Vîrusê Koruna Û 10 Mulahezeyên Giring

Article

Êk: Xweparastina ji nesaxî û nexweşiyan erkekê mezin e li ser milê misulmanan. ‘Eqlê selîm û neqla rast pêdivî bi tedbîrên beşerî dikin. Helbet her tiştê ku ‘eqlê selîm û ‘îlmê kamil bi başî bizanin, şerî'et jî bi başî dizanit û pêkanînê dixwaze. ‘Eqil bingeha erkdariyê ye, Xwudayê zana û karzan jî ferman bi bawermendan kiriye ku hişiyarî xwe bin û xwe ji hemî talûkeyan biparêzn: يَا اَيُّهَا الَّذٖينَ اٰمَنُوا خُذُوا حِذْرَكُمْ فَانْفِرُوا ثُبَاتٍ اَوِ انْفِرُوا جَمٖيعًا
Dudu: Vîrusê (kovîd 19) ku bi navê korona hatiye nasîn, vegr e û dihête veguhastin, pêxemberê Xudê jî (s.x.l) çendîn hedîs hene li dor wê çendê ku divêt rêgiriyê li belavbûna nexweşiyên vegr bihête kirin. Bo nimûne di hedîsekî de hatiye gotin لا یُئوردَنَّ مُمْرضٌ علَی مُصحٍّ Di hedîseke din de jî pêxemberê Xwuda gotiye: فرَّ منَ المَجذُئوم فرارکَ منَ الأسَد
Sisê: Her pêngavê ku bibe sebebê belavbûn û geşkirina her cûreyê derd û nexweşînan, zulm û tawaneka mezin e. Di vî warî de em dikarin bi dehan belgeyan nîşan bidin. Wek numûne Xwudayê alem di ayetê de wihareng ferman kiriye: وَلَا تُفْسِدُوا فِى الْاَرْضِ بَعْدَ اِصْلَاحِهَا Di hedîsa şerîf de jî wiha hatiye fermankirin لاضَرَرَ وَلاَضرَا
Çar: Her cureyê civîn û kombûnan ji bo her berjewendî û menfîeta dînî û dunyewî di esil da durust û rewan e, lê eger ji egerê wê metirsîyeke wek belavbûna nexweşîyeka vegir û tehdîtkar hebe îdî hukmê wan dihête guherîn. Endîşeya zêdebûna egerên ziyanê, hukmê qedexebûnê girantir dike. Çunkî li gorî egeran hukmê armancan hene. ڵْلوَسَئال حُکْمُ المَقَئاصد Helbet nimêj û xencî nimêjan jî li dor vê çendê yeksan in. Lazime dam û dezgehên elaqedar, gelek hişiyar bin û wesa nehêlin liber çavan siyaseta (baneke û dûhewa) vê rewşê sûîîstî’mal bike. Helbet eger carekê pêdivî bit mizgeftên ku cihê xwudêperestî, paqijî û qenciyê ne bihêne girtin, heft caran lazıme ku cihên giştî bêngirtin, bi taybetî ew cihên ku kanîka pîsiyê û mîkroban e wek meyxane, qumarxane, nergîlexane û...hwd. Bo selametîya însanan lazime her di haletê normel de jî ew der girtî bin!
Pênc: Bi hukmê fermana Xwudê: فَسْپَلُوا اَهْلَ الذِّكْرِ اِنْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ lazime di her karî de em guh bidin şareza û bisporrên wî karî. Her wiha di vê mesela nexweşîna korona de jî ev hukum carî ye. Bo awayê xweparastina ji vê nexweşînê û rêgirtina li belavbûna wê, lazime em guh bidin tewsîyeyên nojdar û şarezayên tendirustîyê. Ferz e em rênimayî û agehdarîkirinên wan werbigirin. Çi kesê ku bi behane û hêcetên muxtelîf dijberîya tewsîyeyên wan diket dê gunehkar bit.
