EZ HATIM

Article

 

Wechê te ji sawek şewat xuya bû li min dîsa  nalîn û ah û zâr.
Bi huznek Yemenî te himêz dikim ji înek adarî renc û cefaya min 
Bayê te li beşera min xist di pişt behr û 'ummana dîl û jar 
Li huzna Ya’qûb ez im muşterî, rehma dayîka min ez hatim. 

Keder newbedar in bi tevayî li ber derê min, li parzemîna dîdar. 
Barê milê min giran e bi qasî Habîl, bêbexta girtî dora min. 
Navê te heta li min be bi kemîn in li ber min keleş û xûnmij û  neyar
Ez pêxwas û bê cil, çû can û serî, ğerîbê axir zeman ez hatim. 

Stêrkê çavê min herimîn, pêncî cum'e şehîd çûn bêzâr. 
Bi seccadê 'enya xwe paqij dikim, qurban can û bedena min 
Sitrana me hilweşîn Zelanda Nuh, ummeta ketûm, dilo hewar. 
Rêgerê doza bêrî, xelîfê rûyê zemîn ez hatim. 

Demsal bihar e, ji meha adar, dojeh rijand femberîya gemar.
Gulle barî li mizgefta, ev hinarî ezelî ye ji kîn û kufra neyarê min 
Ey xwedyê nefret û wehşet, ez livir im bi qam û sozdar. 
Ta qîyamet bi hamberî, parêzdar im li Qur'an a pîroz ez hatim. 

Tirsa xaç û tuğyanê ez im, şopevanê Mehdî, evîndar 
Xweda sihêkerê hîdayet, ji hîva çarda nûr di weşe 'enya min
Difroşim germa havînê, li herdû cemsera min danîye bazar 
Axa şerqa şên û bereket, jîn û heyat wê belake car din par bi par. 
Li dila text e çand û hunerî, dewran dora me ye  ez hatim. 

Zengîbar li delavê agir, Qudsa pîroz di şîpê de xwedî efkar.
Di seyala dewranê Endulus herikî, li Ewropa hunda bû şaristana min
Ez nadim Mezra Botan, di xew de ye Hittîn, ger çiqas ew bikin fikar
Kûr a hedad e Rojhelat a Navîn, zelzele li deşt û çîya, difûrîne himêza min 
Agir girtî dar û berî bê fayde ye tan û niç û zor dayîn a stemkar 
Bi mizgîna peyğemberî Zengî û Salahaddîn şûr bihildin ez hatim. 

Ş'ir û sitran lefîyan li qelemê min, li pey rojê dibezim sibeh û êvar 
Bira neğmeyên Qur'anî bixwînin zerîyê me, bi lorîne, dayîka min
Li rûyê te REBBÎ YESSÎR danîye gula zerî,  ş'ulê dide, dibînin yar û eğyar. 
Di sênga te de winda bûn heye, bi 'eşq û evîna Ehmed ê Muxtar 
Şehadet misk 'emberî, bêhn û alav dide, leşkerê Mûhemmedî ez hatim. 


Parzemîn : Kıta (anakara) 
Dîdar : Görüşmeci
Rêger : Gerok (Gezgin) 
Sihêker : Tamamlayıcı
Cemser : Qutib (Kutup)
Zengîbar : Afrika 
Fêmberî: Zihniyet 
Seyal : Çem (Akıntı)
Şaristan : Medeniyet

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê ŞEHADETA ŞÊX EHMED YASÎN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.