BI NÊRÎNEK DIN LI EFSANA KAWA Û DEHAKÊ ZALIM

Article

Şevên zivistanê tarî û sar bûn. Belê gundiyan şevên xwe bi çîrok, hîkaye, sitran û helbestan ronî û germ dikirin. Ji xwe çaxê yekî xerîb  li mala gundiyekê dibe mêvan, paş şîvê tevê zilamên gund li wê malê dicivîyan û dixwestin ji mêvanê malê çîrok, hîkaye, stran û helbestên nû guhdarî bikin.

Gundê me li ser rêya karwan û bazirgana bû. Bi vê rêyê bazirgan ji hidûdê binxetê dihatin û gund bi gund diçûne ta hidûdê serhedê. Ew kesên bazirgan, pirrê wan Torî û Ristaqî bûn.

Payiz bû, hewa sar bû. Zilamekî bazirgan ji hêla serhedê ve dihat li gondê me, li mala axayê gund bû mêvan. Cardin zilamên gund li mêvan civîyan da ku çîrok û hîkayeyên nû guhdarî bikin. Ev zilamê bazirgan jê  re digotin Hesenê Etar. Hesenê Etar zilamekî zana û serwext û serpêhatî bû. Pirr geriya bû û pirr jî çîrok dizanîn.

Ev hîkaye û çîroka "Gêwoyê pêlewan û Zehakê Zalim" wê çaxê bavê min ji Hesenê Etar guhdarî dike. Belê paş hingê çend cara ev hikaye min jî ji bavê xwe guhdarî kiriye.

Bi rastî ev çîrok carna bi sitranî, carna bi sirûdên qehremanî û carna jê bi kul û kovan dihate ziman.

Hikaye bi kurtahî eve:

Gêwoyê Pêlewan Û Zehakê Zalim

Welatekî şên û xweş, xwedî çiya û zozan û deşt; xwedî robar û çem û kaniyên sar. Li zozan û deştên welêt, kerî û celebên pez lê diçêrîn. Welatekî aram, herkes li ser îş û karê xwe. Û her yek ji yê din êmin.

Li wî welatî ciwanekî maldar û zana hebû, navê wî Darab bû. Darab bonî  bazirganî û tîcaretê karwanê xwe radike û welat bi welat digere. Şevekê li rê de cerdevan êrişê didine ser karwên û hevalên wî tev têne kuştin, mal û talanê wî jî tevê hildidin dibin. Darab tenê bi zorê canê xwe xelas dike û bi rev berê xwe dide çiyê. Şev tari ye belê çaxê ji cerdevanan êmin dibe, rûdine û bêhna xwe dide û ji xwe re dibê “ev çibû hate serê min?”

Darab sibehê radibe û bi dilekî kul berê xwe dide mal. Belê ji birçîbûnê, bê mecal dikeve. Li derûdorê digere, rastî gundekê tê.  Li gund  avahiyek mezin dibîne û diçe destê xwe li derî dixe. Ciwanekî derî vedike ew jî dikeve hundir. Dibîne ku zilamekî îxtiyar çend ciwan li dorê kom bûne. Ew jî selamê dide û li cem wan rûdine.  Zilamê îxtiyar pirsa halê wî dike, ew jî serpêhatiya xwe jê re dibêje. Paş hingê dibê ez birçî me ji kerema xwe xwarinekê bidine min. Paş xwarinê dixwaze here, belê zilamê ixtiyar dibê na; tenê nabe tû herî. Çend roja sebir bike, karwan di vê deverê re derbaz dibin; çaxê karwanek hat, digel wan tû jî vegere welatê xwe.

Zilamê îxtiyar, her roj ji sibehê heta êvarî ders û nesîhet li civaka xwe dikir. Darab jî rûdinişt guhdarî ders û şîretên zilamê ixtiyar dikir. Zilamê ixtiyar ji Xuda, ji Peyamber, ji Cennet û Cehennemê behs dikir. Ji başî û xerabiyê behs dikir. Gotinên vî zilamê ixtiyar, tev xweş û bi hikmet bûn.

