WEFAYÎ Û DU HELBESTÊN WÎ

Article

Navê wî yê eslî 'Ebdurreḥîmê kurê Mela Ẋefûrê kurê Mela Nesrrulla ye.  Di nav xelkê de bi leqeba Mîrza 'Ebdurreḥîm berniyas bûye. Wek mexles di helbestên xwe de navê “Wefayî” bikar anîye.

'Ebdurreḥîm li bajêrê Sablaẋ /Mehabad di sala 1844an de ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî û bernameya ḥucreya mizgeftê di zanistên Îslamî û zimanê 'Erebî de  li Mehabadê qedandiye,  her li wir jî îcaza melayetî sitandiye.  Lê ew di nav xelkê de wek Mela nehatiye nasandin û tenê bi navê Mîrza hatiye naskirin. Ta nûke hîç belgeyek nîne ku melatîya Wefayî destnîşan bike. Lê belê Wefayî medreseka taybet hebûye û di nav wê medresê da ders daye zarok û xwendevanan.

Wefayî bi dersdanê jiyan a xwe derbas kiriye,  zekat û serfitre ji kes nestandiye. Her wiha wî  Mi'aşê feqêyanî jî nexwastiye.

Şêx 'Ubeydullahê Nehrî gelek ji helbestên wefayî ḥez kiriye û her di wê rêkê jî wî nas kiriye, jiber hendê Wefayî gelek ji şêx 'Ubeydullah nêz bûye û çend salan li cem wî jiya ye, helbest bo wî xwendîye û herwiha bûye sekretêrê şêx û serpereşitîya karûbarê nivîsînên wî kiriye.

Helbestvanê me, sefera ḥecê kiriye û sê caran çûye ḥecê. Di hinek rîwayetan de dibêjin ku wî digel Pîremêrdî û Şêx Se'îdê Ḥefîd bi rêka Stenbolê seferê ḥecê kiriye. Her di rêka vegerê de li Ḥîcazê Wefayî nexweş dikve û li sala 1902yan diçe ber reḥma Xwudê.

Wefayî xudanê dîwanekî ye bi zimanê Kurdî.  Pertukekî wî ya menzûmî jî heye bi navê Tuḥfet-ul Murîdîn. Wî di berhemên xwe de pesnê şêxê xwe ê bi navê Şêx 'Ubeydullahê Nehrîyê Şemdînanî daye.

 

(1)

Ey dill were hoşyar bibe, haza terîq-ul' aşiqîn[1]

Meḥwî cemalî yar bibe,[2] haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Lem lawe[3] giryey nay û ney, lewlawe xendey[4] camî mey

Agir le 'alem berbidey[5], haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Carê[6] le çawan[7] bigre xew, bigrî be nalley nîwe şew[8]

Ta bête der[9] xurşîdî new[10], haza terîq-ul aşîqîn

 

Şorî dill û sozî derûn, zûxawî cerg û mewcî xûn

Xwênî geş û firmêskî rûn, haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Ta dill nesûtê dem be dem, fanî nebê ser ta qedem

Perwane qet nagat e şem, haza terîq-ul ‘aşiqîn[11]

 

Ta çaw û dill xwên bar nekey, qet'î hemû eẋyar nekey

Fikrî wîsalî yar nekey, haza terîq-ul ‘aşiqîn[12]

 

'Aşiq debê mestane bê, xakî derî meyxane bê

Saqî le kin peymane bê, haza terîq-ul ‘aşiqîn[13]

 

Ger dillguşa badî seba[14], şerḥî dill im bo gull neba

'Umrî 'ezîz im çû be ba[15], haza terîq-ul 'aşiqîn

 

Sûta[16] derûn im ser be ser, xwênîn dille can û ciger

Cîsmêke bê îsm û eser, haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Dîsan le ser 'ehdî Elest[17], camê le canan bigre dest

Her ta ebed mexmûr û mest, haza terîq-ul aşiqîn

 

Dêwane û sewdaser im, kujrawî ẋemzey[18] dilber im

Dill pirr[19] le êşî neşter im, haza terîq-ul aşiqîn

 

Çawim be sozî dill terr e, deryayî aw[20] û awirr[21] e

Mutirîb billê[22] saqî were, haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Perwane xoy awîte best, fermoy[23] çira mexmûr û mest

Wesl im[24] be sûtan dête dest, haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Bulbul denallênê ḥezîn, gull dête 'îşwe û pêkenîn[25]

Bigirî be sozî ateşîn, haza terîq-ul ‘aşiqîn

 

Çî[26] wek wefayî bende ye? Lew baẋî dill gull xende ye?

Bew came Xizirî zînde ye? Haza terîq-ul ‘aşiqîn


 

(2)

Roḥ im be fîdat ey gulî gulzarî Medîne

Lutf it hebê rû wa bike meqsûdî me dîn e[27]

 

Bew cêge buîte şeref û qurb û meqam it

Lutf it bibê bimbexşe were curmê me bîne[28]

 

Derman meke, hatûme ḥekîmî hemû derdan!

