DÎROK

Article

Însanek xeteyê bike, em dibêjin “xwe jibîr kirîye’’ ango “hişê wî ji serê wî çûye’’ Dîrok hiş e, hişê qewm e, hişê gell e. Dîrok bi ziman tê şopandin. Carna jî dîrok bi nivîs tê şopandin. Devletên emperyal, jibo qewmekî têxin bin bandora xwe, ewilî wan ji dîroka wan dûr dikin. Pişt re armanceke qelp pêş wan dikin. Îro gellê ku çanda xwe û dîroka xwe hunda kiribe, bi rastî di destê emperyalîstan de dibe lîstik û reben.
Medya civakî, xort û qîzên me, ji dîrokê bigire hetta çand û hûnerê, hetta ‘urf û kevneşopîyên me, dûr dikin û berê wan bi wan ve hunda dikin, paşê jî jibîr dikin. Di navbeyna xortên me yên di bin bandora medya civakî de mane û xortên xerbê da, tu cudahî nemaye. Evîya xetereke girîng e. Xortên weha, ji tu kesî re nabin. Ne ji xwedîyê xwe re, ne jî ji gellê xwe re. Ew xort, tu armanca wan tune ye, di nav xeyala de dijîn, ji gotina tu kesî jî bawer nakin.
Sed sal berê, herfên ‘erebî guherandin, paşre jî cil û girêdena me jî qedexe kirin, talî ‘alim û rêberên me bi dar ve daliqandin hetta ku gellê me bê ser û bê hiş xistin. Îro jî xortê me, bi medya civakî, bi moda û hinek fikrên çep dixapînin daku wan bêhiş bihêlin, di destê wan da bibine reben, bibine ‘ebd.
Ji ber wê Xwedê Te‘ala di Qur’anê de car car qala dîrokê dike. Ji serpêhatîya Hz. Yusûf bigire hetta ya Hz. Îsa, 25 Pêxember, navê wan û di dîrokê de çi hatîye serê wan dibîr tîne. Em paşeroja xwe bi bîr bînin, wê demê emê pêşîya xwe jî bibînin, rêçika xwe emê hunda nekin. Tirsa devletên emperyal ya herî mezin, ewe ku gellê bindest dîroka xwe nas bikin û bi vêya rêçika xwe derxînin selamet û serferazîyê. Wê demê kesekî jar û bindest namîne.
Selat û selam li Rêberê xelasîye be.
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê TOVÊ OLDÂR
Ê Li Pey GELO DİLŞADÎ Dİ DEWLEMENDİYÊ DE YE?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.