SERHILDANA BEDLÎSÊ

Article

Ji bo ku Mesela Bedîûzzeman baş bê famê lazime em behsa serhildana wîlayeta Bedlîsê jî bikin û bidin zanîn. Lewra ew hedîse her çiqas di wexta îqtîdara Osmanîyan da pêk hatibe jî, hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê -ku giranîya wan xwedênenas, xerbperest, xefîfmeşreb û ehlê zewq û sefayê bûn- li ser bû. Zeman jî nêzî zemanê herba cîhana yekemîn bû, dunya li nav hev ketibû û geremoleke fikrî di zihnê gellan de hebû.  

Ji serhildana Bedlîsê re sê şexsîyetan pêşvantî kiribûn. Ew her sê şexsîyet jî ‘Alimên Medresa Xeyda bûn. Navê wan şêx û ‘Aliman; Mele Selîmê Dimilî, Şêx Şahabeddîn û birê wî Seyîd ‘Elî bû. Mele Selîm di sala 1913an da bo îttîfaqê li ser navê Şêx Şahabeddîn li temamê ‘Alimê herêmê gerîya. Mebesta vê gerrê lidarxistina serhildana li hember hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê û xweserî ya Gelê Kurd, baxusûs xweserîya wîlayeta Bedlîs a li ser îdare û hesasîyeta dînê Îslamê bû. Lewra di wê wextê de îdeologên hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê fikrê neteweperwerîyê derxistibûn pêş û ji xeyrî xwe kes qebûl nedikirin. Her roj hinkî din ji dînê Îslamê dûr diketin û noqî zewq û sefayê dibûn. Di wê wextê de dibe ku Mele Selîm bi xwe çûbe ba Ûstad Bedîûzzeman û wî jî ji wan re ew qene’et û fikrê xwe ê di derbarê biryara serhildanê de gotibe.

Di zemanê Îdrîsê Bedlîsî de li ser biratîya Îslamê xweserî dabûn gellê kurd û ew mûtabeqet 300 sal domîya. Ji ber ku Osmanî li ser qewlê wê biratîyê sekinîn; li dunyayê hukum kirin bi tevî Kurda gihaştin sînorê xweyê fire. Di serî da li nav xwe ‘edalet tesîs kirin, paş re li temamê cîhanê ‘edalet bela kirin. Bi rastî Mele Selîm û hevalê xwe tiştekî xerîb nedixwestin. Di nezera neteweperwerîya Îttîhad û Teraqqîyê de ew tişt xerîb û cûda dihat dîtin. Mesela Îdrîsê Bedlîsî meselekî cûda ye, lazim e bi nivîsek taybet li ser bê sekinandin. Meqseda me di vir da ferqlî ye, em bizvirin ser hedîsa xwe.

Pêşîvanên serhildana Bedlîsê, li ser qanunê şer’î dixwestin ku hukûmetkî Kurda bi serê xwe li Bedlîsê ava bikin. Li ser wê meqsedê bi navê “Rêxistina Îrşad” hereketek ava kirin û li ser wî navî dest  bi xebatek berfireh kirin. Wekî çewa wê di paş da li hember qiyama Şêx Se’îd bi pîlan û zanîn li Pîranê provaqasyonek çêkin û nehêlin ku hereketa Şêx Se‘îd bighê meqseda xwe, di destpêka wîladetê de bifetise, bo zulm û bêînsafî û qetliamên wan bibe behane û qoz; ‘eynî di serhildana Bedlîsê de jî pirovaqasyonek wisa kirin. Hê hereketa “Rêxistina Îrşadê”  ne gihîştibû meqseda xwe Mele Selîm bi provaqasyon û tehrîkek mezin hat girtin. 

