Kurd û Kurdistan Çira Derman e?

Article

 

Di pişt dewlet a ‘Usmanîyan, îro sed sal e ummet cîhanê de -taybetî jî- Şerq a Navîn de mexdûr e; Kurd û Kurdistan hem mexdûr hem mehkûm e.

Heqîqet ev e; sedema çar û naçarîya ummetê; cehalet a millî û hîsabên ecnebîyan yên kûr e, yên Kurdan jî birayên wanê musilman in.  

Heqîqet a ewwil; zanîna wê pirsgirekê re keramet lazim nîne; bi aqlê selîm nêrandin û dîtin wê kula herêmê yên qedîm re bes e. Çareserî û derman a ewwil jî ev e. Heqîqet a duyemîn; bo vê kul a qedîm, tu caran gotin a rastî nehatîye gotin, nayê gotin. Sedem a negotina rastî jî du şaxin.

1-Yên hinekan gotinê wam tunin, nizanin. Gelek zanyar, lêkolînêr, camêr, mêr û mêrxwas bo vê bahsê xwedî derd nînin, bê derd û xem in; xwêya wan ziwaye.

2-Hinek jî naxwezin an jî nikarin bibêjin. Bo Enwa’ê tirs û menfîatên beyhûde, bahs a Kurd û Kurdistan nakin, wê meseleya giring naynin holê, serî por dikin, derî li ser vê behsê digrin; bi girtinê jî nasekinin girêka kor lêdixin. Her kes, pirsgirêka Kurdan jî çareserîya wî jî baş dizane lê belê gotin; mêranî, kezeb û ferasetê dixwezê.

Kurd û Kurdistan; pir zêde xwedî alîkar nînin lê belê Xudayê Alemê, kesê bêkesan e. Herçî derî li ser mesela bêkes û bindestan tê girtin, Rebbê Jorîn derîyek daha mezin, daha teşvîş û daha belkêş li ser doz a bêxwedî vedîke. Her wekî Filistîn, wekî Kurd û Kurdistan; wekî meqamên qudsî yên Hîcazê û wekî her meseleyên meçhûlên dîrokî.

Zulm û bêdadîyên li ser erdê; wekî xewnên xof yên şevên giran in; meriv naxwazê lê belê, her şev tên xewnên merivan. Kurdistan jî ev e; ummet ji bîrdike lê belê her şev tê xewn a ummetê û birayên mey ê Musilman. Pirsgirek a herêma me yên herî mezin Pirsgirêka Kurda ye lê belê dewletên herêmê, li ser vê “birîna mezin û vekirî gotin û şuxil” nake; nabîne û nabêje.

Mesela Kurd û Kurdistan, di cepheya zordarên cîhanê de wisa nîne. Ew, hem ji me xweştir dibîninn, hem ji me baştir deng û behs a wê dikin. Emperyalîst şev û roj li ser vê mesela kar û xebat dikin. Kurdistan, bo wan erazîyek munbît, menba’ek balkêş e.

Çare; bi cesaret behskirin a Kurd û Kurdistan e; bi çavê heqîqetê dîtin, bi terazîya dad û ‘edaletê pîvandin a vê derd û kul a biratî yên qedîm e.

Meydan a zimanşorîyê de wexta ku behs a Kurdistan dibe; temamên kolînêr û  zanayên dunyayê, li ser wê mexdurîyetê îttifaq dikin; dibêjin; lê belê meydan a sîlahşorî û Îcraatê de tu tiştek tune.

“Kurdistan di herêmê de; gerek bi “hiqûqek herêmî an navnetewî bête naskirin.”  Temamên sîyasetmedar, rîsipî û aqilmendê ehlê wîcdan; yên Tirk, ‘Ecem û ‘Ereb; heqq û hidûdên Kurdistanê qebuldikin.

Behs a Kurd jî, xeyrî “daxwezîyên Kurdistan” tiştek nîne. Gelê Kurd; li herêma Rojhilata Navîn; qewmek muqîm, dîrokî û şerîkê erda xwe ye. Kurd; ji welatek dûr û xerîbîyan nahatine wî erdî. Şaîr û zana çi xweş gotÎye:

 

“Hûn axa û dewlemend lê em kolew bende ne;

Ma ne rest e, em şerîkbin hûn dizê malê mene?”

 

Dema ku feth a Îslamî li Kurdistanê ava dibe; birayên me yê ‘Ereb, Tirk û ‘Ecem; li ser axa Kurdistanê, pêş her milletan Kurdan nasdikin; dibin heval, biratîya li ser Îslamîyetê bîna dikin.

