BI NAVÊ XWEDA

Article

Hemd û pesinandin tenê ji Xwedare ye. Selat û selam liser pêxember al û eshabên wî bin.

Di vê çaxa me de ji ber tunebûna mezinekî îslamê (Xelife), misilman gelek new’en zilm û ezyetan dibînin û dikişînin. Cinsê ezyetan yek jê bêgûman ev rêxistinên ji aliyê neyarên dînê îslamê ve, di nava xelqên misilman de ew ê binavê misilmanan hatiye damezrandin.

Ev rêxistin ji ber ku bi navê islamê derdikevin , çi bikin xêr û şerê wan bêşibhe ji dînê islamê re dibin mal. Nexasim ku di dema meyî niha de ku bi piranî xelqên misilman ji ‘heqîqeta dinê xwe bêxeber û nezanin. Bi rastî di vê esrê de bawerî, ji dilan derketîye û ketiye çavan. Yanî insanê ev çaxa me tiştê ku bi çav dibîne jê bawer dike. Li pişt perdê de çi dibe û çi di qewime ne di bala wan de ne.

Belkî DAİŞ hate bîra xwendevanan, lê belê ez be’hsa DAİŞ tenê nakim. Belkî DAİŞ di nava van projeyên serdestan (xwînmijan) de asta jêrtir de ye. Ka em bi hevre bînin bîra xwe bê li welatê me berya DAİŞ ê çi hebûn.

Mîsal FETÖ; ji vê rêxistinên weke DAİŞ ê ve betir gelek karên neşer’î kirin. Lê ji ber ku hêzdar bûn û di heman demê de dewlet jî li pişta wan bû , xirabîyên ku dikirin li ber çava xwîya nedikir. Xortên me dibirin xwendingehên xwe û dişibihandin xwe. Lê me [xelq] jî ji xwere digot, wa şixwe nimêja xwe dikin û piştre ew ê bibine xwedi kar û meqam.Hê em çi dixwazin. Ev pêvajoya bi vî awayî meqamên dewletê ên muhîm bi dest xistin. Pişti ku gihan vê astê rûyê xwe yê veşirtî hinekî dîyar kirin. Lê mixabin êdî ji ber ku xurt bibûn kesî rûyê wan ê veşirtî nedidît û ne dixwestin ku bibîne jî. Di zexmbûnê de gihaştin astek ku êdî tu kes bê destûra wan nikarîbûn îhaleyeke dewletê bidestxe û ne jî karîbûn wezîfeyekê weke memûriyetê bistîne.Digel ku asta imtihanên herî bilind be jî. Ji xwe dû re eşkera bû ku pirsên imtîhanan tev didizîn û didan aligir û hogirên xwe.

Ev dizîna ‘hiqûqên xelqê gihandin dereceya ku heger kesek bi awayekî di gel tevî astengên wan bigihên meqamekî êdî bi nûzafên (rapor) tebîban ew kes nexweş nişan didan û ew kes bi ‘hinceta ku belkî ji karê wan re di pêşerojê de bibe asteng ji wezîfê davêtin. Digel van kirinên wan, tu kesî ew sûcdar an jî bi qebehet ne ditîn. Ji vê zêdetir, neşerîbûna beyanatê tê kirin li ber çavan bûn. Me (xelqê) digot qey em xeletin . Ma ev camaeta dîndar ew ê çawa ne ligrî rêbazên şeriyan. Bi vî hawî ev kirinê wayî ne şerînin jî ji din re û dibûn mal û meşrû dibûn. Ji xwe wan jî hêdî hêdî ev dianîn ziman. Weke gotina serokê wan ‘Ji pîrekan re ser nixûmandin teferrûat e û ji leşker û polîsan re jî ji bo vezîfeya xwe nimêjê biterikînin û şerabê vexin’

Van serdestan bi vî hawî li gelek dewletên islamê bi navên cûda, rêxistinên cûda ku dînê Xweda hêdî hêdî te’hrîf kirin. Weke li Misrê bi navê Selefi nur, li Pakistanê bi navê Tahîrul Qedrî, li İranê bi navê şîîâ ingilîza. (bi zimanê iranîyan) û li dewletên û hwd. Wexta ku meriv binêre ew ê ewil ev rêxistin derên ber çava.