Mele Selîm Hate Girtin Û Heqaretkî Mezin Lê Hat Kirin

Serhildana Bedlîsê di 8ê Adara sala 1914an da dest pê dike. Leşkerê hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê, Mele Selîm li Hîzanê binçav dikin. Leşker Mele Selîm digrin û ji bo bibin Bedlîsê bi rê dixin. Lê belê ew ‘alimê ku di herêmê de ewqas biqîmet e, bi qemçika hespê ve girê didin û dixwazin ku heta Bedlîsê wî wûsa bivin. Provaqatoran bi vê hereketê xwe di şexsê wî ‘alimî da heqaret li temamê Kurda dikirin. Ew sîyaseta Îttîhad û Teraqqîyê bû li hember tamamê Kurda. Xeber zû bela bû. Serîyek ji şervanên Kurda girtin pêşîya wan leşkera û hezîmet dan wan, hê Mele Selîm ne gihandibûn Bedlîsê ji dest wan derxistin û xelas kirin. Êdî mecbûrîyet hasil bûbû. Xeyr ji serhildanê tu rêkî din nema bû. Loma Mele Selîm derbasî serê şervanê xwe bû û di 12ê Nisanê de Bedlîs bi dest xist. Hukûmeta Îttîhad û Teraqqîyê li ser sitendina Bedlîsê pir tirsîya û ‘ecele kir. Qolordîya leşkera a nehemîn şand herêma serhildanê. Ji alîyekî din va jî însanên ku di herêmê de qedrê wan tên zanîn û serekê ‘eşîrane xwestin bikşînin ba xwe yan jî wan bêteref bihêlin. Ev jî exlaqê wanê her gav û zemanan bû. Di encama vê siyasetê de hereketa Bedlîsê jî hê ne gişîştibû mexseda xwe tefandin.

Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ji bo ku serhildan pir bela nebe, Îdare-î Örfîye (sikiyönetim) î’lan kir. Bi tevî Qolordîya nehemîn ji wîlayetê der û dor jî leşker anî ser Bedlîsê. Walîyê Bedlîsê Mazhar Beg, ji ber ku li hember serhildanê bêçare mabû ji wezîfê girtin û mutasarrifê Sêrtê Mustafa Abdulxalik anîn şûna wî. Însanên ku hê neketine sefê serhildanê sîlihê destê wan tev civandin. Li hember artêşa nîzamî, ji serokê serhildanê Seyîd ‘Elî bi tevî leşkerê di bin emrê wî de bûn vekişîn gundê Xaydayê. Di zemankî kin da jibo zayîat pirr çênebe teslîmî leşkerê hûkumetê bû. Pirr şexsîyetên serhildanê yên bi nav û qîmet hatin girtin. Mele Selîm, îltîcaî konsolosxana Rûs a li Bedlîsê kir. Leşkerê Hûkumetê dor li konsolosxanê girtin û bazara teslîmkirina Mele Selîm bi Ûris ra kirin. Wezîfedarê konsolosxana Ûris li ser berdana ajan û hinik leşker û merivê wanê bi qîmet ê ku li wîlayeta Trabzon girtîbûn, bazara xwe dikirin. Li ser berdana merivê wan wê Mele Selîm teslîmî wan bikirina. Serokên serhildanê ê ku îltîcaî konsolosxana Ûris kiribûn, bazara nav herdû terefa fêm kirin û li firseta çareserîyê geriyan. Şêx Şahabeddin bi tevî hinik hevalên xwe firseta revê dîtin û ji wir revîyan lê belê dîsa bi tevî hevalê xwe li sînorê Qafkas car din hatin girtin.  Kesên ku ew dîl girtin wan anîn Bedlîsê û di konsolosxana Ûris a Bedlîsê da zeft kirin. Piştî ku herba Cîhanê ya yekemîn dest pê kir di nav Împeretora Osmanî û Ûris da herba fî’lî destpêkir. Li ser wê, leşkerên Hûkumeta Îttîhad û Teraqqîyê ketin hundurê konsolosxanê, Mele Selîm û hevalê wî yê ku pê re mabûn qetil kirin. Şêx Şehabeddîn, birê wî Seyîd ‘Elî û pirê ‘Alim û rêzanê vî milletî dalqandin û kuştin.

