Muhacîrên Surîye Ê Li Rihayê

Article

 

Li bajarê Rihayê Muhacîrên Surîye ev bajarêkî Peyxamberan.

Hz. Îbrahîm aleyhîselam nan û ava wî jibo mêvana li erde bu wek em jî Hz Îbrahîm ( a.s.) jî ji xwera bikin mînak. Xelkê Rûhayê mala xwe, derîyê xwe jî ehle Surîre vekirin, evana jî xwera kirin bira. Wek mîna muahcîran û ensar’an. Ewa mazlumîyeteke mezine. Li Surîye, Li Irak’e, li cîhanê, birayênmene.

Em âlema îslamê, wan rojê em têdene, Imtîhana giran derbasdikin.

Ev musîbetê bi serê meda hatîye. Lazime em şaş nebin kû kafir li hember me, xwe dikine yek û tên sermede. Lewra ev tiştekî tê zanin, ku ev her wiha bû û ewê her wêhabe. Em wê hedîsa Rehberê xweyî Hz. Muhammed (s.a.v.) kû dijêje ‘’ Kûfir yek millete!’’

Em dizanin, û jî wê rastîye gotina wiredi tewê dirokê de em bune şahid. Kû em bixwazin li wê dinyê, jîn û jîyana Xweda Teâla jî jime xwestîye em bijîn; ne ecêbe kû hinek însan ji me aciz bibin. Û ji me ra bibin dijmin. Û bixwazin me jî ser êrdê rakin. Ev cenga heqq û batil, ji bavê meye Âdem, hetta îro her berdevam kirîye.

Di van demê dawîda mes’ele û qelemşeya me Müslümana ku em dijîn. Mes’ele û qelemşeya ‘’nasnav û aîdîya ne dîyarî’’ ye. Çê heyfa ku nasnav û aîdîya xwewême winda kirîye! Em kîne, hêza me çîye, kî ne jî meye, kî neyartîya me dike, hêz û quweta wan çîye?

Ev kîne, ku xwe ji me dibine xuyakirin. Û birastî ne ji mene? Çi pilan û lîstik liser li me têne çêkirin? Çê fêde em nedî wê zaneyêyedene!

Sedema herî mezin ev ê ku mes’ele û qelemşeya ‘’nasnav û aîdîya nedîyarî’’ em dijîn, durbuna me yî ji rêbarê jîyana me, jî kîtaba  Xweda Teâlaye. Tene jî durbuna ji Qur’ana Kerîm’e. Hege Qur’ana Kerîm, bi rastî me muzakere kiribu, wê hem me fêm kiriba bê em kîne, û hem ji me vê fêm kiriba, bê neyarê me kîne? Hem wê me zanîba, em aîdî ku derêne. Û lazime em li qu bi sekinin. Ji alîyê di we jî, wê emê hin bibuna, bê lazim e em çê bikin û çê nekin.

Qur’ana Kerîm ji me re di bêje: ‘’Ey kesên îman anîne! Mümîna ne berdin û Kafira ji xwere nekin dost. Ma hûn dixwazin di âleyhê xwe da delîlekî aşîkar bidin Xweda Teâla?’’ Nîsa 144

Em jî ehle Rihayê, emê birayê xweyê Surîye ji xwera bikin mêvan, evana birayê meyên muhacîrin. Qur’ana Hekîm ji mera wê xeber dide: ‘’Muhammed Resulê Xweda ye. Ewê pêre, li ser kafira pir dijwarin; ji hewre ji dil bi rehmin. Te wan, di halê rûku û secdê de bibînî ku qencî yu razîbuna Xweda dixwazin. Nîşana wan di ruye wan de jî dewsa secde ye.’’ Fetih 29 Di wî ayete de, tiştê ji me tê xwestin, ji bonî birayê xweye bawermend, em lezimin dilovanbin; lê jî kafira rê, em pir dijwarbin. Hem lazime em nimêj kin û razîbuna Xweda em bixwazin.

Lê werin bibînîn ku em, bi temamî eqsê wê dikin. Tiştê herî baş ku em dikin, dîtîna kûsur û kêmanîye birayê meye mîslîmanaye. Û yan jî tekfir kirina bawermenda ye. Me dev ji tekoşîn û mücadele bi kûfrê re berdaye, û em bi hevre şer dikin. Kur’ana mubîn ji mera dibêje: ‘’Ey kesê îman anîne, eger bavên we û birayên ve îmanê berdin û ji kufrê hez bikin, hun wan jî xwere dost û yâr negirin. Kî jî we, wan dost bigire êdî ev zalim bi xwene.’’ Tevre 23.

Îcar verin bibînin bê em çidikin? Agirekî mezin, bi navê neteweperestî (qewmîyetparezî) bi me girtîye. Û me di şewîtîne û di perîtîne. Wê ayeta ku dibêje ‘’Beguman bawermend her birane’’ Hucurat 10. Gûh nadînê. Heq bê yan ne heq bê, em alîyê kewmê xwe digirin. Û li mûmîntîya ê li hember xwe na nêrin. Û em bi wan re hetta şer dikin. Lê hêjî, tişte Xweda, ji me dûxwaze ne eve. Xweda dûxwaze kû bav û birayên me jî bin, eger kû kûfrê bi ser îmanê re bigrin, em wan jî xwere ne kine dost.

Îro tiştê hatine serê me, bê şek ji sedema tiştê me bi destê xwe kirirne. Ger em jî kirênin xwe ders bistînin. Û li Xweda û Resulê wî vegerin. Û xwe bi benê Xweda teâla zexm bigirim. Û ji hev neqetin. Emê alîkarîya Rebbê Xwe bibinin û bê şek emê bigêjin jînek bi îzzet u şeref. Binêrin bê mîzgîna Rebbême çi dibêje: ‘’Sist nebin, mehzun nebin. Ger bi rastî wun bawermend bin wunê ê serbin’’ Âlî îmran 130. Em wê, ji bîr nekin tû ev mizgînî, pişte mexlubîyeta Uhudê nazil buye. Yanî halî mûmîna çikasî xerab be jî, heger Mumîn li Xweda Teâla vegerin wê mu’mîn dîsa ji muzaffer bibin.

Em peyva dawî vê dibêjin: ‘’Xwuda ger dert da be derman kî daye. Ev vekî bê jimere bes ev. Xweda heye, xem tuneye’’ em dibêjin, Kur’an û Resule Xweda ji mera rêberbin. Em xwe dispêrin Xweda Teâla. Lewra ê ku Xweda jêre alîkar be, mexlub kirina wî kesî ket tüneye. Em disa kîtaba Xweda ji peyva xwera dikine şahid û peyva xwe pê temam bikin: ‘’Ger Xweda alîkarîya bi vere bike, kes nikare zora we bibe. Ger ku we bê alîkarî bi hele. Piştî wî, kî kare alîkarîya bi were bike? Mumîn bira xwe, hew bi Xwedê bigirin.’’  Âlî îmran 160

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Dustûreke Herî Adîl
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.