Me Çi Kir Me Li Serê Xwe Kir

Article

 

            Îro ev gelê kû em ji xwe re bira dibînin mafên me nedin me wê di wir de pirsgirêkin derkevin  holê. Piştî ev pisgirêkên me âlim û rewşenbîrên me xwe nedin pêş;  xortên me yên vê heremê wê bihevkevin.   Wê bikevin rêyeke kû di bin tengasîyê û ji bo lihevhatinê wê  ji derve li alîkarina bigerin. Di dîroka Îslamê de ev buyer çend caran qewîmiye û gelek evladê îslamê bûne xûlamên fileha. Îro nîjadperestî bûye nexweşîyek di nav me de.

Qewmê ji îslamê re gelek xizmet kirine jiber vêya her tim karesatan  dibînîn. Mixabin di vê pirsgirêkên em têdene devletên Emperyal, bi ewladê vî gelê me dileyîzîn, deste xwe didin pişta wan û xwedîtiyê li wan dikin.Ya rast ev lixwedîderketina wan ji bona berjewendiya xwe ye. Kesayetên bêqîymet dixine pêşgelê me û bi wan re dileyîzin. Ev xelkê bi sed sala biratî ji hev re kirine di bin vê siyaseta qirêj de dibin qurbana emperyala.

Heta  em hişê xwe nedin sere xwe em ê ji van  emperyalan re her tim bibin qurban û xûlam. Heger em dadmentiyê ji xwe re nekin pîvan em ê neheqiyê li hev bikin, çek û sîlahên emperyal çêdikin em ê li hev vegerînin. Ê tên kuştin û her tim  dimrin dîsa em in, lê meslehat ne ji me re ye. Me çi kir me li serê xwe kir. Em nebin yek, em ê bêne xwarin yek bi yek.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê TEFRÎKA
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    • "Kesayetên bêqîymet dixine pêşgelê me û bi wan re dileyîzin." Eger kesayetên bi qîymet bixin pêş gelê me ew çax em li dû wan herin?

    Zêdetir