Biratîya Kurdan; tevê tamamên ummetê li ser dîn û îman, li ser însaf û îzanê domkirîye. Tucaran, îxanet, bira firotan û bêbextî ji Kurda hasil nebîye.

Îbnî Esîr dibêje; “Îslamîyet, bi şûr û mertal nahatîye Kurdistanê..” 

Bi navê xîlafetîya Îslamîyetê, her kî “âla Îslamîyetê” bilindkirîye; gelê Kurd, esl û cinsê wan nepirsîye, temamên pirsgirekan de, ceng û cîdalan de alîkarîya wê qewmê kirîye. Ji vana re jî dîroka dinê şehîd e.

Veya jî heqîqetek dîrokîye; “qewmêk ala Îslamê bilindkirine, bîlaîstisna naskirina Kurd û Kurdistan bîla-qeyd û şert qebûlkirine.” Herêm a Kurdistan; dewra ‘Ereban, Selçûqî û ‘Usmanîyan, heta 23 Awrêl 1920an jî her herêmê zêdetir îstisnayên xwe hene; wekî herêmên azad têne naskirin; hiqûqa wî müstesna ye; navê herêmê re jî “Kurdistan” hatîye gotin; navê mebûsan re, “Meb’ûsên Herêm a Kurdsitan’e.” 

Bi vî avayî em dibêjin Kurdistan derman e.

Bo her hakîmîyetên mezin, yên Îslamî bûye sedem a yekîtîya devletê, bînakirina asayîşê, temîn û komkirin a şervanên dewletên Îslamî yên herêmê. Dewletên pêş Cumurîyet a Kemalîst; îksîr a biratî û aşîtîyê; dermanê serbilindî û serfirazbûnê daîm di Kurdistan û gelê Kurd de dîtine. Bo wî jî gelê Kurdistanê, “herêm a azad” qebûlkirin e; Kurd jî birayên vefakar, cefakar û çavreş naskirine.

Milletê zana, mîlletê Kurd tucaran dujmin nezanîne; heta dewra sekularîzma kamalîsta deccalî; neyartî û redd û înkar a Kurdan nehatîye kirin. Bo çi? Esalet û vefakarîya wî milletî;  mîna arê ocağê da bo roja dî tê vîsandinê, mîna wî zanîn e. Ev agira tevnedan e, heq û hiqûqên wî, goranê zeman dane.

Meclîs a Netewî ya Tirkîyayê ya yekemîn (23 Avrêl 1920), li ser biratîyû wekhevîyê hatibû avakirin. Li dû wî re Meclîs a netewî ya duyemîn li ser qewmîyeta Tirk hate avakirin; xeyrî netewa Tirk; redd û înkarîya temamên “netewan; mezheban, bawerîyan, zimanan..” hate kirin.

Qiyam a Şeyx Saîd Palevî, bo evan înkarîyan; bo betalbûna xîlafet a Îslamîyetê bû. Merkeza Dastana Şeyx Seîd de her çiqas gelê Kurd hebe jî ev teşmîlê ummetê ye. Cîhada Şeyxan, mela, axa û begên wî ezmanî, bo qanûnên xeyrî Îslamî bû. Serhildanên Kurd û Kurdistan yên heta Se’îdeyn; temamî ji bo zulma devletê, bo tecavuz a hidûdên Dînê Îslamê bû.

Îro; li Kurd û Kurdistanê heqîqetek dî jî heye; ev jî dused (200) salî şundatir îdî hereketên Kurd yên millî, yên li ser qewmîyetê avabûne hene. Evan hereketên Kurd û Kurdistanê; wekî hereketên her milletê, hinik bi çekdarî û çekbazî mucadele didin; hinik jî bêçekdarî, bi disturên dîmokratîk dimeşin.

Hal û hereket, dustûr û qanûn yên esasî yên dewletên herêma Kurdan; sed sal e Kurdistan înkar kirine, Kurd ji heq û hiqûqên millî de red kirin e. Ev redd û înkarîya Kurd û Kurdistan; hem bo herêmê, baxisûs ji bo Kurdan gelek birînên kûr peydahkirîye, ji mexdurîyetên herî mezin re bûne sebeb.

Daha muhîm û xeter a mezin jî ev e; gelek Kurd, ji rîya heqîqetê dûrxistin, hîssîyata Kurdan yên cahîlî şîyarkirin, ecenebî ji Kurdan re kirin heval.. Belkî gelek çîya û zozan xirab kirin lê belê deşt û bajar dest xwe derxistin; bend a bihes û qelban yên biratîya Îslamî birîn kirin...

