ÎSRAF Û ZIRARÊ ÎSRAFÊ

Article

  Îsraf; ji Koka “Serefe” bikar hatiye. Ma’neya wê ku mirov di tiştekî de hedê wê derbas bike. Qur’ana pîroz bi Kelîma îsrafê re gotina “BEZR”ê jî bikar tîne. Kelimeya bezrê jî weke îsrafê ye  ku meriv malên xwe bela wela dike, yanî Belavkirina bêpîvan û bêsînor. Ji mesderê Tezrîbê tê,  ku meriv tovê bavêje cihekî bêxêr. Bi ma’neyeke din;  ku cihê pêdiviya înfaqê hebe meriv Înfaqê neke û li dijî wê  meriv malê xwe bela wela bike. Ji bilî  vana jî ku meriv zêdeyî hewceyên xwe serf bike.  

Di Qur’anê de ayeta 23an de îsraf di sê ayetên din jî de bi awayê Bezrê derbas dibe.  Dînê îslamê dînekî navende ye, ji mensûbên xwe re jî rêyeke  navend vekiriye. Qeîde û distûrên daniye ku ji bo Însan karibe jîna xwe ya civakî  pê bidebirîne. Îslam di xerçkirinê de zêdehî û kemasî qedexe kiriye. Di xwarin, vexarin û lixwekirinê de, di bihurîna wext û umir de bi kurtahî di warê jiyanê tevî de ferman dike  ku em ji îsrafê yanî ji xerçkirina ne di cihde em jê  dûrkevin.

Îsraf; Meriv perakî, malekî yan jî tiştekî zêdeyî  hewceyiya wê xerç bike. Yanî meriv di xerçkirinê de bêînsaf û bêsînor  be.  Îqtîsad çawa ne çikûsî ye, her wiha Îsraf jî ne camerî ye.

Bi maneyeke din israf, di riyên xerabiyê de xerckirina mal e.

 Xwedê teala gelek nîmet li evdê xwe kiriye ev mal û nîmet çawa, li ku, kengî û ji bo çi wê bê ne xerçkirin tev ji me re dîyar kiriye. Di xerçkirinê de dema meriv guh nede şîretê xweda û pêxemberê me xezîne jî têra meriv nake. Mesref ne li gorî xwesteka be, divê li gorî hewcedariya bê kirin. Heger qezenca me zêde bibe jî lazime xerçkirina me sînorên îhtîyacên me derbas neke. 

Resülê xweda (s) dibêje: Berya feqîrîyê qîymetê dewlemendiyê bizanibin” Belê lazim e em vê şîretê ji xwe re bikne distûr. Kesê li pêy vê şîretê nemeşe wê bixesire. Kî îqtîsadê bike xweda, wê wî dewlemend bike û kî jî bela wela bike xweda, wê wî feqîr bike.

Herwekî xweda di Qur’ana pîroz de wiha ferman dike:” Ew dema xerç dikin ne israfê û ne jî çikûsiyê dikin. Di navbêyna her du rêya de navendin” 

 Resülê xweda (s) dibêje: Kesê îqtîsadê bike feqîr nabe.”

Kesê malên xwe di rêya daxwazên nefsê , kibrê ango di rêyên şeytanî de xerç bike wî kesî îsraf kiriye, kesê di rêya xizmeta dîn de destgirtî û çikûsî kiri be xesiriye lêbelê  kesê ji bo na dînê xweda mal xerç bike wan qezenc kiriye.

“ Bixwin, vexwin bes israfê nekin bi rastî xweda ji Kesên musrîf hez nake.”  A’RAF: 32  

Di Îslamê de xwarin û vexarin li gorî îhtyaca hatiye diyar  kirin. Lewra em ne jibona xwarinê dijîn. Em ji bo na bijîn û nemrin em dixwin û vedwxin. Resülê xweda û pirê eshabên xwe di rojekê de tucarî du dana xwarin nexarine, belkî bi dest wan jî neketiye. Çimkî ew ne ji bo xwarin û vexarinê dijiyan. Ji ber vê Resülê xweda dibêje: “ Çi tiştê nefsa te bixwaze tu bidê ew israf e.”

 Dînê îslamê jibona pêşiya îsrafê bigre gelek tedbîr sitendine. Wek mînak Resülê xweda dibêje : “ Heger yek ji we li kêleka behrekê destmêj bigre jî wê avê  îsraf  mekin.

“ Mafê meriva bidin, yên muhtac û li rêmayî jî. Û  li cihê hewceyî pê tunebe îsrafê neke.

Bêguman kesê musrîf dost û birayê şeytanın. Şeytan jî li hember Rebbê xwe gelek nankor e.” ÎSRA: 26--27

Resûlê xweda (s) : “ Bixwin vexwin, li xwe kin, sedeqê jî bidin;  Bes xwe ji israf û Kibrê  biparêzin.”

“Xweda mal û ilim dide evdekî xwe, ew evdê wî ji heraman xwe diparêze, malbata xwe kêfxeş dike, kesê di malê wî de heqê wan heye zane û heqê wan dide wan. Xweda jî vî evdê xwe dixe cenneta herî li jor.”

“ Du tişt hene ku xweda yekê yan jî her du ya bide mirovekî di cih de ye, meriv dilê xwe bibijîne van her du tiştan. 

Xweda ilmê îslamê  dide mirovekî, ew mirov jî li gorî vî ilmî dimeşe. 

Xweda mal dide mirovekî û ew mirov jî vî malên xwe di rêya xweda de weke wî xwestiye feda dike.” MUSLÎM

   İsraf ne xerçkirina mal û firaxa bi tenê ye. Bêguman di çi kar û barî de meriv zêdeyî pêdiviya xwe xerç bike ew israf e. Lazim e meriv israf û çikûsiyê ji hev nas bike. Yanî ji Hêlekê ve dema meriv zerarê israfê tîne ziman ji hêladin ve meriv ne çikûs û bexîl be. Di vê derbarê de jî xweda wiha ferman dike:

“ Destê xwe ji qelsî navêje stuyê xwe ( ne destgirtî be) û bi temamî ne destvekirî be jî  Piştre tê bê lomandin û destvala li cihê xwe rûnê.” ÎSRA: 29

“Ew  dema xerç dikin, îsrafê û çikûsiyê nakin. Di navbera her du halî, rêyeke navend digrin” FURQAN: 67

Îsraf , bi xerçkirina zêdeyî ku îslamê munasîb nedîtîye tê meydanê. Ji bo na civakeke li xwe miqate ( lüks) îsraf kaniya şer û güneha ye. Di vê derbarê de tiştê pêdiviya wan tuneye meriv bikire îsraf e. Qapîtalîzmê civakeke ça’vbirçî û bi hêrs derxistiye holê. Armanc û hedefa Îslamê ku daxwazê însanî maddî bikşîne meydana manewî. Ji ber vêna mirovekî misilman lazime ji tiştê helal û paqij xerç bike, têkiliyî herama nebe û  ji tiştê bêxêr bireve.

Dînê îslamê bi israfê hem mülkîyeta xisûsî muhafaza dike û hem jî sînorekî li bergîya serwet û malên misilmana datîne. Bi vî awayî mafê civakê jî muhafaza dike.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê JI BO RÊXISTINKARAN SIRA SERKEFTINÊ
Ê Li Pey SÊ KESÊN Dİ ŞİKEFTÊ DE MEHSUR MABUN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.