DI DEWRA MERWANÎYAN DA MEYAFARQÎN

Article

Bajarê Meyafarqînê bajarek dildar bû. Gelek seyyah û hikumdar, evîndarê vî bajarî bûn. Di vê mijarê da helbestvanê namdar Mutenebbî wuha tîne ziman:

Ey gelî pêlewan û mîr û hikumdara guhdar bin

Ku rêya we biser Farqînê ket ne hucûmdar bin

Belkî wek çûka ku nêzikî çêlika xwe dibe bi şefqet bin

Ne bi çavkîndar û awir bin, bi per û baskê xwe jê ra star bin

….

Wek xwedîyê vê şî’ra hanê, gelek kes evîndarê vî bajarî bûn. Bajarê Meyafarqînê dilê Bazê kurê Dostik jî revand bû. Di pey mirina ‘Edûduddewle Buweyhî da Bazê kurê Dostik, xelkê li dora xwe civand di sala 983ê Mîladî (Hicri;373) da, Bazê (Bad) kûrê Dostik der û dora Meyafarqînê zevt kir û pey re girt ser Meyafarqînê. Meyafarqîn wê demê di destê emîrê Helebê Mîr Ebu-l Meâlî Sa’duddewlê kurê Seyfuddewlê Hemdanîya da bû. Ji ber ku peyayên Sa’duddevle yê kurê Seyfuddevle qels bûn, nedikarîn bajêr biparêzin. Çavê Bazê kurê Dostik li ser Meyafarqînê bû. Berîya ku Bazê kurê Dostik bigre ser Meyafarqînê, ji gellê bajêr ra nameyek nivîsand. Dilê wan stend û bext da wan ku ewê bi wan re qencî bike.

Resîm 1: Paytexta Bazê kurê Dostik; Meyafarqîn

 Li ser vê, xelkê bajêr pêşniyaza Baz li xwe pejirand. Bazê kurê Dostik hicûmek da ser Meyafarqînê, piştî hicûmê bajarê Meyafarqînê kete destê Bazê kurê Dostik. Û xanedana kurd ya misluman bi navê Merwanîya ava kir. Bazê kurê Dostik piştî ku Meyafarqînê zeft kir, birayê xwe yê Ebul Fewarîs Huseyîn kire walîyê bajêr. Bi leşkerên xwe ve bilî dibû û bi zeftkirina cî û deveran ve mijûl dibû. Ebu-l Fewarîsê birayê wî jî li Meyafarqînê ma. Ji ber ku sûrê bajêr nûjen kiriye, li ser çend ciyan yên sûrên Meyafarqînê, navê wî nivîsandî ye.(İbn-ül Athir, IX, 25; İbn-ul Ezreq, el-‘Adwad,49-52)

Stêrka suûda Meyafarqînê di dewra Merwanîya da şu’le da û geş bû. Di wê dewrê da navenda bajarê Meyafarqjînê, bû qonaxek ji qonaxên ‘alîm û şâ’îran. Her şev çîrokvan û dîrokvan civîn datanîn, bi çîrokî dîroka sehabên Pêxember (‘e.s.w) û hatina wan a bi zor û zehmet ji bajarê Medînê hetanî vir digotin. Û bi îftîxarî galgalîya sehabê Pêxember Cabanê (gavanê) Kurdî û xanima wî dîya me Zozan dikirin. Û wê pêlewanîya gellê Kurd ku di nav rûpelê dîrokê da qeydkirî bûn, dianîn ziman. ‘Âliman jî meclîsên şîret û şerî’etê dicivandin û bi zimanekî perwerdeyî qala hukmê Qur’an û sunneta Pêxember dikirin. Helal û heramê Îslamê bi gellê Meyafarqînê didan zanîn. Şa’iran jî di dîwana da bi helbest û stranan davêtin berhev. Carna bi ‘erbanê û carna jî bi bilûrê re helbest digotin. Bi zimanekî edebî behsa ‘işq û evîna mecazî û heqîqî dikirin. (İbn-i Şeddad;1-157)

Resîm 2: Meyafarqîn bûye navenda 'ilm û ‘îrfanê

Piştî mirina ‘Edududdewle di nav îdarevanên Buweyhîya da şerê text û seltenetîyê derket. Di vî şerê di nav Buweyhîyan da Samsamuddewle bi ser ket. Samsamuddewle piştî ku biser ket, du artêşê xwe yên leşkerîyên siwarî, bi ser Bazê kurê Dostik da şandin. Bazê kurê Dostik bi wesîla sîxorê xwe, jiber ku berê xebera vê artêşê girti bû, li pêşîya wan kemîn danî û ew meğlûb kirin. Pişt ra Bazê kurê Dostik, bi ser Mûsilê va girt û Mûsilê bi dest xist.