Zimanê Kurdan înkarbû, qedexebû. Navê herêma “Kurdistan” gelek cî û caran înkarbû. Ev nava sebeba hereketên çekdarî û komkujîyê hat zanîn.

Mehabed; derdorê Barzan; Zîlan; Palo, Dersîm; Agirî hvd.. delîl û şahidên dîrokî ne. Bi destê dewletan terorîzm û komkujî çêbûye. Hestîw goristan qise nakin lê belê nîşan didin. Îro li her alîyê Kurdistanê; nalîn û gazîna evan pirsgîrekên dilsûz tê dîtin, tê bihîstin. Keramet şert nîne; kesên xwedî însaf û îz’an, j

Ji dirama Kurdistan re hemû şahid in. 

Bîlxasse serokwezîrê Tirkîyayê Receb Teyyîb Erdoğan îqrar kir ku; “li Dersimê 13 hezar kes bi destê hukumeta wî zemanî hatî qirkirin, komkujî bûye.” Sorakvezîr, got; “eger ‘izr û bexşandin îcab dike, ez serokkomar li vir; ‘uzr a xwe beyan dikim...”

Komkujîyên ‘Ecem û ‘Ereban jî nayên behskirin, refê ‘edaletê de hatî veşartin. Cînayet, faîlî meçhûl û komkujî her çi li Kurdistanê çêbûye, dosyayên wan, temamî rakirine refên tozînî, ên bilind. Tucaran kesek bo cînayetên mazîyê bahsa edalatê nake, nabîne. Cehaletên li meseleya Kurd û Kurdistan tê kirin, temamên nijadên herêmê mexdur dike.. Mexdurîyet ev e:

Milletên xwedî hêz û quwwet zulmê dikin, zilimkar dibin.

Destê wan dikeve xwîn a birayên wan.

Mesulîyet û cirm a birakujî herdû cîhan de tê ser wan, tê pirsîn.

Milletên bê hêz û quwwet, bi destê birayên xwe yên Misulman mexdûr dibe.

Umîda wan tê şikandin.

Çavê birayên mexdûr tarî dibe, aqlê selîm diçe.

Aqlê selîm çû şûndatir, aqlê şeytanî, halê elîm tê.

Aqlê şeytanî; bo xelasî û çareseîya pirsgîrekan, dikeve rîya rast û çep.

Xebat û gunehên mezin, herî ecêb tê kirin ku; îro musîbeta me yî mezin jî ev e.

Feca’eta herî mezin, tehlûka giran jî ev e; Kurd û Kurdistan her çi ji ummetê sîlle bîxwe, herçî kuştin û mirinê dibîne; alîyê ecnebîyan diçe; dibe aletê emperyalîstan. Ehlê xaç û senem, bo çareserîya bîdadîya herêmê, bi çek û sîlehên xwe, bi leşkerên  xwe yên zordarî gav davêje herêmê.

Zordestên dinê; nîyeta şeytanî dibin welî û wekîlê bindestan, mexdûr û mehkûman. Îro li Kurdistanê, tiştêk dibe jî ev e. Her kes bila xwar rûne lê belê bi rastî qezî bike. Gotinên mezina ye; “meriv ket çem, (bo xelasbûn a xwe) dest davêje mar. Merivê ku dixeniqe dest davêje kefê.”

Dewletên herêmê, gerek evan tiştan baş û xweş bizanin, bihesibînin. Milletê Kurd, nava koma ummetê de gerek bê pergal û bê umîd nebe. Gerek birayên Musulman, alîkarî heq û hiqûqên Kurdan bikin. Bi rastî, bi cesaret û ‘edaletê; hiqûqên Kurd û Kurdistan bibêjin, ji hukûmetên xwe bixwazin.. lê kanê? 50 mîlyon gelê Kurd, bi tirs û tehdîdan; bi top û tanq û firokên şer zeft nabe, tunne yeqîn nabe. Her ta’de û zulm -baş bê zanîn û bihîstin- te’deya hember tîne mêracê, tîne holê.

Kurd û Kurdistan, îro roj êdî bûye dermanê xelasîya herêmê. Milletên ser axa Kurdistanê hukum dikin, axa û dewlemend bûne, heta dewleta xwe avakirine, gerek evan tişta bizanibin. Xelasîya herêmê ji emperyalîstan, asayîşa Şerq a Navîn, ba xisûs jî asayîş a dewletên çar alîyên Kurdistanê, avatîya biratîyê; temamî li ser tesîskirina heqq û hiqûqên gelê Kurd û Kurdistan e.

