NAVEROKA DÎWANA SEYYÎD ‘ELÎYÊ FINDIKÎ

Article

Her çiqasî berhemên wî di nav xelkê de eleqe dibînin jî, zêdetir dîwana wî li Kurdistanê rexbetê dîbine. Dîwana Seyid Eliyê Findikî, Kurdîya Kurmancî ye, zimanê wê hêsan e, li ser meseleyên însanî yên ku herkesî eleqeder dike disekine. Heta niha 6 caran hatiye çapkirin û gelekî jî tê xwendin.
Di dîwana wî ya çapa şeşan de 52 beş hene. Helbestên wî ji beyt û çarînan pêk tên. Di nav helbestên wî de 2 helbest Erebî, helbestek jî bi Farisî ye. Di dîwanê de wergera wan ya kurmancî hene. Helbestên wî sade ne. Loma jî di fêhmkirina helbestên wî de ji xwendevanan re astengî çênabe. Wek mexles, di helbestên xwe de navê xwe bikar tîne.
Mijarên sereke yên ku di helbestên wî de xuya dibin, exlebî mijarên tesewifê ne. Ev tiştekî asayî ye, lewra ku di daîreya tesewif û terîqê de jiyaye. An jî em dikarin wiha bibêjin ku Seyid Eliyê Findikî bi çavekî tesewifî li mijar û meseleyên jiyanê nihêriye. Her wiha helbestên xwe jî bi termînolojiya tesewifê ava kiriye.
Meriv ku li pey hev rêz bike, çend mijarên sereke yên helbestên wî ev in: Li ser fanîbûna jiyan û heyata dinê, li ser mirin û qebrê, li ser nefsê, li ser dostanî û wefadariyê, li ser edeb û adabên jiyana rojane, li ser qencî û xirabiyê, li ser wefata kesên ji bo wî qîmetdar, li ser xurbet û hîcran û xerîbiyê, li ser xem û kederê, li ser paqijî û gemariya dil, li ser sîtem û gazina dost û eqrîbayan, li ser xeflet, tewbe, heşr û hesabê, li ser nexweşî û çewtiyên însan û heyatê, li ser eşq û evîn û sebrê, li ser jiyana rojane ya gundan, li ser nefsbiçûkî û nesfmeziniyê, li ser mal û milkiyeta dinê, li ser extiyarî û bêmecalbûna însên……….
Îman, bawerî, hezkirin û dostaniya bi Xwedayê Teala re li cem Seyid Eliyê Findikî pir mûhîm e. Di nav toz û xirboza jiyana dinyayê de ya ku însan, âlem û jiyanê watedar dike, îmana bi Xwedê ye. Muhîbê rast û dostê ebedî Xwedê ye. Ev hizr û hissiyata xwe jî bi helbestên xwe aniye ziman.
Wekî din di dîwana wî de zanistî û fezîlet, teqwa û tirsa Xwedayê Teala hatiye hûnandin. Dîwana wî bi zimanekî hêsan û herîkbar hatiye nivîsandin. Di gelek deveran de beyitên xwe bi şêwazeke ji dil nivîsandiye û bi tinazî xîtabî xwendekarên xwe kiriye. Lê belê Seyîd şîretan bi giştî li nefsa xwe dike û bi vî awayî peyamên xwe dane derûdora xwe. Dîwana wî bi piranî ji we’z û şiretan pêk tê lê ji bilî vê jî bi giranî li ser mijarên civakî disekine. Di gelek ciyan de jî mirovê ku berjewendiyên xwe derdixin pêş, ew rexne kirine û bal kişandiya ser reqabeta bêwateya di navbera mela û sofîyan de.
Di dîwana wî de gelek menzûme weke nameyên taybet in. Di van nameyan de li ser mijarên cûrbicûr sekiniye: Pîrozkirin, silav, fetwa û bersivên taybet. . . Seyîd Elî hinek helbestên xwe jî piştî wefata hinek kesan nivîsandine û di van helbestan de xemgîniya xwe aniye ziman. Hinek ji wan jî ev in: Bediüzzeman Seîd Nûrsî, Şêx Seydayê Cizirî, Şêx Îbrahim Heqqî. Seyîd Elî dixwaze bi komek hevalên xwe re ku di nav wan de Şêx Seyda jî heye werin serdana Bediüzzeman, lê belê çaxê ku digihêjin Midyada navçeya Mêrdînê, wefata wî dibihîzin.
Seyîd ‘Eliyê Findikî li ser adaba Feqîyê Teyran çûye û dîwana xwe bi kurmanciyeke xwerû nivisandiye. Ji weznê helwestên wî wisa tên zanîn ku gelek rind zanîna arûzê û wêjeya dîwanê zanibûye. Lê wêjeya gel tercîh kiriye. Ev jî şan û babeteke wî zatî ye. Giraniya dîwanê şîret û serpêhatî ne. Parekê jî dua û nefspiçûkkirin tê da cih digirin. Di helbestên dîwana xwe da, kêmasî û nezanîna gelê xwe bi pênûseke xweşik dide diyarkirin.
HIN SEMBOLÊN DÎWANA SEYYÎD ‘ELÎYÊ FINDIKÎ
Di dîwana Seyid Eliyê Findikî de sembola “Hubba” Xwedayê Teala
Lezzet ew e hubba Xudê
Her kî ku bigrê bernedê
Ew dê bighête meqsedê
Gava biçîtin wê dinê
