Piştî Serhildana Şêx Seîd De Penaberên Kurdistanê

Article

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.

Ev herêma qedîm ya Mezopotamyayê de gelek millet, qewm û eşîr jiyana xwe bi dostanî didomandin. Di nav wan de pirsgirêkên piçûk hebûn. Dema dewleta 'Usmaniyan de jî dostanî di nav van milletên hanê de didomiya. Ev dostaniya nav milletên hanê piştî derketina ramana neteweperestî winda bû. Dostanî û biratî şûna xwe ji neyartî yê re hişt. Ev nexweşiya neteweperstî di dewra Mehmûdê Padîşahê duyemînê 'Usmanî bi fermana Tanzîmatê kete nav Dewleta 'Usmanî. Piştî vê geşedanê di nav Dewleta 'Usmanî û milletên li ser erdê 'Usmanî dijîn pirsgirêk derket. Pirsgirêka herî mezîn di nav Dewleta 'Usmanî û Kurdan de derket. Bêguman qewmê Kurd di dewra Selçûqiyan de li hember Bîzansê piştgirî da Selçûqiyan; di dewra Yavuz Sultan Selim de jî li hember Sefewiyan piştgirî da 'Usmanîyan.

Pirsgirêka di navbera Tirk û Kurdan roj bi roj mezin bû. Dewletên mêtinger (emperyalist) erdê 'Usmanîyan di nav 22 neteweyan de parve kirin. Qewmê Kurd jî di nava Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê de kirin çar parçe. Dewletên emperyalîst bi destê Kemalîstan dewleta Tirkiyê ava kirin. Ev qadroyên kemalîst saziya xîlafetê ya ku hemû misliman û milletan di nava dewleta 'Usmanî de kom dikir ji holê rakir. Piştî vê geşedanê di nav gelê Kurd de bi pêşewatiya Şêx Seîd serhildanek çêbû. Gelek dek û dolab û xayintiyên 'eşîrên Kurd serhildan serkeftî nebû. Şêx Seîd digel hevaldozên xwe di dadgehên Îstiqlalî de hatin şehîdkirin. Piştî wê demê di nava Kurdan gelek kes bûn penaber. Hinek penaber derketin derveyê Tirkiyê hinek jî çûn rojevaya Tirkiyê. Ev mirovên penaber bê mal û war pir zehmetî dîtin. Hinek nav kona, hinek nav xaniyên hilweşyayî, hinek jî di nav hicreyên mizgeftan bi alîkariya mûminan jiyana xwe domandin.

Ev çîroka ku ez dixwazim ji were bêjim çîroka Kurdê ku çûye Konyayê. Dildayê pêxember, zanayê delal Ali Ulvi Kurucu, di pirtûka xwe ya bîrhatiyê de qal û behsa wan dike. Werin em tev de guh bidin wî. Wî jî ji ber zilma Kemalîstan gellek zeman jîyana xwe li derveyê Tirkiyê derbas kir:

“Tê bîra min bavpîrê min di nava   pênc sala de deh cara şîva êvarê xwaribû. Şîva xwe ya êvarê jî bi penaberên medresaya mizgeftê dixwar. Wana jî ew kesên serhildana rojhilat vir de ji Wanê penaber bibûn. Hikûmet ew kesan şandibûn sirgûnê. Gellê misliman li wan penaberan xwedî derket. Kalekî min li mizgefta “Cevizaltı Medresesi” muderris û mutewellî bû. Ew kesan li wê medreseya ku bîst û du odeyên wê hene ji bo penaberan çêkirin. Ji wê demê pê ve ew kesên ku xaniyên wan misaîd bûn malbatên penaber tê da bi cîh kirin. Di nav wan penaberan de gellek kesên dewlemend hebûn lê niha di nav tengasiyê de ne.

Kalikê min wan zilamên penaber piştî nimêja êvarê kom dikir û bi wan re dipeyivî. Piştî hevpeyvînê şîva xwe dixwarin û diçûn malên xwe. Kalkê min û kesin misliman li wan penaberan xwedîtî dikirin. Bernedidan ku bi sedema îdarevanên bê ol fîtne çê bibe.

Rojekê pîrka min meraq kir û pirsî: Efendî ji bona çi dilê te bi wî penaberî şewitî?

Kalikê min got: Muhsîne gelo tu çi dibêjî? Di nav wan penaberan de gellek kesên Seyyîd hene. Di nav wan kesan de ew kesên ku 'ezîz bûn îro halekî xerab de ne. Ew kesên ku do li Wanê li Mêrdînê dewlemend bûn îro li vê herêmê hatinê sirgûn kirin û penaber bûne. Bê nan bê sabûn bê çek ma ne.

Tu çi dibêjî?  Pêxemberê me ferman kiriye ku: “Îrhemû ezize qewmin zellğ.” Ê ku pêşî dewlemend bûn û paşê halê wan xirab bû re alîkarî bikin. Ma gelo qey tenê emrê Xwedê û pêxemberê wî nimêj, rojî, hec û zekat e? Jiyana mislimana tev îbadet e. Lazim e jiyana me tevahî ji Xwedê re bi îbadetê derbas be. Muhsînê, ji wan penaberan re xizmet deynê min ê olî ye. Nimêj bo min çiye ev jî ew e. Dema kalikê min vê gotinê kir û giriya got: "Ax.. Xwezî ez dewlemend bûma ku min bikaribiya ji wan re me'aş girêda.

Kalikê min rojekê di ber medresê re derbas dibe û çekên penaberan  ku li ber tavê hatine raxistin dibîne. Gelek xemgîn dibe û dibêje: Xwezî ez derbas nebû ma, xwezî min van çekan nedîya. Ev çi tiştekî xemgînî bû ku ez bi girî ve kirim. Hemû kincên wan parçeparçe bûn. Van penaberana wê çawa ji torinê xwe re bêjin? Bi dîtinê dilê min parçe dibe. Gelo ev birîna ku ji alema dilê wan derketiyê wê çawa bighên hev? Gelo ev çi zilm e hatiye serê me? Ew kî ne vê pirsgirêkê çêdikin? Paşê ji bona wan penaberan ‘efû derket û çûn bajarên xwe. Gelek caran min dît ku wan penaberan ji kalkê min re name (mektup) dişandin. Kalkê min wan mektûban dixwend û digriya. Digot: Ev mektûba ji bo xatirê alikariya me ya biçûk tê nivîsandin.”

Lazim e ku baş zanibin ev xerabîya ku bi me hatiye kirin ji xerbê hatiye. Paşê ew kesên ku ramanên xerbî ji xwe re kirine bişîwane ku em ji wan re dibêjin bê olî li herêma me gelek zilm kirine. Bi navê neteweperstîyê me ji hev re kirine dijmin. Li hember vê fîtnê muminên xwedî besîret bi biratiya Îslamê li însanê mezlûm xwedî derketine.

Em baş bizanibin azadî û aşitiya me Kurda û mislimanan bi Îslamê ye. Heta em Îslamê li temamê jîyana xwe hakim nekin ew girîn û nalînên me wê neqedin.

Xwedê Te’ala biratiya îslamê nesîbê me teva bike.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Hedîsêyên 1918'an û Penaberê Kûrdistanê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.