Darab ji vî zilamê ixtiyar pirr hez dike û bawerî bi gotinên wî tîne û bi baweriyek qewî dibe bawermend.

Paş çend roja karwanek li wê deverê datîne. Zilamê ixtiyar dibêje: “Darab; eva karwanek hat û bi bal welatê te ve diçe, vêca tû dixwazî here.”

Darab, ji zilamê ixtiyar re dibêje; “min ji te pirr hez kir. Te rêya min ronî kir. Ez kor bûm te çavên min vekir, ez dixwazim tim di xizmeta te de bim.”

Belê zilamê ixtiyar dibêje; “na, ger dixwazî xizmetê  ji min re bikî, xizmetê ji vê baweriyê re bike. Çaxê tû gehiştî welatê xwe, li wê derê baweriya xwe aşkere bike û însanan da'wetê riya heq û baweriyê bike.”

Darab çaxê ji zilamê ixtiyar xatir dixwaze,  zilamê ixtiyar çend rûpel ji nava pirtûkekê derdixe û têxe destê Darab de. Û dibêje; “evana ferman û emrên Xudane, ji Peyamberê me re hatine şandin. Kesên bawermend lazime gorê van emr û fermanên Xuda jiyana xwe bidomîne.” Darab, radihêle wan rûpela, maçî dike û datîne li ser serê xwe û wiha dibêje; "ez soz û peyman didime ger serê min jî here ezê bonî vê baweriyê xebat bikim"...

Darab çaxê vedigere welatê xwe  însana bi vî dînî haydar dike. Ji ciwanên feqîr û bindest heval jê re çêdibin û dibine bawermend. Ji xwe eşkere îş û karê xwe bi rê dibirin, belê hinek xêrnexwaz li bal hikumdarê welêt gilî û şikayeta wan dikin. Hikumdar evan bawermenda teva dicivîne û ji wana vî dînê nû û baweriya wan pirs dike. Darab, hikumdar bi vî dîn û baweriyê haydar dike û dixwaze ew jî baweriyê bîne û bibe ji bawermenda. Belê hikumdar, quretiyê dike û hêrs dibe û evê tevgerê jî ji xwe re bêrêzî dibîne û teva hepis dike. Hinek giregirên welêt mehdera van ciwanan dikin û Zehak jî bi şertê dev ji dînê xwe berdin, teva ji hebsê derdixe. Belê çaxê ji hepsê dertên, cardin dicivin û dest bi karê xwe dikin, belê bi dizî û xef. Bivî awayî roj bi roj bawermend zêde dibin. Û Zehak jî ji bonî selteneta xwe vê tevgerê xeter û talûkeyekî mezin dibîne.

Zehak giregirên welêt kom dike û ji wana çareseriyê dixwaze. Kesên zana û bi aqil ji Zehakî re wiha dibêjin: “Em bawerin tu zirara wan ji me re nîne û bihêle bilanî bi baweriya xwe bijîn.” Belê çawan li her deverê ewan û fesad henin, li wê derê jî fesad henin û bi gotinên xwe serkeftî dibin û Zehak tînine xezebê. Yek bi yek bawermend hepis dikin û kesên ji baweriya xwe venedigeriyan, serê wan jê dikirin. Bi vî awayî her roj yek bi yek bawermend, dihatine qetilkirin.

Her çi bawerîanîn talûke be jî belê her diçe bawermend zêde dibûn, lewra êdî herkes bawerî dikir ji zilma Zehakî ev bawerî tenê wê wan xelas bike.

Gêwo, pêlewanek jîr û jêhatî bû. Û serleşker û şêwirmendekî Zehak bû. Ê herî dijmintî ji vê bawerî û dînê nû re dikir jî, yek jê Gêwo bû. Belê Gêwo di mala xwe de bê hizûr bû. Lewra lawê wî jî bi vî dînê nû bawerî anîbû. Bi rojan Gêwo li ber lawe xwe dide, belê lawê wî ji baweriya xwe venagere. Gêwo dizane ku Zehak ji baweriya lawê wî haydar bibe, ji bona wan talûke û xetereke mezin e. Bi vê tirsê Gêwo bi xwe gilîya lawê xwe li cem Zehak dike. Zane ku Zehak rewşa wan ji yekê din haydar bibe wê çaxê talûke mestir dibe û rêya mehderê jî namîne.

