YA XUDAN ŞOLA TE YE DAN Û BIRIN

Article

 

 

 

 

 

Ya Xudan şola te ye dan û birin

Bû ze’îmî ew bela hate kirin

Em dû’açî cumle Kurdîn mêr û jin

Ka sebeb kîne? Nedey ber xûşiya

 

 

Ev ze’îmê hinde xûşî dayne me

Xêrxazê ‘am e bo nef’ê ‘alem e

Xayina-l ser me belav kir ev ğem e

Wan bo şe’bî alojî daîm viya

 

Vî ze’îmê xastî xêra xas û ‘am

Bo evî şe’bî viya nef’ê temam

Xaîn û bê mirwet û pîs û nemam

Bû bela vê ummetê rabûn piya

 

Baş e ma Îslam rezîla kafirî

Her bi îstî’mar bin û qehr û girî

Lew ze’îmî sewreya di gel wan kirî

Dîn û dunya da me bêxit qenciya

 

Hindeka mirwet nema namûs û ‘ar

Ğem ji vê şe’ba ketî êkî nexar

Her viya bû dijminê şe’n û wîqar

Wan be le’b û hîle meşka van kiya

 

Minneta kufrê heroya-l ser me bû

Şermizarîw rûreşî her zêde bû

Ma kesê-j ehlê ‘Iraqê ğem nebû

Xo derêxin ew ji van aloziya

 

Qet nekir şerma Xudêw Pêğemberî

Dujminê xaîn li mulkê wan çerî

Hinde kes her pale bûn şibhê kerî

Pê ne hesyan wan tenê ket ser ruya

 

Ew ze’îmê ew nekirya hindeka

Belke xo avête behr û mehleka

Em derêxistin ji qeyda kopeka

Serferaz daîm bijîn-l deşt û çiya

 

Hemd û minnet bo Xudê hêla ye sax

Da-l Îraqê her bimînin ‘ar û zax

Careka dî bûne keyf û ay û ax

Em du’açîne bo wî-d gel ewliya

 

Vî ze’îmî re bî pêle bê bela

Dujminê wî her rezil bin mubtela

Daîma-l malê hebît qehr û bela

 Qet ne xalî bit ji êş û naliya

 

Ya ze’îm Rebbê mezin harî te bît

Xêra şe’bî kî nebêt ew berze bît

Hindî sax e bal neyara ew hewce bît

Daîma her bo bikêşit piştiya

 

Da bizanît ew ‘ezaba minnete

Her bikêşit barê qehrê zehmetê

Tê bighît fedl û kemala ummetê

Belke dujmin pê neket her yariya

 

Em du’açîne niho Kurd û ‘Ereb

Bo ze’îmê ehlê rehm û pir edeb

Dujminê wî her Xudê lê-b kit ‘ezeb

 Ew bi ‘umrê xo nebinin çakıya

 

Ew mirovê têr kirîn ‘am û feqîr

Bê şek e Ellah heval e destegîr

Nê kesê ev çakiye nahête bîr

Hes neket xûşî bo têr û birsiya

 

Ehmedê Kurdê feqîrê xêrî xas

Got kesê milkê xwe xar ma serferaz

Çak binasît çî mirovî hilebaz

 Ma kerê ker kengî hate-b gaziya

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê MILK Û MAL HERDÛ YEK IN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.