LI SER ZIMANÊ KALÊ XWE BEHSA QIYAMÊ

Article

    Navê min; Muhemmed Şenlîk”

Navê min; Muhemmed Şenlik e. Ez ji Çabaqçûr, navçeya Dara Hênê (Gêncê), ji gundê Muşçir, bi navê wîyê nû, gundê Dîreklî me.

        Kalê min ‘Umer hevaltîya qiyama Şêx Se’îd kir û pê re çû ser Dîyarbekir, dorpêçkirina şehrê qedîm. Piştî ku li Dîyarbekirê hîle li wan bû û leşkerê Şêx şikestin, kalê min ji fedaîyê Şêx bû û şerrê xwe dewam kirin. Lê belê ew fedekarî jî feyde nade û dorpêçkirina Dîyarbekirê radikin. Piştî îxaneta Qaso ku Şêx binçav dikin û li derê çîyê wî û hevalê wî dadilqînin, bi zulmekî bêhed bi ser xelkê herêmê ve tên. Kalê min wê zulma mezin jî bi tevî malbata xwe dibîne. Şevê zivistanê yên dirêj da ez li ber çokê kalê xwe rûdiniştim û min jê ew tiştê ku wî dîtibû guhdarî dikir. Û ez bi wan hedîsa mezin bûm.

      Min di medresa da tehsîl kir, ‘ilm xwend. Li pirê medresê herêmê ez gerîyam. Şêx Se’îd ‘alimekî bi ‘emelê xwe ‘amil û muderrîsêkî kamil bû. Medresê me piştî ‘îdama wî jî bi navê wî û qiyama wî şên û şahî bûn. Her daim ew dihate xeberdan û qala wesfê wî û kirinê wî dibû. ‘Alimê ku pê re qiyam kiribûn, dihatin medresê me û behsa qiyamê dikirin. Li ser wî min jî qiyam merak dikir û çi kesê ku di heqê qiyamê de zanîna wî hebû, min ew dida xeberdan û jê qiyam hîn dikir. Bi vî hawayî di heqê qiyamê de û paşeroja wê de zanîna min pir çêbû. Ezê behsa qiyamê û paşeroja wê ji we ra, bi zimanê şahida bikim.

        Kalê min ‘Umer, di gund da û li gundê der û dor pir dihat hezkirin. Piştî qiyama Şêx Se’îd ku komkujî li herêmê qedîyan, kalê min 36 salan muxtarîya gund dike. Jibo muxtarîyê jî ji dewletê mi’aş nastîne. Kalê min xwedî mal û dewlemend e. Di wê wextê de qolçî hebûn û li ser navê dewletê serê însan û heywana pere distendin. Perê her gundîyî tinebû û ji destê qolçîya te’de didîtin. Kalê min di ber wan kesan da jî cirmê wan dida. Kalê min di herêmê de dihat naskirin. Xwendina wî tinebû lê belê pir bi ‘edalet bû. Xelkê pirsgirêkê xwe dianîn bal wî û bi heqqanîyet çareser dikir.

        Kalê min gihaşt sala xwe ya 65an. Wî mi’aşê dewletê yên extîyarîyê qebûl nekir. Çewa mi’aşê muxtarîyê qebûl nekiribû. Apê min ji min xwestin ku ez pê re xeberdim û di heqê sitendina mi’aş da wî razî bikim. Min ji kalê xwe ra got: “Kalo ti çima mi’aş nagrî” wî ji mi ra got: “Lawê min em û dewlet neyar in. Me gula berîhev dane. Hûn jî ji min ra dibêjin ku here ji neyarê xwe ra destê xwe veke, ji bo pere bide te. Min heta niha ji neyarê xwe ra destê xwe venekirîye û min xwe muhtacî wan nekiriye û min xwe nekirîye bin minneta wan. Ji anha û pê de jî ez vîya nakim. Ew zen dikin ku bi dayîna mi’aşkî wê xwe bi me bidin ‘efukirin û emê jî ew zulma wan jibîr bikin û me bikin binê minneta xwe. Tiştekî wiha çê nabe. Me zulma wan jibîr nekirîye û emê jibir jî nekin.” Min got: “Kalo, dewlet li we zulm kirîye, heqê we xwarîye, ev jî di ber wan heqsizîya da heqê we ye” lê belê min ew razî nekir.