Belê çaxê Zehakê zalim guhdarî Gêwo dike, zêde hêrs dibe û cîda lawê wî derdest dike. Gêwo jî tenê ev law heye. Her çi mehdera lawê xwe bike jî belê Zehak qebûl nake û serê lawê wî jî jê dike, lewra ji baweriya xwe venagere.

Ev bûyer li Gêwo zêde giran tê û roj bi roj kîn û xezeba wî ji Zehak re zêde dibe. Dixwaze tol û heyfa lawê xwe ji Zehakê zalim bistîne. Bi vê sedemê bi dizîkî têkiliyên wî bi bawermenda re çêdibe û ew jî bi baweriyek qewî dînê wan qebûl dike. Belê lazim e destê xwe sivik bigre eger na paşê wê nekare tiştekî bike. Lewra eger Zehak bi baweriya wî haydar bibe, wê serê wî jî jêke. Ji xwe ji bilî Gêwo kesek din jî nikare nêzî Zehakî bibe ji bawermendan.

Gêwo bi bawermendan dişêwire û li ser vê pîlanê biryar dide.

 îşev hûn tev sîlehê xwe hildin û ji malên xwe dernekevin. Çaxê we dî herkes sîleh hildan û ji bajêr dûr ket, wê çaxê hûn jî sîlehê xwe hildin werin derûdora seraya Zehak. Û hinek ji we herin li ser vî çiyayê pêş bajêr çend devera agir pêxin û ji wê derê dûr kevîn.  Ezê herim li cem Zehak û jêre bêjim; li gorî min agahî hildaye, ew kesên ji dînê te derketine û dijmintiya  te dikin, niyeta wan heye êrîşeke mezin li te bikin. Ger tû destûra min bidî ez dixwazim hê wana êriş ne dayî ser me, em êrîşê bidine wan û wana yek carî ji holê rakin.

Gêwo bi vê pîlanê tê cem Zehak. Çaxê Zehak vê gotinê ji Gêwo dibihîse pirr kêfxweş dibe. Û dibê tû çawan dixwazî destûr ji te re. Gêwo dibêje; “li gor agahiyên min bihîstî, evana dil hene îşev tev li çiyê bicivin û derengê şevê yek carê êrîşê bidine ser bajêr û me teva bikujin. Vêca ez dixwazim tû ferman bike îşev her yek bi sîlehên xwe li derveyê bajêr amadebin. Û emê beriya wan êrîş bibine ser wana û wana ji holê rakin.”

Bi fermana Zehak her yek radihêle sîlehê xwe û li derveyê bajêr dicivin. Gêwo jî wana dike du beş. Her beşekê têxe bin emrê fermandarekê. Û ji bonî êrîşê amade dike.

Çaxê li çend devera agir dixweyê, Gêwo emrê hicûmê dide, belê dibê beşa ewil herin di paş çiyê de werin ser wan û beşa du jî di pêş de êrîşê bidin ser wana da ku kesek ji wana nekare bireve.

Bi vî awayî kesek karibe li hember Gêwo û çend kesên bawerî anîne bisekine û Zehak biparêze, di bajêr de namîne. Gêwo û çend bawermend ên bi sîleh hicûm didine ser Zehak û Zehakê zalim ji holê radikin.

Leşkerên Zehak jî li çiyê di tarîtiyê de hevûdu nasnakin û her du beş hatanî sibehê bi hevre şer dikin. Kuştî û birîndar pirr çêdibin. Çaxê derdor ronî dibe dinêrin ew bixwe bi hevûdu re şer dikin.

Paş hingê Gêwo rûdine ser textê Zehakê zalim û bi edalet hukum dike...

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê Jiyana Gunda û Serpêhatiyek
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.