Bazê kurê Dostik roj bi roj herêma îdarevantîya xwe fire dikir û serwerîya xwe xurt dikir. Serkeftin û muzaffer bûna Baz, li hesabê serokên dewletên cîrana nedihat. Yek ji van serokan jî Samsamuddewle bû. Di sala 984ê Mîladî (374ê Hîcrî) di meha Tebaxê da Samsamuddewle artêşeke çekdar û serbazî bi ser Bazê kurê Dostik da şand. Di vê herb û cengê da Bazê kurê Dostik têk çû û ji Mûsilê revîya.(Tufantoz; s. 62-63)

Bazê kurê Dostik, ji Mûsilê hate bajarê Diyarbekr û dûv re wî artêşa xwe di bin teftîşê re derbas kir, kêmasîyên wê temam kirin û girte ser artêşa Samsamuddewle. Her dû artêş jî çi ji destê wan dihat, hêzên xwe dan şandan. Piştî vê têkoşîna giran, di nav xwe da sulhek çê kirin. Li gorî vê sûlhê rojavayê bajarê Diyarbekr û herêma Tûr Abîdin, dan Bazê kurê Dostik. (İbnu’l Ezrek, s. 72; Tufantoz, s. 63-64)

Bazê kurê Dostik, Meyafarqînê ji muhafizê Deylemiya paqij kiribû. Û herêma ku zevt kiribû, li dijî Samsamuddewleyê Buweyhî û li dijî wan zaryên Nasîruddewle yên ku zîvirîbûn Mûsilê parast. Û heta ku sax bû, herêm di destê xwe da hişt.

Piştî mirina Samsamuddewle, xanedana Hemdanîyan, ji teref du heb Mîr va dihat îdarekirin. Yek ji wan Ebû Tahir, ê din jî Ebû ‘Ebdullah bû. Ku herdû jî kurên Nesruddewle Hesenê kurê Hemdan bûn. Ev herdû bira, xanedana xwe bi hevra îdare dikir. Ev herdû bira, jibona welatê Bazê kurê Dostik jê bistînin, ajotin ser Bazê kurê Dostik û li pey gerîyan. Bazê kurê Dostik, şêl û niyeta van herdû bira fêm kiribû, jiber vî hawayî bidizî çû Tûr Abidînê. Li wê derê leşkerê xwe civand û derket pêşberê van herdû kurê Nasîruddewle. Di navbera herdû leşkeran da şer dest pêkir. Di vî şerî da hespê Bazê kurê Dostik ku bi navê “Qemer” bû, birîndar bû. Ji ber vî Bazê kurê Dostik, xwest xwe ji ser vî hespî, bavêje ser hespekî din, ji ber ku Bazê kurê Dostik merivekî girî zexm bû, hê negihîşt ser hespê din, li erdê ket û parxên wî şikestin. Yek ji wan kurên Nasîruddewle, jibo ji vê fersendê nemîne, hucûm da ser vî pêlewanî. Derba ‘ewîl rimeke du çetel avêtê. Dûvre bi şûr hucûm da serê û ew kuşt. Mîxfera serê wî derxist bê Bazê kurê Dostik e yan na, paşê dest û pîyê wî jêkirin û şandin Mûsilê. (Bi xêr dinivîseke me ya din da ez dixwazim serbixwe hinek behsa Bazê kurê Dostik bikim.)

Piştî mirina Bazê kurê Dostik, birazyê Bazê kurê Dostik Ebû ‘Elî Hesenê kurê Mervan, di sala 990ê mîladî (380ê Hicrî) da, îdarevantîya Meyafarqînê xist destê xwe. Bimînin di xêr û xweşîyê da…

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê DI DEWRA HEMDANÎYAN DA MEYYAFARQÎN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.