                                           Dîyarbekir Hat Dorpêçkirin

       Kalê min bi Şêx Se’îd ra diçe ser Dîyarbekir û dorpêç dikin. Li wir çi qewimî em bi zimanê kalê min hîn bikin. Kalê min wiha got:

        “Em bi Şêx ra çûn ser Dîyarbekir. Me dor li şehir girt. Derê sûra girtîbû. Hinik canfedayê Şêx û de’wa wî bi sûran va helkişîyan û ketin nav şehir. Di nav bajar da jî kesê hevaltîya qiyamê dikirin hebûn. Di wir da şerekî giran çê bû. Ew fedaîyê Şêx tev şehîd bûn. Di nav şehir da xayîntîke mezin pêk anîn. Hinik însanê xayîn, cilê leşkerê Şêx li xwe kirin û wan însana hicûmî mal û namûsa xelkê kirin. Xwestin ku di nezer xelkê da wan fê’lê nebaş kirine, yên leşkerê Şêx bidin nîşandan. Hinik xayîn jî waweyla kirin û bi şûnda revîyan. Di wê pîlanê da jî şikestina ‘ezma leşkerê qiyamê hebû. Dilxwazê qiyamê yên ku di nav bajar da bûn, wan bûyerê ne di rê de dîtin, dev ji şer berdan û ketin malê xwe, derê xwe girtin. Hinik însanê rast jî bi reva wan însanê firotî xapîyan û wan jî mewzîyê xwe terk kirin û ew jî revîyan. Şêx mecbûr ma, leşkerê xwe ji dora sûra rakir. Lewra di wê hengâme da leşkerê hikûmetê di ser sûran ra bi ser me da bomba dibarandin. Kes li dora sûrê nema, ji xeyrî komekî canfedayê Şêx. Ez jî di nav wan şervana da bûm. Em heta tev bi hevra nehatana kuştin me cihê xwe bernedida. Li ser serê me, ji qeza Gêncê Mistefayê Qot hebû. Îmanekî qewî li ser wî bû. Leşkerekî ji Şêx xeber anî û got: “Şêx dibêje, bira ji dor sûra vekişin. Mistefa ji wî leşkerî bawer nekir û me bi hevra şerrê xwe berdewam kir. Leşker topa davên me û li ber me yek bi yek hevalê me perçe dibin. Şêx nihêrt ku em cîhê xwe bernadin û dev ji şerr bernadin, şaşika sere xwe da destê qasidekî û ji me ra şand ku em ji wê der vekişin. Me şaşika şêx nas kir û li ser wê em jî vekişîyan.

     Şêx nihêrt ku hilê mezin ketin nav şerr û xelk jê zirar dibîne û ew li ser navê leşkerê qiyamê tê kirin, dorpêçkirina Dîyarbekirê rakir û li ser hatina leşkerê hikûmetê ji derve, ber bi çîya va leşkerê xwe bi şûnda kişand. Şêx Se’îd ji serîyye ya me yên Canfedayên qiyamê ji bo xwe çend însan neqandin ku li nêzî wî bin û wî biparêzin.

                                  Piştî Dîyarbekir Şerrê Me Yê Paşîn

         Şêx dorpêçkirina Dîyarbekir rakir. Leşkerê qiyamê ber bi navçeya Licê ve bi şûnda çû. Leşkerê Hikûmetê jî ji derva de teqwîye girt û bi ser me da hat. Em gihaştin herêma Beylenê. Li wê der, bi emrê Şêx me nîzama herbê girt. Me pişta xwe da çîyê û berê xwe jî da alî leşkerê Hikûmetê.

       Gundîyê der û dor xebera me bihîstin û li hewara me hatin. Hatibûn ku alîkarîya me bikin. Hinik gundî dar xistibûn destê xwe û hatibûn, hinik dasê kiribûn destê xwe û wiha digotin: “Emê îro sona leşkerê Kemal bînin.” Bi rastî ev fedekarîke mezin bû. Kê çi qefaltibû, bi dest xistibû û ‘xîret kiribû, hatibû alî Şêx. Bi rengê herba li hember Moskov. Lê belê artêşa hikûmetê nizamî bû. Ew bi dar û dasê bi ser me da nedihatin. Ew bi top û tivinga bi ser me da dihatin. Meriv li rewşa leşkerê Şêx dinhêrt, ji ‘eşq û şewqa wan, ji semîmiyeta wan hêstir davêtin çavê meriv. Di alî te’lîma leşkerî de tiştekî nizanibûn, li hember artêşa nîzamî wê nikaribûna herb bikin, ewçax hêstirê çava bi xwe dihatin xwarê. Wextê ku top biteqin, sîlihê tometîk gula bibarînin, halê ew însanê ku di dest da dar û das heye, ewê halê wan çibe.

