BI AZANÊ RE GIRIYAN XELKÊ MEDÎNÊ Û XELKÊ ME

Article

Resûlê xweda (‘eleyhîsselatû wesselam) dema ji vê dinya fanî bar dike eshabê wî bi roja şîn û hiznê dikşînin.  Di dû wî re Medîne reş bibû li ber çavê wan. Lewra ça’vê wan bar nedibu li neqebên Medînê yê Resûlûllah tê da meşîya bû bimeşin. Yek ji van sehaba jî Bîlal bû.

Di pêy wefata Resûlê xweda re,  bajarê Medîne êdî ji Bîlal re teng bibû. Lewra ça’vê wî bar nedibû di neqebê bajêr yê Resûlullah di wan de meşîya bu herew were. Neqebê Medînê, ca’dê wê, dar û devîyê wê, bi Kurtahî her derê wê berdilkê wî tanî bîra wî. Bîlal nema dixwest  li mizgefta Pêxember azan bide. Lewra çi dema digot “Eşhedû enne Mûhemmeder- Resûlullah” dengê wî di qirika wî de ditebiqî, nikaribû azan xilas biek, nivco dima.

Ew Medîna hewqas şêrîn li ber çavê wî reş bûbû. Bi ku de diçû şopa pêxember, ciyê rûniştina wî, meşa wî, suhbeta wî li ber çavê wî bican dibû. Dixwest ji Medînê derkeve, hic bibe, ‘emrê xwe ye paşî bi cîhad a di riya xweda biborîne. Belê; dixwest Kedera mirina pêxember bi ceng û cîhadê ji bîr bike.

Diçe ba Xelîfe desturê dixwaze jibo here Şam ê. Xelîfê duyemîn Hz. Ebu Bekir destura wî ya çunê nade.

Bîlal dibêje: Ya Emîrel mumînin! Heger te ji bo nefsa xwe min rizgar kiribe, bêgûman cenabê te dikare min li vêderê heps bike, na ku te ji bo Xweda min azad kiribe destûra min ya çunê bide. Hz. Ebu Bekir fêm dike Bîlal ji çûnê re pir dilxwazê, radibe destûra wî dide.

Bîlal xwe kar dike û dilşikestî ji Medînê derdikeve,  Ew Medîna jê hez dikir êdî ji bona wî bibû  bajarekî xerîb, Mekke jî îdî ji birînê wî re nedibû derman, qirara xwe dide dikeve riya bajarê Şam ê.

Bîlal heta dimre venagere Medînê li Şamê jîna xwe didomîne . Di vê navberê de sal derbas dibin, rojekê berdilkê wî diçe xewna wî û dibêje wî: “Bîlal! Ev çi bêwefatîye wiha? Qey te min ji bîr kir? Çima rojekê tu nayê zîyareta min?”

Bîlal Çawa hişyar dibe, ji bo here berdilkê xwe bibîne li deva xwe suwar dibe dikeve riya Medînê.  Ewil diçe Ser tirba berdilkê xwe, digrî digrî digrî; rojên borî wek şirîta filmekî di ber ça’vê wî de derbas dibin. Di pêy re diçe dibe  mêvanê Hz ‘Elî. Gelek sahabe jibo azan bide teklîfê lê dikin. Bes Muezzinê pêxember teklîfa wan qebûl nake. Bîlal piştî wefata pêxember azan li xwe qedexe kiribû. Hesen û Huseyn nevyê pêxember bûn û li ser çongê wî mezin bibûn. Herdû lavayî Bîlal dikin ji bo azana sibê buxwîne. Bîlal nexwest dilê wan bişkîne, teklîfa wan qebûl kir.

Şefeqa serê sibehê bi dilekî şikestî diçe Mescida nebewî bi dengekî ta’l dibêje “Ellahû Ekber! Ellahû Ekber” Dengê azana Bîlal bajêr dihejîne, dema dibêje: “Eşhedu en la îlahe İllallah” Dengê wî ditebiqe, azan dîsa nîvco dimîne, bes waweylak mezin li nava bajêr radibe, xelkê Medînê bi cezb û coş û bi heyecan ji nav nîvînê xwe dipengizin, bi cilê xwe yê şevê ji mala xwe dertên, nabînin çawa dighêjin mizgeftê. Ne şaş bûn, dengê ezanê yê hatibû, dengê Bîlalbû.

