AX DILÊ MIN DILÊ MINO

Article

 

Li dinyayê pir gerîyam
Pir giriyam pir kenîyam
Wek berfê bûm ez helîyam
Ax dilê min dilê mino!

Min dî derdê gelkî giran
Min dî jana eşqa dilan
Nalînê min çûn asîman
Ax dilê min dilê mino!

Dûr mame j-dost û hevala
Ez ketim kaş û newala
Bi xortanî bûm wek kala
Ax dilê min dilê mino!

Min wenda kir yara delal
Min nedî ciqas meh û sal
Fêde nake ne qîl û qal
Ax dilê min dilê mino!

Ka ew yara delal gelek
Ka şêrîna şêrîn gelek
Ew hêja bû tevde felek
Ax dilê min dilê mino!

Bese naza li min neke
Barê min girantir neke
Derdê dilêm ne heneke
Ax dilê min dilê mino!

Çima hewqas bê tebatî
Nade mi sekn û rehatî
Dil û ceger bûye pêtî
Ax dilê min dilê mino!

Dilo li min însaf bike
Birînê min derman bike
Loqman Hekîm wê çi bike
Ax dilê min dilê mino!

Dilo şiyar be j-vî alî
Paşî dibe ax û xwelî
Derman nebû derdê dilî
Ax dilê min dilê mino!

Ezîz bes bike hewarî
Bes bike qîrîn û zarî
Ez şewitîm bûme arî
Ax dilê min dilê mino!

Ev çi awir û nezer e
Ev çi axîn û keser e
Tu nizanî bi ku here
Ax dilê min dilê mino!

Ken û giryê te bê zeman
Wek dîhn û sewdayê giran
Hiş û aqil çû ji seran
Ax dilê min dilê mino!

Hey dilo pepûko jaro
Bê cih û mekan û waro
Jiber eşqê dîn û haro
Ax dilê min dilê mino!

Hêvîw xeyal bûne berba
Bah û bager hat bi serda
Perde qelibîn ser perda
Ax dilê min dilê mino!

Ji kêr vekim vî dilê xwe
Ji kêr bêjim ez kulê xwe
Jibîr nakim ez derdê xwe
Ax dilê min dilê mino!

Qey tu dîhnê bêâqil e
Ji ber çiye, dibê dil e
Bilbil girya wêran gul e
Ax dilê min dilê mino!

Hewqas sale tu nalîya
Bi tiştê pûç û talîya
Ketiye ji qam û pîya
Ax dilê min dilê mino!

Îro dema xweş bihar e
Ji bilbil re geş gulzar e
Dilo çima tu wa sar e
Ax dilê min dilê mino!

Xelkno rabin ji mir bêjin
Yan şîret kin, yan jî gazin
Dilêm li min bûye bazin
Ax dilê min dilê mino!

Eva çi 'eşqa mecaz e
Nizanim ma çi dixwaze
Ev dil bûye wek perwaz e
Ax dilê min dilê mino!

Eşqa mecazî ma’ne ye.
Ji ya heq re ew eyne ye
Sirrê xefî tê de heye
Ax dilê min dilê mino!

Rêwîyekî riya dûr e
Li binê bîrek pir kûr e
Wek zaroka bi kûr kûr e
Ax dilê min dilê mîno!

Hat xwarê hêsire j-xwînê
Wek daxa li ser birînê
Mubtela hubba evînê
Ax dilê min dilê mino!

Dilo derdê te qe çîye
Hewqas tu tî yû birçîye
Tej xwer ev derd neqandîye
Ax dilê min dilê mino!

Ketiyê narê fîraqê
Sotiyê şewqa beraqê
Kuştiyê derba îşaqê
Ax dilê min dilê mino!

Dilê min pêla behre ye
Dilê min behra kefe ye
Gelo ma ji eşqa kê ye
Ax dilê min dilê mino!

Dilo ji xwer aqil bigre
Bizanibe go tê bimre
Sirat heye nîne zivre
Ax dilê min dilê mino!

Ji bîr neke qebra tarî
Li ser singê axa sarî
Bêfêde ye qîr û zarî
Ax dilê min dilê mino!

Tobe bike tu bi rastî
Weka kesê heqperestî
Nebe dara qe şikestî
Ax dilê min dilê mino!

Eşqa heqqî ya Xweda ye
Aşiq bi wê mubtela ye
Ewe meqsed û her xaye
Ax dilê min dilê mino!

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê DENGÊ ŞEHÎD
Ê Li Pey ÎSLAMA MIN TU GULA MIN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.