PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME-5

Article

(Tarîxa HEVDÎTINÊ: 28.06.2008) Nuha wefat kirîye, Xweda rehma xu lê bike.

         Şêx Ehmed di nav zarokên Şêx Se‘îd de lawê wî yê biçûktir e. Dema ku me pê re hevdîtin kir, ji zarokê Şêx ew tenê li heyatê mabû. Di tarîxa qiyamê de ‘umrê wî hê 3 salî bîye. Ji ber ewçax hê gedekî nefama bûye, bavê wî baş nayê bîra wî. Di heqê qiyamê de jî pir tişt nayên bîra wî. Belê ew bi dîya xu û bi malbata xu ra li sirgûna, li memleketê xerîb zaroktî û gêncîtîya xu derbas dike. Pir ezîyet û te’dayî dibînin. Ji ber giranîya sirgûna ji te’lîm û xwendina xu jî dimîne. Li malê ji birayê xu yê mezin ders digre, lê belê ew jî jê re kafî nayê. Di sirgûna di şertê giran da zarokê di ‘umrê wî da bi nexweşîna û bêtedawî wefat dikin. Ew di ber ruhê xu dide û wan şertê giran da li ser pîya dimîne.

        Şêx Ehmed di zemanê sirgûnê de çi dîtîye wê bi me ra parve bike. Di nava wan xatiratê wî de ya herî balkêş, dîtin û ziyareta wan a bi Bedîûzzaman Se‘îd Nursî re ye. Se‘îd Nursî jî wek wan li sirgûnê ye. Wan dibîne û tîne ba xu. Bi hesret û muhabet wan qebulî huzûra xu dike. Serê biçûka maçî dike. Behsa xu û Şêx Se‘îd dike. Ji bin mîndera xu zêrek derdixe dide Şêx Ehmed. Em meselê pir dirêj nekin. Gohê xu bidin Şêx Ehmed bê ewê ji mera çi bêje.

                                   “NAVÊ MIN ŞÊX EHMED E, EZ LAWÊ ŞÊX SE‘ÎD IM”  

            “Navê min Şêx Ehmed e, ez lawê Şêx Se‘îd im. Nûha ji zarokê bavê min ê ku li heyatê maye ez bi tenê me. Ji xeyrî min tamamê xwişk û birê min wefat kirine. Ez di nav zarokê bavê xu da biçûkê teva bûm. Wexta ku bavê min rabû qiyamê ez ew çax sê salî bûm. Ji ber biçûktî ya min pir tiştê qiyamê nayên bîra min. Pir xweşik bavê min jî nayê bîra min. Belê piştî şehîdîya bavê min tiştê ku anîn serê malbata me ewan teva min jî dît û êş û elemê wan zulma min jî kişand. Li memleketê xerîv di bin neyartî û minneta xelkê de me heyata xu didomand. Ezê nûha behsa wan serpêhatina xu û malbata xu ji we ra bikim.

       Min got ku ji qiyamê û tiştê di wan roja da qewimîn, nayên bîra min, lê belê ji wan roja ev tê bîra min ku leşkerê cimhûrîyetê girtin ser mala me. Me ehlê di malê de bi tevî hev di hundirê malê de hepis kirin. Nedihîştin ku em ji hundur derkevin. Ew gav tê bîra min. Ji bo ku em ji leşkera pir tirsîyan û leşker pir bi ser me da pir qîrînî û heqaret kir, di wî ‘umrê biçûk da dîsa ji bîra min neçûye.

                                              ZIVISTAN Û QEŞEM Û SIRGÛN

       Zivistan bû, berf li ‘erdê bû. Me sirgûnî Trakya kirin. Ewûl me birin Trabzonê û li wê derê me li gemîya kirin û birin Stenbulê. Malbata ji hev bela dikirin. Her hinkî dişandin şehrekî. Carna du heb hêwîyê hev ji hev diqetandin. Ji ber hêwîyê hev bûn û hesabê ji hev qetandinê nekiribûn, hewceyên wanê malê tevî hev bûn. Piştî wan ji hev qetandin, baş tê bîra min ku feraq û tiştê hewceyên malê du hêwî li hev parve kirin û bi çavê girî ji hev qetîyan, her yek ji wan bi alîkî ve birin. Kes nizanibû ku kê bi kû da birine. Zarok diqêrîn û nedixwestin ku ji hev biqetin. Bira û xwişk ji hev diqetandin. Ji hewceyên malê pir tişkî biqîmet di destê me da nehîştibûn. Çend feraqê nan û xwarinê bûn. Bavê min pir zengîn bû. Bi ticaretê îştîxal dikir. Di wan rojê ku me esîr girtin, tenê 70 serî heywanê meyî mezin hebûn. Leşkera dest dan serê û ji me sitendin. Bi vî hawayî ‘erdê meyê ajotinê, xanîyê me ji me sitendin û car din nedan me. Hê jî debrê me kirine malê xezînê û nadin me. Me mehkeme jî vekirin ti feyda wî çê nebû.