Şeş: Îslam û musulmantî ji pênc diruşmên xwe ê wek şehadet, nimêj, zekat, rojiya remezanê û, hecê berfirehtir e. Ev diruşme bi tenê sitûn û nîşaneyên musulmanetiyê ne. Lewma her kesek kirina nimêja cum'eyê yan nimêja bi cema'et, bikete bihane bo dest neberdan ji wan cure xirvebûn û kombûnên egerê ziyan gihandinêne bi xelkê, wek belavbûna nexweşiya korona, bila pişt rast bit li şûna xwudanxêr bit, dê gunehkar bit û li ser wî karî dê deyindar bit. Çunkî; her kesek ji egerê wê çendê nexweş bibit yan bimirit, dê gunehên wî/wê bikevite ser milên sebebkarî!
Heft: Bihane girtinbi qedera Xwudê, bo xweneparastina bi hemî şêwazên xweparastinê, bi wî şêweyê bisporrên biwarê tendirustî ron kirîne, nîşaneya tênegehişitinê ye ji îslamê. Çunkî; Qedera Xwudê giştgîre bo hemî tiştan. Eger kesek li gorî egerên xweparastinê hereket bikit ew selamet û tendirust dibit. Çi kesê ku di warê egeran de xemsariyê bike ew nexweş û derdgirtî dibît. Her wiha her du jî bi qedera xudê sax û nexweş dibin. Mirovê musilmanê xwedî‘eqil her dem li şopa egerên qederê ê mifabexiş digere û xwe ji qederên ziyanbexş biparêzit. Wek mînak ‘Umerê kurê Xettab “xudê jê razî bit” got: “Ji qedera Xwudê ber bi qedera Xwudê ve dirrevim.” ‘Umer ev gotina bersîvîya watedar li wî demê ku berê sefera xwe da Şamê lê seh kir ku Ta'un li wir belav bûye piştî şêwrê, biryara zivirrînê da û jê re hat gotin “Ma tu ji qedera Xwudê dirrevî?” got.
Heşt: Di van rojên îmtîhanê de hinek axaftin ji hinek kesên ku behsa îslamê dikin têne guh lê ew axaftin nîşaneya paşveman û tênegehişitinê ne. Wek mînak: Her kesê musluman bit tûşî vê nexuşinê nabît. Çi kesek bi vê virusê bimirit, şehîd e! Wek van peyvan gelek peyvên xeyrî îlmî têne guhê me. Axaftinên wihareng wisa bi mutleqî rast nîne. Belê rast e musilmanê xweparêz dê selamet bit, lê eve bo kesê nemusilman jî her wisa ye. Herwiha her kesê xemsar bit, dê baca xemsariya xwe bide û tûşî nexweşînê bibe. Lewra qanûnê sunnetellahî bo her kesî carî ye. Eger ne wisa be tu maneya îmtîhana dinyewî namînit. Bes pileya şehîdiyê jî taybete bi kesên bawermend ve. Axaftin jî divêt li dem û cihê xwe da bihête kirin. Ez ditirsm hinek kes bi hêceta bidestveînana pileya şehîdiyê, bo xwe yan bo xelkê, guhê xwe nedine xweparastinê, wek neçûna bo kerentîn‌a û...hwd.
Neh: Bêguman parastina civaka me ji nexweşina navborî û her derd û nexweşînên din mesûlîyeteke li ser milên her kesî, ne bitinê mesûlîyeta hukumet û dam û dezgehên fermî ye.
D: Di encamê de ez dibêjm: Bila ji bilî berçavwergirtina egerên selametî û tendurustiyê “ku ferzeka şer'î ye” bi îman û piştgirêdana bi Xwudê ve, aramiya dil û derûnê xwe biparêzîn. Çunkî; Sukûnet û dilaramî, parêzbendîyeka baş raberî me diket. Li dij vê tirs û dûdilî ziyanên mezin digehînin me.
Ez we hemîyan emanetî xwedê dikim ew Xwûdayê ku emanet li ba wî bi badilhewa naçit.

Dilsozê we 'Elî Bapîr

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.