Di helbestên Seyid Eliyê Findikî de ev têgeha hanê ango hezkirina Xwedayê Teala cihekî girîng û bingehîn digire. Li gor Seyid Eliyê Findikî jî tehma heri bilind hub û hezkirina Xwedayê Teala ye. Pewîst e armanca herî sereke û bingehîn ev razîkirin û hezkirin be. Wekî em dizanin ku Seyid Eliyê Findikî kesayetekî mitesewif e. Di temenê xwe de her dem dixwaze bigihêje hezkirina Xwedayê Teala û vê hezkirinê qet bernede. Lê belê ev rewşa hanê li vê dinyaya demborî ne derfet e. Ji ber vê yekê Seyid Eliyê Findikî jî wek mitesewifên din her dem bi êş û jan e. Helwesta xemgînbûnê pêştir e. Ev helwesta hanê heta ku bigihêje rebbê xwe ewê bidome ango ev rewşa hanê li vê dinyayê pêk nayê. Ev daxwaz tenê li dinya heq ango li axretê ewê bibe derfet.
Di dîwana Seyid Eliyê Findikî de sembola “Cennetê”
Hezar hemd ji bo Xaliqê layenam
Ku em rahet in keyfxweş in bit-temam
. . .
Temam em bibin tabi’ê Mustefa
Biçin cennetê da bi sidq û sefa
Ev her du beytên di dîwanê de Seyid Eliyê Findikî pêşî ji ber ku nimetên Xwedayê Teala pêşkêş kiriye şukurkirina xwe tînê zimên. Di risteya duyemîn de nîşan dike ku ev hemd dibe wesîla kêfxweşî û rehetbûnê. Di beyta duyemîn de jî ji bo çûyina bihiştê hewcedarî çi ye mîna mifteyekê tê destnîşankirin. Ev mifte bêguman şopandina rê û rêça Hz. Mûhemmed (s. x. l. ) e. Seyid Eliyê Findikî di van beytên xwe de bi bêjeya cennetê dixwaze bandorekê çêke. Bi saya vê bandorê ji bo destxistina bihuştê çi hewceye bi me bide nasîn.
Di dîwana Seyid Eliyê Findikî de sembola “Eşq û aşiq”
Xema ‘işqê gelek zor e
Dibêjim behrekî kûr e
Firaq û wesletê dûr e
Me ev reng dî ji dewranê
‘Elî bes ke ji nalînê
Tu nawestî ji kalînê
Sebir ke wek Memê Zînê
Ew e derman ji tibxanê
Di van her du çarînan de eşqa îlahî tê nîşandan. Ji bo aşiq bigihêje maşûqê xwe hewceye di nav helwesteke olî de be. Ji ber vê eşqê her tim dinale. Li dinyayê jiyana wî bi xem û êş e. Ev jan û xemgînî mîna behreke kûr e. Gihîştên û destxistina vê eşqê jî dûr e. Seyid Eliyê Findikî di van çarînên xwe de xwuya dike ku ji dewranê tu kesan ev eşq bi sedî sed ango seranser bi dest nexistiye. Ji bo destxistina vê eşqê yên aşiq her dem dinale û ev helwesta wan her gav didome. Lê belê dîsa li gorî dewranê tê xwuyakirin ku dermanê vî derdî sebir e. Mîna Memê Zînê çawa bi sebrê dermanê xwe bi dest xist û gihaşte rebbê xwe hewceye mirovên bawermend jî vê rêbazê bi kar bîne. Di vir de em dibînin ku ji bo evîna Xwedayê Teala bêyî destxistin tevgerek, helwestek bênavber didome. Lê belê ev evîn tenê li axîretê pêk tê û ji ber vê yekê sebrê wekî derman dibîne. Di dawîya vê çarînê de mexlesa xwe bi kar aniye. Ev jî di edebîyata klasîk de meşhûr e. Seyda di vir de gotîye nalîn û kalînê neke. Lewra di eşqê de sebir pir muhîm e. Ji xeynî vê yekê qala mesnewiya Ehmedê Xanî ya meşhûr “Mem û Zîn”ê jî kiriye.
Di dîwana Seyid Eliyê Findikî de sembola “Mirinê”
Di dinyayê heçî rabê
Feqîr û şêx û axa bê
Ji ber mirine xîlas nabê
Di şerq û hem di xerbê da
Axret e mala heqîqî dunya mulkek fanî ye
Heyf û yazox e ku em ji bona dinê bin bendewar
Soz û bextê wê tunîn e ew ji kes ra nabê dost
Kanî axa kanî paşa ka xudanê Zulfeqar
Di vê çarînê de Seyid Eliyê Findikî di derbarê mirinê û wekheviya mirinê ya li ser zindiyan diyar dike. Ên li dinyayê ruhber ango giyanber be ji vê mirinê xelas nabe. Her zindî ewê vê mirinê tam bike. Mirin newekheviyê nake nav zindiyan. Mirin, dixwaze ciwan be, dixwaze extiyar be; dixwaze dewlemend be, dixwaze hejar be; dixwaze li şerqê be, dixwaze li xerbê be; dixwaze şêx û mela be, dixwaze mirovekî ji rêzê be; newekheviyê qet nake navbera wan. Axa jî, paşa jî, xwediyê Zulfeqar jî çûn (xwedîyê Zulfeqar Hz. ’Elî ye) Dinya ne dost e. Dostê heqiqî li axretê ye û tenê Xwedayê Teala ye. Xulase li dinyê rewşa wan çawa be jî encam yek e. Ev yek koçbûna ji dinyayê ye. Lê li axretê berdêla kirinên me ne yek e. (Dê bidome)


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê JÎYANA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ - 1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.