dizî difetisîne da ku leşker ji ehlê şikeftê hayîdar nebin.
Tedbîrên wihareng kêm caran bikêr tên. Bi giranî gellê Dêrsîm ê sivil di hengama taqîbatê de di şikeftê zinaran de bê mehkeme tên kuştin. Trajedîya Dêrsîm di gelek sitraranê dimlî yê Dêrsîm de ji teref hozanên wan ve hatiye ziman.
Ev her dû sitran jî qetlîamên li vê herêmê tînin ziman û wehşet û komkujiya li Dêrsîm wek belgefîlmekê pêşkêşî me dikin. De kerem kin em guh bidinin wan sitranan:

1. DERÊ LAÇÎ
Wela wela
wela yemano
ordî gurlax amo
dormê ma qapan o
bextê Heyder û Demenî rê
kes xirave nêvano
ordîyê tirkî zafo
cayê welaxê ma nêdano
ma zûvînî qirkem e
çemê mûzirî cendeg û les û ano
onderî de dam pêro
tede şîn û şîwan o

Derê laçî bivêso
Yisivê min gavan o
bira perodê, na qewxa eşîrê niya
merevê kirmanc û zalimanê tirkan o
destê xo ra xo mecêrê
sar ma rê qolayê vano
pepûk bêro binîso
cêncûnê ma rê biwano

Qemerê Hesenî vêrê miğara da gino war
malo şêrê min o beran o
hesê kalî kun qewğa
bêşlîu ve doş ser an o
hemê civî kejî persanê
xismê ordî û tawiran o
Yivisê xo şano Pûlê Pîl Xatûnê
hem dano pêro, hem qeydu vano
van “tu hîrê ordî ontê ma ser de
axir dîn îslam o
destê damê pêro
ordîyê tore neferê neverdano”

Derê laçê bivêso
Yivisê mi çeto
ordî gurlax amo
dorme ro ma gureto
destê xo ra xo mecêrê
ma hêfê az ve azê xo gureto
qirkeme qirnêkeme
nêqedîno, ordîyê dewleto
kam kem a ra bimiro
cayê xo cenneto
Laçî sero dame pêro
asmê ra roz vineto

Ordî vireniya to dero
Yıvısê mi xo bi çarne kemer e
ordî virenîya tu dero, bao gorî
xo biçerne peyê kemer
se ke polade ginê ro yivisê mi
eskerê tirkî kot ve derê
kam ma u piyê tu rê bero
cîgera mi xevere
vano: “bao perode ma perodîme
meyitê mi ca meverde, tey bere
dîna de conu ontene nîna
malê tarva cîgera hare
ewro zor kerde qolê hetê peterê
Yivisê mi kişiyo
eskerê tirkî koto der e

Laçî ver de Yivisê mi şûye hîre
lazê mi dest û bojî semernê we
koto ra wertê tawire
biko lerze
ravêr meso, rew memire
ordiyê na zalimî zaf o
dîna ma sero kerda sojîya sûre
çê aşirunê xayînu birijiyo
qirkerdena ma arda rişwet u pere
sima ke teselîyê xo ma ra giroto
meste-birro halê jê halê hermenîyan o
ma do pêro, hefê xo hot bedelî gureto
merdena koy persena, ma rê selteneto

2. ŞAHAN

Xozatî persena cadê tomofîlî
Heq adir bi Evdila Paşay verdo
Koto qeracê merdimo pîlî
Şahan vao “Qewderê canê xo bizanê
Ma se cêrênê qanûnê kafirî

Ax de biye, na be ma biye
Şahînê mi qolêde xo giroto
Şiya basqinê alayîye
Vano “Tersa mi qolê de
Kounê Dêrsimî de nemano çêna û cênîye

Ax ko romerdiyo bi heniyo
Esker nawo amo koyê Dêrsimî munîyo
Şahan vano “De sareyi viyarnay mi ra
Jû yê xanime wo, jû yê ‘Elîşêr Efendîyo”

Şahanê mi qolêde xo gureto
Şiyo geçê Koyê Mûzirî
Vano “lao bebextênî mekerê
Ma piya werdo qirbanê Xizirî”

Aşîrî merdena mi rê qaîl nebenê
Tornê babayî kerdê îmamê serî
Xozatî persene Qerexlan ra nato
Qanûnê Mistefa Kemalî persena
Çi çiyodê bervato

Şahan vano “Lazê Pirçoyî de misewre meso
Min û to cizikê zû maye lîto
Heqo ti keşî ser de nayê miyarî
Birayî sarê birayê berdo çadirê de roto

Şahanê mi rê efkar nebeno
Hesenî hêfê to guroto
Ax de biye, biye Şahanê mi biye
Şahanê mi ke merdo nemerdo
Şikiyo tilsimê Kirmancî ye

Pane pane Şahanê mi pane
Eskerê mistê korî amo ma qirkeno
Cîgera mi pan e
Eskerê Mistê Korî amo ma qirkeno
Mecal mede pane

Gelî xwendevanên delal! Elbette sitranên di derbarê jenosîda Dêrsîm de ne ev bi tenê ne. Di vî warî de gelek sitran hatine hûnandin. Pirrê van sitranan ji teref hozanê Dêrsîmî ê bi navê Silo Qiz ve hatine xwendin ku ev zat şahidhalê jenosîda Dêrsîm bû û di sala 2019ê miladî wefat kir. Hûn dikarin ji dengê wî wan sitranan guhdar bikin.
Bo agahîyên berfireh hûn dikarin berhema bi navê “Tertele-Ağıtların Diliyle Dersim 38” bixwînin. Ev behrem ji teref Nîlufer Saltik û Cemal Taş ve hatiye amadekirin. Dîsa digel Qanûnê Tuncelî gelek berhemên muxtelîf li ser jenosîda Dêrsîm hatine nivîsandin hûn dikarin wan berheman bixwînin.
Em ji we re dudar in ji duayê we hêvîdar in. Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Fî emanîllah.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê Ji Rubaîyên Mewlana Çend Guldesteyên Bijare -4
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.