      Artêşa Hikûmetê li hember me mewzî girt. Top teqîyan û gule bi ser me da weka tavîyê biharê barîn. Dest û pê û serê însan, di nav toz û dumanê de ber bi ‘ezman firîyan û car din bi ser me da barîyan. Gundîyê reben, ewê ku bi dar û dasê xwe hatibûn, ewê ku digotin emê heyfa Şêx ji leşkerê Kemal bistînin, lerz li wan ket. Ji gulê topa xwe dikirin pişt hev, vedişartin. Ewan zen dikirin ku bi şerê gundîkî ewê bi leşkerê Kemal re şer bikin. Eger bi şerê gundîkî bûya, rast e ewê leşkerê Kemal bi wan nikaribûya. Lê belê ev şerê kevir û dar û dasa nîne. Cenaze û xweyn ku ket ‘erdê lerz bi însana ket û revîyan. Ku ew însan dest bi revê kirin, însanê bi qerar jî ji reva wan tesir girt. Ji leşkerê Şêx ewê zanayê şerê germ û cephe jî ketin bin tesîra reva hevalê xwe. Ewan dîsa di mewzîyê xwe da sebir kirin û heta wextekî şer kirin. Lê belê zayîata wan pir çêdibû. Şêx destûr da ku leşkerê wî bi paş de vekişe. Ji wir bi şûnda îdî şerê cephe nehate dayîn. Şerê çîya, şerê kemîna, yên gêrîlla ku lêxe û bireve, dest pê kir.

      Şêx û çend hewalên xwe yên nêz, ewê biçûna Îranê. Piştî îstîşarê ew qerar dabûn, ji bo ku ev şer û micadele netefe, bê berdewamkirin lazim e serokê wê bê muhafezekirin. Ew ber bi Îranê va çûn û em jî ber bi çîyê va. Lê belê piştî wê îxanetê, Şêx hat derdestkirin. Ewçax leşkerê Hikûmetê li ser herêma me har bûn. Du ‘Elî miselletî ser herêmê kirin. Wan kê biqefalta dikuşt. Ew çax ez jî çum gund û min jî malbata xwe rakir û em ber bi alî Arıcak ve çûn. Me tiştê xwarinê li pişta xwe û –bibexşînin- li kerê xwe kir û ji gundê xwe derketin. Heywanê me yê ku bi pîyê xwe karibû bimeşe, ji bo xwarênê me wan jî bi xwe ra bir. Çi tiştê me yê ku mabûn me wana jî bir di şikeftê da veşart. Em çûn gundê Merzîl bi cî bûn û zemaneke dirêj li wê derbas kir.

      Piştî ku leşker ji herêma me kişîya, em jî hatin gundê xwe. Gundê me şewitandibûn. Ew wextê ku em ji gund derketibûn, me malê xwe yê zêde biribû çîyê di şikefta da veşartibû. Leşker xwe gihandibûn şikefta û temamê lazimatîyê me yê ku me li wir veşartibûn, şewitandibûn. Lihêf, doşek, balîf, çi tiştê ku di hundirê şikeftê de nehatibûn şewitandin, teva derxistibûn ber derê şikeftê û agir berdabûnê. Em hatin gund, zivistan bû. Malbata me 6 kes bûn. Lîbasê ser canê me û lihêfkî me hebû. Di şûna doşekê da me li binê xwe sapê gîya raxist û di bin lihêfekî de em şeş însan raketin. Bişev sar bû û me her yek goşekî lihêfê bi ser xwe da kaş dikir. Leşkera însanê ku kuştibûn ji xwe kuştibûn, kesê ku wek me li heyatê mabû jî tuneyîkî bi wî rengî dikişand. Ew tengasîyên me yên bi wî rengî bi salan dewam kirin. Dilê me ewê çewa li vê dewletê sipî bibe.”

    Kalê min piştî qiyamê neçûbû dervê welêt. Bi malbata xwe ra mabû û bi şeklekî ji şerrê dewletê pak mabû. Gelek însanê ku hevaltîya qiyamê kiribûn, çûbûn dervayê welat û nexasim binxet bûbûn. Pirê wan li Surîyê diman. Kurê Şêx Se’îd yê mezin, Şêx ‘Elî Riza jî binxet bûbû. Ew însanekî zanabû û wesfê seroktîyê tê de hebû. Umîda însanê dilxwazê qiyamê mabû Şêx ‘Elî Riza. Îmkana ku cardin li ser de’wa bavê xwe rêxistinkî bi hevxe hebû û kalê min jî tim guhê wî li wan bû ku xebereka xêrê ji wan bistîne.”