Dewletê xerbî, yên emperyalîst; Kurd û Kurdistan ji çire derman e, çi dererd û êşê re îlac in xweş dîtine. Temamên qeyd û bendê xwe, temamên hesabên  xwe yên îstixbarî, nijadî, dek û dolabên xwe li ser gelê Kurd, li ser erda Kurdistan dom dikin. Elbette sedem a mexdûrbûn a Kurdan, ewil dewletên emperyalîst in. Beg û hamîyên dewletên Musilman jî ev in. Ew “bes” bibêjin, zulm û zor a herêmê xilas dibe lê belê naxwezin. Dewletên li ser pişt a gelê Musliman avabûn e, ew jî her çi millî û yerlî bên dîtin, -di nezer a heqîqetê de- temamî zulimkarê gelê xwe, xulam û beglerê emperyalîstan in.  

Dewletên musliman zînhar wan heqîqetan bibînin:

Kurdistan, heqîqetek cîhanîye, pirsgirek a herêmî, êdî pirsgirekek cîhanî ye.

Dewletên li ser axa Kurdistan hukum dikin; gerek çavên xwe vekin. Tirs û xewfên xwe yên qedîm, yên ku bav û kalê wan, bi cehalet û xeflet kûr nivîsandine; bi cesaret, feraset û ‘edalet herne ser van tirsê cahîlî.

Eger  neçin ser evan tisrên cahîlî, tirs dibe distûra esasî, ew jî dibe maşeya zilm û zordarîyê.

Îro  Kurdistan înkar nabe, Kurd êdî bi dek û dolabên şeytanî tesellî nabe.

“Tefrîqe, fitne û fesadî; kerîbûn a ummetê hwd…” bi Kurdistan peydah nebîye û nabe jî.  Jixwe temamên evan tiştan pêş Kurdistanê drust bûne. Nêziktirê deh dewletên TuranÎ (Tirk); bi dehan dewletên Erebî.. wexta ku avabûn ummet ji xwe wê wextê kerkirîbû. Xîlafet a Îslamî jî bi destê Kurd û Kurdistan betal nebû. Payîtextê Stambolê,  bi destê birayên meyê Tirk talan bû; zav û zêçên Osmanîyan jî sirgûn (mişextî) bûn li çar alîyên cîhanê.  

Kurdistanê re, gotin kerîbûn a ummetê”, kêmasî ye, bêferasetî ye. Qe nebe bêdadî ye. Ev ji heqîqetê re nîne, faşîzm û esabîyet a herêmê re xizmet dike. Bo gotina S. Riza; “eyvo, şermo, guneho, cinayeto!”

Nava ewqas dewletên li ser qewmîyetê avabûne; “otonomî, eyalet an jî muxtarîyeta Kurdistan re” daxî tehemmul nekirin; bi yek gotin; faşîzm e! Şert nîne Kurdistana Azadî, belkî lazim jî nîne.

Gora distûrên Koma Ewlehî, bi distûrên Îslamî an jî însanî; tesîskirina “otonomî, eyalet an jî muxtarîyeta Kurdistanê” şert e.

Kurdistan îro çar pare; gelê Kurd bi destê brayên xwe yên hezar û sêsed salî birîndar e. Li axa Kurdistanê; kêmasî sed sal e, li lser “biratî, vekhevî û kultura ummeta Îslamî” texrîbatek mezin dom dike. îman hedef e, Îslam hedef e, îz’an hedef e; distûrên Îslamî û însanî tamamî hedef in. Heq ev e; gerek her xwedî îman, însaf û îz’an bipirse; gelo ev çi hal e, çi hewal e? Şair bi tirkî çi xweş gotîye:

“Bu akl u fîkr île Mevlâ bulunmaz
     Bu ne yâredîr kî merhem bulunmaz
     Yusuf’um yîtîrdîm Ken’an îlînde
     Yusuf’um bulunur Ken’an bulunmaz”

  Ummetê; ‘aqlê selîm wendakirîye, bîrîna bê derman girtîye; Yûsifê xwe wendakirîye. Xetera herî mezin jî ev e; bi wê ‘aql û fikrê, heqîqetên rêya Mewla nayê dîtin, belkî bela tê dîtin.

