Ma ev e rêka aşiqan?

Article

...


çawa werim hoşyar bibim

bikevim rêgey aşiqan

nekarim mehwî yar bibim

ma ev e rêka aşiqan?



qet’î hemû exyar dikim

çav û dilî xwînbar dikim

dev li dil û can dikim

ma ev e rêka aşiqan?



ez her demê mestane me

xaka derê meyxane me

saqî me, hem dîwane me

ma ev e rêka aşiqan?



di dil de bû badî seba

şerhê dilim bûye heba

umrê ezîz im çû bi ba

ma ev e rêka aşiqan?



sohtî derûn im serteser

ceger û hem pêtên li ser

cewher û hem agrê di ber

ma ev e rêka aşiqan?



mame li ser ehda elest

cama di dest da bo vebest

nabit dilî bigrime dest

ma ev e rêka aşiqan?



ta kengî bim mexmûr û mest

hetta ebed ‘ehda elest

furset diçe ax min ji dest

ma ev e rêka aşiqan?



dîwane û sewdaser im

kujrane û rihesmer im

dilêşê rêkî ‘işqber im

ma ev e rêka aşiqan?



agah li te ey canê dil

vê rêyê da mercan e dil

agir pê heyecan e dil

ma ev e rêka aşiqan?



zahir tu jî her bende yî

li baxê dil ne xende yî

gelo mirî yan zende yî

ma ev e rêka aşiqan?



[1] Îlham ji helbesta Wefayî (1844-1902) ya bi navê Haza Terîqûl ‘Aşiqîn hatîye wergirtin û li ser şêwaza vê helbestê hatiye honandin. Ji ber vê yekê hin peyv herwekî helbesta Wefayî wek soranî man.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê ÇIRÛSKÊN XEMÊ
Ê Li Pey GOTİN Û SOTİN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.