Bêgûman berya van rêxistinan jî bi astên hê sivik (nizm) ji xwera hinek rêxistin amade kiribûn. Weke hinêk kesayetên xeberok (çêrker) ku di nava axaftinên xwe yê dînî de kifirbazîyên xwe bi kar dianin û gûhên xelqên misliman hêdî hêdî aşîna’yî van kifirbazîyan dikirin. Piştî wê çirok û kilamên ne minasib, ‘hinek jê mustehcen di nava xelqê de bela kirin û xelq hînî van bêjeyên bêexlaqî kirin. Ji xeyrî van a gelek fealîyetên wanî yên bêjimar hene. Evna tev liser me mislimanan dereceyên xebatên xwînmijan in.

Lê ez dixwazim bala xwendevanan bikişînim ser tiştekî din. Ew jî ev e. Wexta ku FETÖ, DAİŞ hwd. van xebatên texribkar bikin çawa lazim e ku em li hember wan şiyar bibin û tedbîran bistînin, bi vî rengî wexta ku xwedî meqam û karbidestên dewletê jî bi gotin û kirinên xwe xerabî û nerastî kirin disa lazim e em şiyar bin û bizanîn û hikmet em wan kesayetan iqaz bikin. Ger rêya iqaza van kesan tune be, lazim e em xelqê li hemberî kirinên ev kesan şiyar bikin. Lewra xebatên rêxistinên bi navê dîn çawa xerakirinê di dîn de çê dike, bi vî rengî kirinên karbidestan jî di dîn de dibe sebeba xerakirinê. Nexasim ku ev karbidest jî dîndar tên zanîn.

Ev karbidest ku wezirê dewletê be, zirara ku dide bawerîya xelqê ku ji sedî pêncî be, zirara ku serokwezir bide bawerîya xelqê ew ê ji sedî ‘heftê be. Ku ev karbidest serokkomar be win texmîn bikin bê ew ê texribatek çawa di dîn û baverîya gelan de çi bike. Ne xasim ku ev gel weke gelên Tirk hîn bûyê dewlet û girêdayê bi serokê dewletê be. Ez hêvîdarim gelî xwendevanan win van gotinên serokkomar (RTE) di vê çarçovê de bifikirin. Û hûn biryarê bidin bê ev gotin têne çi wateyê. Û texrîbata wan çi ye. Serok dibêje ‘Em ê li Teksimê salona BALE yê ya herî mezin ava bikin’. Gelo gûhdarên misiliman, bavên keçan ew ê bixwazin ku keçên wan ji vê imkanê dewletê istîfade bikin an na. Ez zêde dirêj nakim ez bawerim we merama min fêmkiriye. Gotinek serok ya di ‘Ez bi ixrackirina rêzefilmên tirkî ji dewletan re iftîxar dikim. İro dewletên ‘ereban tev li rêzefilmê tirkîyê temaşe dikin.’

ji xwe ez behsa kuştîyên PKK û PYD nakim, ku serok her êvar li ser ekranan mizgînê dide, dibê me iro 11 kes ji wa kuşt, iro 17 kes kuşt. Qey zen dike ku ne ew ji parastına wan zarokan ji PKKÊ û PYDÊ mesûl e. Him wan zarokan ji rêxistinên terorî naparêze û him jî ji telefbûna wan zarokan payekê ji xwere derdixe.

Gelo texrîbata DAİŞ, FETÖ û hwd. mezin e an texrîbata gotinên karbidestan û rêzefilma. Hesab li xwendevanan û xwedî wijdanan.

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê Herba Surî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.