Birayên Hz Ûsif (a); bo serî wendakirinê, ew avêtin bîrek kûr lê belê hate dîtin. Bi xulamî hate firotan lê belê axir bû siltanê xezîneyên Misrê; ji Misrîyan daha sadiqtir, daha serkeftî, daha jî serfîraz bû. Ev Ûsivê bîr a kûr, îro Ewladê Selahaddîn gelê Kurd e.

Pirsgîrek a Kurdan jî, mîna Ûsifê Ken’an e. Lazim e ku aqilmendê ummetê; birayên meyê ‘Ecem, ‘Ereb, taybetî jî birayên meyê Tirk; Ûsif ê Xem Keşte ji bîrê derxînin. Eger dernexînin; ji ehlê xaç û seneman pir dewletên xwedî hêzên mezin; tiştê ku li her derê kirine, ewê li Kurdistanê jî bo “edalet, dîmokrasî û mafên mirovan(!)”bikin, ji xwe dikin jî.

Bo wê şeytanîya xwe gelek kemîn danîne. Yanî bo herêma Îslamî, bo gelên mezlûm “koçkirin, xulamî, kuştin û komkujî…” tesîs dikin. Wê karên elem re; rejim û îqtidarên herêmê, gelên bê pergal jî dikin alet.  Ajan û casûsan li herêmê dawdişînin û diweşînin.

Xulase, kes ji kesî lome meke. Me bi dest ê xwe mala xwe xirab kirîye. Lazim ev e; her kes, her nijad; pêş mehkûmkirin û înfazkirina birayên xwe, sûc û xeta, şexsê xwe de bîbîne û bo Xuda, li ser însaf û îz’anê mûhakeme bike.

Kurd muhacîr nîn in, li ser erd a xwe yên hezar salî muqîm û şerîkê milkê xwe ne. Şerîk, diz nîne, gerek wekî xwedîyê malê muamele bibîne, bi hiqûqa biratî bête zanîn.

Birayê me yên herêmê, vîna xweş bizanin; vexta ku dad û edalet, meşruîyet, vekhevî tesîs bibe; Kurdê Kurdistana Rojhilat, an jî Bakûr… tucaran nabe tehdît bo tu dewletî. Kurdên Kurdistana Bakûr; Tirkîya yên mamûr û xwedî ‘edalet tucarî terk nakin, ev tirsa beyhûde cehalet e, faşîzm e.

Eger li hember Kurd û kurdistan, destûra Şerqa Navîn û herêmê bibe; “zilm û zor, tedîp û tenqîlkirin, komkujî..” wê çaxê ji nava Kurdistanê jî dengê “îstiqlal û azadî; Kurdistan a Îslamî..” bilind dibe. Biratî lê belê li ser rastî u wekhevîyê!   

Tirkîya, gerek ji Kurdistanê re hamîtîyê bike, pêş USA û dewletên Koma Awrupa, Kurdistanê re xwedî derkeve. Musulman birayên hev in, tirs a Kurd û Kurdistan beyhûde ye. Naçarîya însanan cehalet e, neçarîya ‘eql û fikr e.

Li Tirkîyayê jî pir kesên bi vê awayî fikr dikin henin lê belê her çi sebeb e nizam bo tesîskirin a heqîqetê nayên holê.

Dîrok ev tişta, xweş daye dîtin û naskirin; kesêk bi ‘edalet li Kurdistanê hakim bûye, wan kesan hakîmîyet a herêmê, hakîmîyet a navnetewî Jî bîna kirîye. Her wekî Selçukîyû ‘Usmanîyan..

Kurdistan, bo her milletên dîrokî baxçeyê paşîn (arka bahçe)’e.  Ev baxçeya wextakî bi edaletê tenzîm bûye; yekîtîya ummetê jî, meznayîya dewlata herêmê jî tesîs bûye.

Bo def’kirina emperyalîstan, bo tesîskirina îstiqrar û nîzama herêmê, naskirin û îmara Kurdistanê her daîm şert bûye.

Dermanê biratîyê, tedîb û tenqîlkirina emperyalîstan, silametîya herêmê, bi sukûnet û selametîya Kurdistanê ye. Silametîya Kurdistanê jî bi komkujîyê;  bi redd û înkarî, bi tedîb û tenqîl a hiqûqên Kurdistanî tucar nabe.

Xudayên Barî; di Quran a Pîroz de reçeteya silametî û biratîyê daye. “Mu’mîn tenê bira ne” dîsa ferman kirÎye; “me hûn qewm qewm xuliqandin (bo înkarî nîne, tenê) bo ku hûn hevdin nasbikin.” Wesselam. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê Kuştin u Mirin
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.