Lehzakê gûman kirin ku Resûlê xweda ‘eleyhîsselatû wesselam li jînê ye. Lewra Demên borî de dengê azana Bîlal his dikirin, diçûne mizgeftê, Resûlê xweda di mihrabê de didîtin,  boy nimêjê li pêy wî rêz dibûn. Azana Bîlal heyecanek mezin bikar anîbû li Medînê. BîlalAzana xwe nîvco hişt, kirnekir gotina “Eşhedû enne Mûhemmeder- Resûlullah” ji qirika wî dernekt.

Xelkê Medînê bi cezb û coş, bi eşq û heyecan ji malê xwe derketin, bi lez û bez çûn mizgetfê, di pêşerojê de dema denge azana Bîlal dihat wan, diçûn Mizgeftê, Pêxember‘eleyhîsselatû wesselam di mihrabê de ditîn. Kêlîkekê wefata pêxember  ji bîr kiribûn. Sehaba weke bi hev ra pêşbazîyê bikin ketibûn riya mizgeftê, dema gihîştin hundirê mizgeftê bala xwe dan mihrabê, belê berdilkê wan xuya nedikir. Muezzin li cihê xwe bû, îmam xuya nedikir. Careke din şîn danîn û giriyan heta riya wan ji Hêstirê ça’vê wan şil bû.

Gelo Bîlal çawa bêyî berdilkê xwe dê azan bixwenda, dilê wî debar nedkir. Dilê bi Muhemmed ‘eleyhîsselatû wesselam bi can bibûn çawa bêyî Wî li dengê muezzinê Wî dê guhdar bikira… û dema sibehê tav derket Bîlal di linge ling de Medîne terk kir, bi dilekî şikestî  dîsa vegerîya Şamê.

Bê gûman dîroka azanê di nava gelê Kürd û Tirk de jî nayê jibîr kirin. Dema navê azanê tê gotin qedexebûna wê di mejîyan de bi can dibe. Piştî sazkirina cumhurîyetê, azan ya bi zimane ‘Erebî  qedexe dibe. Û nêzî 19 sala bi Tirkî hat xwendin.  Di salan 1950 dema destûra xwendina wê tê dayînn, cara yekem li bajarê Qonya li mizgefta mezin di nimêja nîvro de Muezzin bi ‘Erebî dixwîne. Xelkê bajêr hemû terka îş û kare xwe dikin, guhdarîya azanê dikin, hemû xelk bi dilekî şewat digrî. Muezzin azana xwe xilas dike, xelk diçine ba wî û ji bo dîsa bxwîne recayê jê dikin. Muezzin carekî din dixwîne, xelk dîsa digrîn.

Ew roja ku qedexebuna li ser azanê hate rakirin hema hema li temamê bajarê Tirkîyê xelkê Musluman giriyan. Weke cejna qurbanê li bajarê Tirkîyê mislimanan qurban gorî kirin. Û ji minarê me, ew roj ev roj e azana Muhemmedî qet nebilya ye.

Mekke, Medînê û Hicaz; û di pêy wan re azan li temamê dinê bela bû.

Ey Bîlal! Ne Medîne bi tenê îro tevê dinê li hêvîya azana te ye. Belkî dengê me dernayê, daxwazê me yê civakî ‘Umerek tuneye ku bîne ziman. Û em ji qametek ku bi te re hesbîhal bikin mehrûm in.

Were îdî, em sitûxwar û şermîzar bûne di pêy we re.

Hewlê sibehê nema riyê mizgefta digrin muslumanê hemçax. Ça’vê me li derîyê rehmetê ye, li hêvîya azana Bilalî ye…

Roja Fetha Mezin, Bilalê Hebeşî dema derket ser beytê azan da, ew roj tevê pûta hatibûn şikandin, erda miqeddes ji pût û putperesta bi carekî azad û rizgar bûbû…

Ummet îro bi taybetî  çiqas mihtacê azanek wiha ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê DEYN Û QİRDÊ HESEN - 1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.