Herba Surî

Article

Hemu kes dizanin ku li Kurdîstana Surî dengê banga şer û bihna xwînê tê.  Ji 2012 û virde parçê Kurdîstana lî Surî di bine zepta Pkkê de ye. Her çîqa ev amirtîya Pkk li ser Kurdîstanê bi eqlê Îranê muqîm bû. Lê dîsa ev heqîqetek e ku çeta Pkkê ê heta demekê wê li wir amir be. Dewleta Tirk a ku  ji navê Kurd re tehamula wê tuneye, ji Kurdistana Iraqê baş aqil wergirtîye, dixwaze ku navê Kurd li ser ruwê erdê neyê bihîstin. Ji ber vê kûla mezin a dewleta Tirk, çi dibe bera bibe divê navê Kurd lazime bê fetisandin. Reben nizanin ku tu kûl û derdê rêxistina Pkkê a mûrted tu cara ne bûye bilind kirina navê Kurd û Kurdîstanê. Armanca vê rêxistînê û axayê wê her dem ev e ku Kurdan ji nasnameya wanî  eslî ku mislimantî ye dûr bixin û wana bikin bende ji xwînmij û sîyonan re.

Lê tirs tirs e. Lewra armanca vê rêxîstînê çi dibe bera bibe. Di encamê de, ku rojekê "Xwedê neke" bi serkeve, ewê, parçeyekî mezin ê Kurdîstanê ji dewleta Tirk biqetîne. Ev jî ji bo Tirkên  bi xake ve zehf grêdayî re felaket e. Ji ber vê felaketê Tirk dîxwaze ku vê fikra parçekirina xaka  dewletê hê ne welidîye, bifetisîne. Di vê oxirê de çi ji destê dewletê bê, teqsîr nake, ewê bike. Dîsa ji ber vê tirsê ye ku dewleta Tirk li ber axayê xweyî sed salî Emrîka radibe û îsyan dike.

Her çîqa Emrîka bî sed delevîra dîxwaze weke berê Tirkan biawiqîne û bixapînê, lê vê carê navê Kurdan li 'holê ye. Xapê Emrîka bi kêr nayên.

Ev çend mih in ku Emrîka gotibû êdî ezê ji Surî derêm û piştgirîya PKK nakim, lê dîsa bî sedan barên tiran çek û cebilxane di ser Iraqê re jî pkkê re herîkandin. Tirkan ev rêzefilm berê temaşe kiribûn. Ji ber vî qasî bi şandina çek û sîla'hên mezin û komê leşkerî yê qerebalix bal bi sînorê PKKê bondor li ser Emrîka û PKKê domandin hetanî îro. Hat fêr kirin ku edî Tirk heneka nakin. Ha dest bi 'herbe kirin ha kirin. Şeytanê mezin mecburî xapne dî bû. Û got min 50 leşker ji Surî kişandin. Edî wexta vegera malê ye. Ji hêla dî ve, Pentagon di beje berjewendîyên DYA di 'himandina Pkkê de ye. Lazime em terka leşkerê xweyî sadiq nekin. Tirk dinere ku Emrîka bi rastî ji Surî derneketiye. Xwe dikişîne ku erîş bike lê hê destura axa Pentagon ne hatîye. Jî hêla dî jî Trump beyanat da medyayê ku serekê Tirk ewê di meha pêş de bibe mêvanê vî.Yanî heta wê demê lazime Tirk bi sekinin.  Pîştî serokê dewlet çû Emrîka belkî bi awakî me'hdud desturaTirk bidin ku çend gûnd û bajarokan ji Pkkê paqij bike. Ji xwe ev hem daxwaza Emrîka hem jî daxwaza Pkkê ye. Lewra ew çax pkk ji şerre dewleta Tirk emîn dibe. Ka em binerin. Bera a bi xêr bibe.

Dewleta Tirk dixwaze li Kurdistana Surî çi bike. Ev mijara nivîseke dî ye.Înşelleh.

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê Medreseyên Qosera Mêrdînê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.