Derman bike cergim ke hemû kone birîn e[29]

 

'Umrêke denallim be umêdî gullî zar it

Carêkî bifermû ke çi hawar e? Çi şîn e?[30]

 

Ferzen hemû dunya min û 'umirî Xizir im bû

Bê cennetî ruyî to çi ḥeyatêke? Çi jîn e?[31]

 

Îḥsanî gull û xakî derî pakî le çaw da

Boyê ke felek ta heye çawî le zemîn e

 

Rewşen bike çaw im be kilî xakî derî xot

Bew 'îzzete ferşî qedem it 'erşî berîn e[32]

 

Zulf it le dû la şad û guşadin be cemal it

Kiwa ehlî şîmalî? hemû esḥabî yemîn e[33]

 

Mewqûfî nîgahêke bifermû be terreḥḥum

Jengawî ye awî nîye awêneyî sîne[34]

 

Pabendî îşarêke derî ke le derûn im

Xudbînî û buxl û ḥesed û nîxwet û kîne[35]

 

Bew xall û xet û sûrretî gîsuwî hete

Ḥeqi yemanî ke perêşanî senemxaneyî çîn e

 

Naydem be hemû dewletî dinya û qiyamet

Carê be Wefayî ke billê kelbî emîn e[36]

 

 



[1] Haza terîq-ul 'aşîqîn: Ha ev rêka aşiqan e.

[2] Meḥwî cemalî yar bibe: Di nav cemal û xoşikiya yar de tu bihelê.

[3] Lem lawe: Li wê aliyê

[4] Xende: Tebessum

[5] Agir le 'alem berbidey: Xelkê bişewtîne

[6] Carê: Carekey. Gavekey

[7] Çawan: Çavan

[8] Nîwe şew: Nîvê şevê

[9] Bête der: Derkeve der

[10] Xurşîdî new: Rojek a taze

[11] Ta dil neşewte hemî gav, ser ta pê fanî nebe, perwana qet nagehîje şem’ê.

[12] Ta çav û dil ji xwîn tijî nekî, terka hemî kesan nekî, êdî wîsala yar bila neyê bîra te.

[13] ‘Aşiq gereke mest be, bibe axê ber derê meyxaneyê, saqî li ba wî Peyman bide..

[14] Badî seba: Bayê sibehê, bayê ku di destpêka biharê de hûrik û hênik dimilmile

[15] ‘Umrê min ket ber bayê

[16] Sûta: Şewutî

[17] 'Ehdî Elest: Peymana Elest,  wextê Xwudê ji merovan ra got Elest û bîrebbikum? (Ma ez ne Rebbê we me?) Wan jî got: Belê.

[18] Ẋemze: Nîgar, îşarat

[19] Pirr: Tijî

[20] Aw: Av

[21] Awir: Agir

[22] Billê: Bibêjê

[23] Fermoy :Wî got

[24] Wesl im: Weslê min

[25] Pêkenîn: Kenîn

[26] Çî: Çi tişt, Çi kes

[27] Rûhê min qurbana te be ey gulê nêv baxê Medîne! Mebest pêxember e. Lutfekê te hebe û berê xwe bide me, mebesta me tenê dîn e.

[28] Bi wî cihê ku bûye meqamê we, te lutif bike û biborîne û li qusûra me nemêzîne.

[29] Me dernexe derve, ez hatime nik te û tu hekîmê hemî derdan î, cigerê min tedawî û îlac bike kû hemû birînên kevnin.

[30] Ez bi qasî ‘umrekî dinalim ta bigehîjime te, tu mîna gulê yî, tenê carekî tu kerem bike bêje ev çi hawar û ev çi şîn e.

[31] Eger hemî dunya ya min be û min ‘umrê xizir jî hebe, eger ez neghîjme bihuşta rûyê te, wê çaxê ev çi heyat û çi jîn e?

[32] Çavê min rûşen bike bi kilê axê ber deriyê te, bi vê îzzetê ferş û xaliyê bin linge te mîna ‘erş fire ye.

[33] Zulfa te ji ber cemala te ji dû aliyan pir kêfxweşin, kanî ehlê bakûra wê? Ku hemî eshabê yemîn in.

[34] Helwesta temaşayeka te tu kerem bike û carekê ji min ra şefqetekî bike. Sîneya min mîna ayine ye û tijîye ji jengê û avê wî tune ye.

[35] Ez hewcedarê bi îşaretekî we me, bi îşareta we tu dikarî bexîlî û kîbr û hesedê ji derûnê min derxî derve.

[36] Eger tu carekî ji Wefayî ra bêjî: Kelb û kuçikê emîn, ez wê gotinê nadim bi hemû dunyayê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê Helbestvanek Ji Kurdistana Rojhelat Ḥerîq û Sê Helbestên Wî
Ê Li Pey TEXMÎSEK Lİ SER HELBESTEKÎ NALÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.