MEDENÎYETA ME

Article


Em misliman bextewar in, ji Xweda ra şikirdar in
Lewra ummeta muxtar in, di dîrokê da navdar in

Dîroka me xezîne ye, j-dirr û gewheran tije ye
Ji bona me tev fêde ye, bi wê em pir îftîxar in

Seydayê me Nebyê kerîm, rêzanê rîya musteqîm
Reûf û ‘ezîz û rehîm, ji bo wî em evîndar in

Wî dersa wehy û hîkmetê, ‘ilm û hukm û ‘edaletê
Daye însan bi şefqetê, ji wî ra em minnettar in

Bi roj roje, bi şev hîv e; dirr û elmas, zêrr û zîv e
Kes nikar jêr heq bipîve, ê wî berdan di xisar in

Hevalên wî wek sitêrkan, di birqînin d-nêv asûman
Ebû Bekir, ‘Umer, ‘Usman, Sa’d û ‘Elî jêra yar in

Ku ket ‘erdê sîya Qur’an, se’adet hatîye cîhan,
Sehabîyê kamil îman, li pêşya me şû’ledar in

‘Ebdîtîya ‘ebda rabû, feqîr û mezlûm pê şa bû
Medeniyet pê înşa bû, şahid hezaran bajar in

‘Ilm û ‘irfan û şîyarî, gurr û geş bû l-her dîyarî
Ronî kirin dewrê tarî, ‘alimên me bêjimar in

Farabî-w Kindî, Bettanî; Xwarîzmî-w Razî-w Bîrûnî
Îbnî Sîna û Ğezzalî, di ‘ilmê da payedar in

Qumandarên me ‘adil in, wek Selheddîn b-rehm û dil in
Bi roj şêrin, b-şev ça’vşil in; hem mucahîd hem zakir in

Me pir kir fetha welata, lê nekir qesta heyata
Silh û selam bir civata, ehlê silmê’m bêzerar in

Vaye kufrê xwe kirye yek, bi qelem û medya û çek,
Hicûm didin b-her new’ê dek, j-Îslamê ra pir kindar in

Gelî xwende û ciwana, gelî xelqê misilmana
Bawer nekin qet ji wana, dijmin in ew her neyar in


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Çİ XWEŞ QURBAN İM EZ
Ê Li Pey MA HÊ TU DIBÊ EZ MUSLUMAN IM

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.