15ê Temûzê Sal 2016 Êvarê, Dehê Şevê

Article

Di hişê  gellê Tirkî de ev şev şeveke gellekî bi t’esîr bandore, Bê gûman şeveke dîrokî ye . Di vê şevê de ji 7’a ‘hetanî 70yî ti kes ne raza. ‘Hetanî sibehî. Ê ku li hemberî tv ya hişyarman qumanda di dest de ji vê qenalê xwe davêtin wê qenalê, da fêrbikin bê li welat çi diqewime. Gelo ewê îdara memleket têkeve destê kê? Kî wê biserkeve?

Bêgûman ev cîdal ji temamê qismên [camia] ku li Tirki dijîn re bê emsal e, muhîm e ‘hetta ehem e. Lê belê çepgîr ji vê gotina me jî derin. Lewra çepgîr li hemû derê cîhanê jibo bendetiya maldara [kapîtalîsta] her wext amadenin. Baxisûs çepgîrê ‘alema Îslamê. Ka em vegerin serê mijara xwe gelo çine ev bûyerên ku xewa temamên hemwelatîyan revandiye:

Şeytanê mezin ‘Emrîqa vê neqlê xwest ku bi destê xulamên xwe yî nû înqilabeke leşkerî li ‘hikumeta tirki bike.  Eman ha nebêjin xulamên nû kîne? Bê gûman dewleta hevrast û PKK-PYD ne. Li gorî têgotin ji sala 2012ya ji bûyera serekê Hakan FİDAN ku xwestin wî bikşînin îfadê hê ku serokwezîr di nexweşxanê de di nava destên cerra’han de ye. Amadetiya vê înqilabê dihate kirin. Lê di 15ê Temmûzê se’et di 03yê sibehê de wê dest bi dorpçkirina sazîyên mihin û sitratejîk kiribana. Lê bi sedem hinik sebebên ne diyar di 22.00ê şevê de rabûn pir êstenbolê yên ku Asyê û Ewrûpê bihev girêdidin ji alîkî vegirtin. Ji hêla din radyoya dewletê û Tv ya dewletê (TRT) xistin binê îdara xwe û bi darê zorê beyanateke eşqîyawarî dane xwendin.  Lê ti kesî îtîbar bi vê beyanatê nekir. Hê berya se’et bibe 24.00 serokwezîr  Bînalî YILDIRIM bi wasita telefona bêrîkê biizîndîibi tv ke  ‘husûsî re axivî û beyan kir ku tiştên di qewimin teşebbûsekî xeyrîmeşrû ye û ne bi fermana serekê leşkerî ye belkî belkî bi emrê sakinê Pensîlwanya bi destê komeke ji leşkera ye. Bêgûman wê bi şiddet bêne cezakirin. Di peyre serekê  artêşa yekem  bi waliyê Îstenbol re civînkê û beyanat dane tv’yê ku ewê bi van leşkerê eşqiya re mucadelê bikin.

 Di pey van beyanatan serokkomar jî beyanat dane tv.ya û xelq d’ewetî meydanan kirin. Vê d’ewetê cîh girt û xelq fewc bi fewc derketin sikaka û kolana  ‘heta bi wasîte û canê xwe balefirê sivîl û leşkerî dorpêç kirin û nehîştin ku ‘eşqiyayên leşkerî hedef û armancên xwe bibine serî û biserkevin. Lê ‘eşqiyayên Pensîlvanya jî dest girêdayî neman û ne sekinîn ji alîkî serekatiya leşkerî a Enqerê û serekê qurmaya Tirkî leşkerî işxal kirin û revandin qerergeha xwe. Li gorî beyanatên serokwezîr eşqiyayan xwestin ku beyanata xwe pê bidineqebûl û îmzekirin. Lê serok  Hûlûsi AKAR teslîmî xwestekên vana nebû ‘ heta xwestin ku bi bi şenqê wî bitirsînin lê dîsa  bi awan nekir. Ji lew beyanata wanî di TRT yê de t’esîr û bandor li xelqê nekir. 

Ji alîkî jî bi balêfirê leşkerê ku berê amade kiribûn û mu’htemelen ji amedê bi dest xistibûn êrîşî ser wan saziyên zabitî û leşkerî bi teqemeniyan dikirin.  Li qerergeha polisê taybet 47 kes qetil kirin. Ev ne besbû di dîroka tirkî de ku dîroka inqilabê leşkeriyê ti serek êşqiyayî nekiriye meclisa wekîlan bumbe baran kirin. Hê jî nebese li ser pira îstenbolê xelqê sivîl gulereşandî kirin, xwîna sivîlan rijandin. Êrîşî xaniyê ku serokkomar tê debetlana xwe diburand kirin 5 mihafizên taybet birînkırin, ketine odeka serokkomar, lê berî ku ewbê êrîşê serok birêketibû , di riya îstenbolê de bû.

Bi rastî pîlana wan bêqisûr dimeşiya amadeyiyeke gelekî mezin kiribûn heger biserketana ewê pêşî weke gindorê c’edeyê ziftî di ser wan kesê ku bi emrê ‘Emrîqa di 6-8ê Cotmehê de nehatin qelandin re derbasbibûna (hefezenellah) di dûre wê mensûbê ‘hikumetên  ê ku têkiliyên wanî qelbî bi serokkomar re hene îmha bikirana .Hê dûre wê m’eefên vî welatî bi temamî bikirna qurban jibo m’eefên ‘Emrîqa û îsraîl.

 Bêgûman vî welatî talûkak gelekî mezin bi alîkariya Xweda û ‘ezma xelqê misliman bi erzanî derbas kirin. Ev înqilaba leşkerî bi înqilaba sivîli guherî. Lê hê ‘hemû tişt ne qediyaye .

Pêwist e ku serokkomar û serokwezîr qedrê vê înqilabê baş bizanibin û li gorî qedrê  wê bi şev û bi roj li di jî van rêxistinên bendeyên dûwelên ‘xaçperestî bixebitin .Dîsa lazim e ku ‘hikumet diva rêperwerde xîyanetê wî de polîtîqanî nû jenbîne û jibonî perwerdehiyeke Îslamî û însanî gavên bêtirs û girîng bavê.  Encex ew çax hêdî hêdi xelq bizîvire bal însaniyet û îslamiyetê. Şixwe waye hikumetê destbi direjîyê vê rêxistina  bendeyê derve ê di ‘hemu dazîyen dewletê kiriye . 

Xweda Mumina Mûwefeq Bike.  

 

Nûreddîn Qoserî 

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Dîroka Ummetê Û 'Halê Ummetê -2
Ê Li Pey Darbeya 15ê Tîrmehê Me Çi Ders Hilgirt

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.