Wexta wan bo daleqandinê bi bal sêdaran ve dibin, Seyid ‘Elî di ber xwe da digrî û hêstira dibarîne. Şêx Şehabeddin li ser birê xwe Seyîd ‘Elî dizvire û jê re wiha dibêje; “Birê min qey ti ji mirinê ditirsî ku ewqas hestirên çawan dibarînî.” Seyîd ‘Elî bi dilkî şewat, bi hêstirên çavan û bi hesretkî kûr li rûçikê kekê xwe yê mubarek dinhêre û weha dibêje: “Kekê! Wellahî ez ji mirinê natirsim. Û ez jibo xwe histira nabarînim. Lê belê qedrê te nehat zanîn, miletê me wê ji ‘alimekî wekî te mehrûm bimîne, loma ez mehzûn bûm û hêstira dibarînim.”

Zaliman herdû birayên ewladresûl bi hevra xeniqandin. Xelkê herêmê pirr mûteessîr bûn û ketin şoqê. Tesîra vê bûyera hezîn bi salan domîya. Gelê herêmê ti car wan ‘alima jibîr nekirin û xwe wek sûcdarê kuştina wan dîtin. Lewra bi hevra hevaltîya wî bikirina, dibû ku ew netîce çê nebûya. Bi wê mehcûbîyetê heta zemanê qiyama Şêx Se’îd man. Çi wexta qiyama Şêx Se’îd despê kir,  jibo ku gunekarîya li hember Şêx Şehabeddîn ji ser xwe rakin hevaltî bi qiyamê re kirin. Li ser Seyîda xelkê herêmê şê’r û sitran gotine. Emê li vir ji wan şê’ra du heba di vir da binivîsin.

“Qewlê Şex Şahabeddin[1]

Hey felekê, sed car hawar felekê,
Hawar dikim tu dey nakî
Hey felekê, sed car hawar felekê

Ehle romê li hev civîyane
Xwendin fermana seyîdane
Dayika Şêxa tu bilezîne
Xurca zêra bi xwer’ hilîne
Her Stembolê li têla xîne;

Têla li ser têla tu bişîne
Hedîkê ji waliyê re bişîne;
Belki hefwa mala Xewis bîne;
Van seyîda neşeniqîne;

Ez çûm Bedlisê gelî bi gelî
Jê derxistin cotik welî
Girtin Şêx Şahabedîn Seyid Elî

Avêt bi darê de.
Şerît qetîya ji alî Xwedê de
Xîret ne ma di Îslamê de.
Hey felekê, sed car hawar felekê

Çûm Bîtlîsê gelî bi gelî
Çûm Xeydayê gelî bi gelî
Jê derketin cotek welî
Jê derketin cotek welî
Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî
Şêx Şabettin Seyîd ‘Elî

Qewlê Şêx Şehabettîn[2]

Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin xewsêm bi darda kirin

Çûm Bitlîsê di kortê da
Dara qetlê di ortê da
Çûm ‘Xeydayê di kortê da
Dara zulmê di ortê da
Îdam kirin Şêx bi darê da
Îdam kirin Şêx bi darê da

Çûm Bîtlîsê çiya bi çiya
Çûm Xeydayê çiya bi çiya
Bi darda kiribûn cot ewlîya
Ji ba Xwedê kindir qetiya
Go bimbarek hew bi qete
Emrê Xudayêm qediya

Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin kekêm bi darda kirin

Ji Bîtlîsê çûm Tetwanê
Wey xewsê min li Hîzanê
Rêberê dîn û îmanê
Rabûye ji Kurdistanê
Serhildaye jibo Qur‘anê

Birin birin şêxêm birin
Birin birin kekêm birin
Birin şêxêm bi dar da kirin
Birin kekêm bi darda kirin



[1] Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi s. 261-262

[2] Arşîva Cevdet Karaman a taybet

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê SERHILDANA BEDLÎSÊ 1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.