                                             Rewşa Binxetê Çi Bû

        Ji qomandanê Şêx Se’îd Şêx Şerîf hebû. Birakî Şêx Şerîf bi navê ‘Ebdûlhemîd hebû. Ew jî piştî ku qiyam li Tirkîyê hat tefandin, binxet bûbû. Piştî ku ji Surîyê hat, min bixwe ew dit û rewşa wana li wê der pirsî û wî jî ji min ra got:

     “Em piştî ‘îdama Şêx Se’îd û hevalê wî derbasî alî dewleta Sûrî bûn. Li wir di serî da haya me kesê ku li wê ji hev tinebû. Hikûmeta Surî em bi cî dikirin. Mi’amela miltecîya bi me ra dikir. Rojeke înê ji bo limêja cim’ê me xeber li hev belakir ku em bi hevra herin camîya Şamê yan Emevî limêj bikin û hevdû bibînin bê kî li wan deraye. Em çûn camîyê. Wextê xutbeyê min car dî ku Şêx ‘Elî Riza derket mînberê. Ew çax wek avekî germ bi serê min heta pîyê min da fena ku bê rêtin. Min ji xwe ra got; “Heywax! Li hember ew qas însan ewê Şêx ‘Elî Riza karibe de’wa bavê xwe bêkêmayî bibêje.” Şêx bi weqar derket mînberê û bi ‘erebîyeke fesîh dest bi şitexlandina xwe kir. De’wa bavê xwe got. Bi şeklekî kamil got ku min û temamê însanê li wê hazir bi girîn vekir. Piştî wê şitexilandina Şêx ‘Elî Riza îdî xelkê Sûrî li me xwedîtî kirin. Me li malê xwe bela kirin. Hewceyî bi hikûmetê nema.

       Paşê haya me kesê li wê der mihacîr ji hev çêbû. Li dor Şêx ‘Elî Riza em li hev civîyan. Di wî zemanî da Cemîyetê Eqwam hat em dîtin û li me teklif kir û got; “Ji xwe ra teşkilatekî çêkin ku navê wê hebe, serokê wê eşkere be, endamên wê yên daîmî û yêdek hebin. Jê re rêziknamekî çêkin. Şêx ‘Elî Riza li ser wê teklîfa wan me li hev ciwand û bi me ra şêwirî. Piştî raya me jî girt û bi wesfê seroktîya wê rêxistînê rêzikname bi destê xwe hazir kir û bi daxwaznamekî ra pêşkêşî wan kir. Ew jî li ser şixûlîn û gazî Şêx ‘Elî Riza kirin û wiha bersiv dan, gotin; “Em piştevanîya rêxistineke Îslamî nakin. Ji bo ku em bi we ra hevaltî bikin û we di mehkeme û hiquqa di nav dewletan da li hember Tirkîyê bi ser bixin, lazim e hûn rêxistineke Demokrat û neteweyî saz bikin” Li ser wî Şêx ‘Elî Riza ji wan re wiha got: “De’wa bavê min Îslamî bû, de’wa demokrasî û neteweyî nebû. Ez warisê de’wa bavê xwe me. Bi de’wa wî ra ticar xîyanetê nakim. Heta anha ew de’wa ku li ser dînê Îslamê hatîye meşandin, ji anha pêve jî ewê bi wî rengî berdewam bike. Li ser navê alîkarîyê ku hûn dixwazin me ji de’wa me dûr bikin yan jî ku hun zen dikin bi wî hawayî hunê fikra me ya Îslamê kor bikin, hun xwe dixapînin.

      Paşê wan li gorî xwe rêziknamekî li gorî xwe hazir kirin û dan Şêx. Şêx ‘Elî Riza jî me teva li hev civand û şêwra xwe kir. Hinik însanên di nav me da ‘acizîya xwe anîn ziman û gotin; “Em alîkarîya wan nebînin ji me ra zirar e. Qey heta kengî emê binxet bimînin. Şêx li ser wî ji me ra jî got ku ticar ji de’wa Îslamê ez li paş namînim û bi de’wa bavê xwe ra xiyanetê nakim welew ez bi tenê jî bimînim. Kaxidê wan çirand û avêt. Ewan kesê ku ‘acizîya xwe anîbûn zimên û digotin, lazim e em bi ya wan bikin, bi wan re ketin têkilîyê. Bi şeklê ku wan dixwest rêxistinekî avakirin. Serokê rêxistina xwe jî Yadîn ‘ecibandin. Paşê Îngîlîz di bin da dewleta Tirkîyê dît û ji wan re rewş got. Pê re jî niyeta xwe beyan kir ku ji qaçaxa ra ‘efwê derxin. Bi ‘efwê ewê tev werin malê xwe û nav zarok û malbata xwe. Ew çax ewê destê we rihet bighêje wan. Hûn çi bixwazin dikarin bi wan bikin, digot. Hikûmet bi wî hawayî kir û ferdê rêxistina nû tev hatin memleket, serokê xwe Yadîn tenê li wir hiştin. Pîlanê Îngîlîz cîh girt. Paşê Yadîn jî bi qaçaxî hat welêt û li herêma Çebeqçûr têkoşîna xwe berdewam kir ta ku hat qetilkirin.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Mehkeme Şêx Se’îd û Hevalê Wî
Ê Li Pey BIRÎNA ḤELEBÇÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.