ŞIV

Article

Bêrîvanan zûde pezên xwe dotibûn û rêka malê girtibûn. Ro bi tîna xwe ya çillê havînê dageriyabû. Şivanên ku civata giran gerandibûn, li bin darê ji xwe ve çû bûn. Pel û pot û kulav raxistibûn. Hema di cî de xwe dirêj kiribûn û li binê darê xilmaş bûbûn. Mêş û meholên li firaqên xwarina wan danîbûn, di gend û gemara wan de digevizîn. Û şivan jî di ax û rimilka Kanîgewrikê... Ser û ling, dest û pişt li hev ‘eliqî bûn. Her şivanek wekî keriyê bi tevî coliyên xwe, mêş dikir û xwe li hev digerand. Û mîna mîhên coliyan, xerîbiyan dikirin û li stûyê hev suwar dibûn.

Ro dageriyabû. Tîna tavê li mêjiyê hestiyan dihesand. Û wahş di koza xwe de diteqiyan. Cewrikên bi koçek li nav pûng û tûmazka ji aliyê kavira kulek çêrandî, dev guh û teriya hev dikirin. Pingîniya mêş û meholan ji her cûre stranên şer û evîndariyê li şivanên guhên gê de dirêst. Sol û kum, çefî û şaşik, şiv û şivan her yekê bi aliyekê ve baz dabû.

Ro eniya şivanê biçûk bêtir sincirand. Şivanê biçûk ji ber devlêkirina mêşan ti xew nekiribû. Ji teyşê xewê, devlêkirina wan carina dişiband dirîna kuçikan. Carina jî pingîniya wan dişiband hewte hewta cewrikan. Bi ev ramanan tîna tavê dabû enîka wî û ji xewa sivik hişyar kiribû.

Şivanê biçûk, çavên li xura xewê nîvçê vekir û li dora xwe nêhirt. Ji ber gewraya rimilkê çav jî bi yekser venedibûn. Kerî û colî li nav hev ketibûn. Şivanan xwe di wê rimilka ku mîha qer jî gewr dike,  hildabûn. Lê bi derengî ketibû, dema rakirina pez bû.

Yek bi yek şivanên din jî rabûn. Kalo jî ku radikete sola xwe ji pê dikir, hişyar bûbû. Û çavên ji xewê xure, li meşka avê digerand. Bi dest û tiliyên terikî û bi rimilkê seyandî, kujê meşkê girt. Û ava kelandî li ser simbêlên ji cixarê zingargirtî herikand. Lê nihêrt ku şivanê biçûk, bêserî li tiştekî digere. Û bê haya şivanê biçûk lê temaşe kir. Dilê xwe de derbas kir û gote; “nezano!”

Şivanê biçûk şiva xwe li ber xwe danî bû. Û heta rakete jî şiva wî li ber wî bû. Lê niha şiv, hilat hilatî bû. Ti bîn û berate ji dewsa şivê nexuyabû. Qirşikekî hişk a xuşîlî xiste destê xwe. Û xwe kar kire ku ber bi alincê ve pezê xwe rake. Qirşika xuşîlê di destê xwe de dizîvirand û ber bi mexelê pezê xwe ve diçû.

Kalo jî li dû wî re gote; “Şivanko!”

Şivanê biçûk li dû xwe nihêrî. Dîte ku Kalo, şiv û meşk di destan de li dû dihê. Ti nema bû ku şivanê biçûk peyvên negotî jê re bigota. Jê hebû ku Kalo şiva wî veşartibû, bêyî ji rîha xwe ya spî û porê hirî şerm û fedî bike.

Kalo, bi zanîna xet û kertên li ser rû û destên xwe yên rûpela dîrokê, rîha xwe ya spî mizişand. Ji rûpela dîrokî vekir û gote; “Şivanko! Berxikê bavê xwe! Dema tu raketî bû, cewrikan li nêz me, nava pûngê de dilîste. Min jî şiva te li ber pûngê dîte. Heye tune cewrikan şiva te dizî bû.” Û kalo, rûyê xwe tirş kir û diranê xwe şidand di bin simbêlên zingargirtî re. Xuya bû dê ji zanîna xet û kertên rû û destên xwe, rûpelên pîroztirîn veke. Çavê xwe mirarokî kir, awirek da û bi qirik û gewriya stûr domand: “Şivanko! Divê tu li şiva xwe xwedî derkevî. Ji ber ku şiv, şîv û şeva şivên e. Ji bo lehengê şer şûr çi be, şiv jî ji bo şivanan ew e. Şiv namûsa şivên e. Bila beranê kel û zom here, lê belê bila şivan bê şiv nemîne!”

Şivanê biçûk, şiva xwe ji destê Kalo girt. Bi matmayî li şiva xwe ya ji dara kenêrê nihêrt. Ji rimilkê paqij kir. Rast û ziraviya şivê, şiband bejn û bala xwe û rastirîn dost û hevalên xwe. Bi van hestan xwe gîhande mexelê pez. Vê carê bi hesteke cuda li hiriya pez dida. Û hiriya wan bi şivê radiwejkand. Pezê xwe li dora delêv gerand. Bi dostê xwe yê rastirîn, bi şiva xwe re da pêşiya pez.

Û li nav dûxana rimilkê xwe bera alincê dan, şiv û şivan.                                                        

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mustefa RÊZAN

  • ŞIV
  • ÊŞA GÛZEKÊ
  • Ê Berê ÊŞA GÛZEKÊ
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.