XEBERA SEFERBERLÎGÊ HAT GUNDÊ ME

Article

 

                Kalkê me Mela Birahîm, keserek ji dil kişand. Ên li dorê sewal kirin, gotin çer bû seydayê min? Go; “law dîsa çûna seferberliga min û mirina hevalê min hat bîra min” Û devam kir: Sal 1945, ğela ye. Xweşkî nan tunebû ku em bixun. Em ketibûn heyra zarokê xwe di wê ğelayê de. Û esker carna dihat gund û li genim digeryan. Ji ber wê jî gundîyan qûtê mala xwe vedişart. Di halkî wer de rokî xeber hat, go çûna we ya seferberligê derketye. Me li navan nêrî, em penç heb pismamê hev bûn. Ez Mela Birahîm, ‘Elî, Sîno, Sadiq û Qadiro bûn. Cendirmeya girtin ser gund û gotin hazirîya xwe bikin, emê herin seferberligê. Me di zemankî hindik da hazirîya xwe kir û em li jîpa eskera sar hatin û em birin Hasankaleyê. Li vê derê esker top dikirin.

                Piştî vê bi heftakî em birin sînor, em hazirîya herbê dikin. Lê nan xweşkî tunebû. Esker pir birçîbû. Qûtê wan têra wan nedikir. Ji ber vê jî esker ji herbê bêtir li xwarinê difikirîn.  Bi vî halê birçî mehek derbas bû. Piştî mehekê xwarin hema bi temamî qut bû. Esker di hundurê qampê da dikira ji birçîna bimrana. Gelek esker ji qampê revîyan. Me her penc pismama jî qerara xwe da û me go emê ji vê qampê birevin. Yana emê ji birçîna bimrin. Şev zîz bû û em derketin dervê qampê. Texmînî me berê xwe da çolê. Bi şev hey em meşîyan. Bû sibe,  me nêrî em li çolek kesek tuneyê ne. Em li sînorê Îranê me berê xwe dabû çola Hekaryê.

                Sê roj e zewêde bi devê me nebûye. Me gîhayê çolê çi bidîya dixwar. Piştî vê xwarina gîhaya, nava me çû û em giş zikêşî bûn. Qudûmê me nema duşuğulin. Lê mi digo; birano gerek em bi hawakî bighên Carbekir. Lewra ku em bighêştana Carbekir, bi şiklekî emê bighîştana gundê xwe Xana Zembûr. Û  min ji hevalê xwe re got, law hebkî dî ğeyretê bikin….

Di wê çola de çar rojê me derbas bûn. Lê qudûmê keskî ji me nema duşuğulî ji birçînan. Ji ber nava me jî diçû, me nema karibû gîha jî bixwara. Carkî mi serê xwe rakir, dilê mi kir gupegup. Lewra min nêrî Carbekir xuya kir. Min ban Sadiq û ‘Elî kir. Sîno û Qadiro hebkî dî li paş mabûn. Mi dengekî bi hêla bangî wan jî kir. Lewra gişa xwe avêtibû erdê. Û digotin em nema karin bimeşin. Hem ji tîna û hem jî ji birçîna ji taqetê ketibûn. Min çiqas di ber wan da jî dîsa xwe tev nedan…

 Piştî wî halê pismaman, min got gerek ez xwe bighînim Carbekirê. Lê qudûmê min jî nema dişuğulî. Min hêz da xwe û ez bi zorê meşîyam. Qederê saetekî meşîyam û min dît gundik xuya bû. Mi rast xwe li gund girt. Ez bi halkî pir xerab gihaştim nav gund. Min dît însan li ser tişkî top bûne. Min jî berê xwe da wan însana û ez çûm cem wan. Min dît hespik mirarbûyî û herkes perçak goşt ji xwe re jêdikin. E jî çûm cem wan û min kêra yekî xwest û perçak goşt min ji xwe re jêkir.

                Goştê min di destê min de, min bala xwe da dora xwe. Min dît xanîkî xerabe heye. Ez çûm wî xanîyê xerabe û min tifika xwe çêkir. Agir bi min ra hebû. Çaqmaqekî muxtarê bavê min ji min ra mabû. Min wê çaqmaqê xwe derxist û agir dada. Wexta min goştê xwe avêt ser agir, min dît ji dawya vî xanîyê xerabe kalokî hizhizî derket û hat ber tifikê rûnişt. Min hê li vî kalî dinêrî, min dît yekî din jî wek wî kalî ji dawyê derket û ew jî hat kêleka min a din. Û li goştê min dinêrin. Deng ji wan nedihat. Piştî goşt birijî, min dît kalokî ji kalokî din re got; Ma bijî bû… Ê dî got bijî bû… Ez hem ji wan tirsîyam û hem jî ji birçîna canê xwe, min goştê xwe xist dawa xwe û ez revîyam.

                Piştî min wî goşta xwar, ruh bi min va hat û wê şevê min îstîrahet kir. Bû sibe, min berê xwe da Carbekir û ez meşîyam. Ber muğurbe ez gihaştim Carbekir. Li Carbekirê karvanik min dît, go em derin Şemrex. Lê sibê wê birêketana. Heta sibê ez li wir mam. Û bû sibe karwan bi rêket. Karwan limêja ‘eşa gihaşt Şemrex. Min berê xwe da Xana Zembûr gundê xwe. Gundê me nêzîkî Şemrexêye. Bi meşê sa’etekî mere dighêjê. Ez çûm ber deryê xwe. Min li derî xist û dîya min derî vekir. Ji kêfa qêrînik bi dîya min ket. Mal giş li min kom bûn. Û gundî giş hatin dora min. Gişa li çavê min dinêrî. Hê bi dev negotibûn, lê bi çavan pismamê min sewal dikirin. Min jî deng nedikir. Bavê Sîno rabû go; “Birahîm, ka hevalê te yê din?” Min dîsa deng nekir. Dîya ‘Elî got; “kurê min, hevalê te çer bûn.” Min got hal û wezyet ji wir heta vir e. Heta destê sibê, wan suwal kir û min jî cewab da. Herkesî sukût kir. Ûmûdek bi wan re çêbûbû. Lê ew ûmûd hîç şîn nehat. Lewra dûre me fam kir ku giş li wê çolê miribûn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê TIVINGA BAVÊ MIN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.