     12 sal em li sirgûnê man. Şehrê ku em lê diman, ne li gorî me bû. Em zarok tev nexweş diketin. Hewa wê pir germ bû, kermêş hebûn, bi me vedidan û em bi nexweşina sitmayê diketin. Em ranedizan û di nav sincar-ateşê de dişewitîn. Lawê Şêx ‘Ebdullah şazde hivde salî bi nexweşina sitmayî wefat kir. Me wî defin kir, lê belê ti kes ji însanê wê derê nehatin ser mezel, alîkârîya me nekirin û ti kesî nehat te’zîyê, serxweşi nedan me. Gava em nexweş jî diketin, izna qeymeqam tinebîya em nikaribûn herin nexweşxanê. Doktora rapor da me ku em li wî şehrî nikarin bijîn, lewra li welatê xu em li cîhê bilind, li zozana me jîyana xu berdewam dikir. Em hînî hewa wan dera ne bûbûn. Li ser rapora doktor em şandin şehrekî ku raqimê wî bilind û me jîyana xu li wir da dewam kirin. Em 12 sala li sirgûnê man.

       Cihê ku em lê sirgûn diman, hinek ji însanê wê jî bela em Kurd bûn û bavê me li ber dewletê qiyam kiribû qet ji me hes nedikirin. Hinek hes dikirin û ji me ra nan û dew dianîn. Belê dewê wan pir tirş bû me nikaribû vexwara. Birê min Silhedîn ji wan ra got ku ji mera neynin, ji bo te’am zayî nebe. Ji memleket mirîde bavê minê ku dilê wan bi me ra bû, ji me ra carna rûnê malê û penêr dişandin. Me bi wan îdare dikir. Min behsa birê xu Silhedîn kir. Belê ew serê ‘ewilî ya sirgûnê de bi me ra nebû. Li Enqerê di girtîgâhê de bû. Piştî heft sal û nîv hêja hat berdan û ew jî hat ba me. Me zarok tiştekî nedixwend. Em bêtehsîl diman. Piştî birê min Silhedîn hat ba me odekî mala me ji me ra kir mescid û li wê derê dersa me ya ‘Erebî da û li ser xwendina me sekinî. Me ji birê min Silhedîn îstifade kir. Lê belê ew xwendin bi tenê jî ji me ra nebes bû. Tehsîlekî baş me nekir.

      Gundê ku em lê diman di salekî da baran qet nebarî. Debrê wan hatin ber hişkbûnê. Gundî û însanê wan dora diçûn du’a baranê. Gundî çend cara çûn mela ji dervayê gund anîn û bi hevra çûn du’a baranê. Belê baran nehat. Gundî rojekî li hev civî û hatin bâ birê min Silhedîn. Jê re gotin ku bi me ra werin du’a baranê. Me ‘eleqa xu bi ‘işê gundîya nedikir. Piştî hatin bâ birê min Şêx Silhedîn, wî jî wan neşikand. Temamê gundîya li meydana gund li hev civand. Ji wan ra nesihet kir û got, “gelî gundîya kê ji we heqê yekî bi xu va berdabe, heqê wî bidinê de. Kê ji we neheqîkî li kê kiribe, helalî jê bixwazin. Ji dilekî safî wê gav hev hemêz bikin û hevdû helal bikin…” gundî gûh danê li gorî nesîhetê wî hevdû hemêz kirin. Em bi tevî hev, jin, zarok mezin û bi tevî heywana rabûn bi dervayî gund ve çûn bi alî çolê de. Li wir birê min Şêx Silhedîn deste xu bi alî ‘ezmana da vekir û du’a baranê kir. Du’a wî dirêj dewam kir. Em hê li wê dere bûn ‘ewrekî ji alî roj helat da peyda bû û bi alî me da hat û mezin bû. Hat ser me û reş-tarî bû baranê barand. Em di bin baranê de ber bi gund hatin malê. Ji ew çax şûnda gundî bêtir ji me hes kirin û qîmetê dan Şêx Silhedîn. Digotin, “di nav me da van însanê sâlih hebûn, em diçûn ji bo du’a baranê me însana ji dervayî gundê xu dianî.” Ji ew roj pê de bêtir bi Şêx Silhedîn re dişêwirîn. Piştî ku baran barî gundî heywan ser jê kirin û goştê wan li gundîya bela kirin. Kêfxweşîkî bi mîslê ‘idê ket nav gundîya. Hinik gundî xwarin çê kirin û sifrê li ‘erdê xistin. Ji însana ra îkram kirin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê CAMÎ NAYÊN XERAKİRİN
Ê Li Pey PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME-5

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.