Dı dadperwerıyê de ez ne kêmȋ Qeyser Nȗşȋrevan ım

Article

       Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me “ Xwedayê Aleman ” re bin.

Di serdama xelȋfeyê ȋslamê Hz. 'Umer de Sa’d b. Ebȋ Weqqas parêzgerê Şamê bȗ. Sa'd b. Ebȋ Weqqas dixwaze ku mizgefteke mezin ava bike. Ji bo vê armancê pêk bȋne erdên der ȗ dora mizgeftê ji xwediyên wan bi bedêl dikire an jȋ ȋstȋmlak dike. Ji van şêniyên der ȗ dora mizgeftê ji xeynȋ yekȋ cihȗ, herkes bi dilxwazȋ erdê xwe difiroşe ȗ dide ji bona mizgeftê. Lê belê ev kesê cihȗ qet naxwaze erdê xwe bide ji bona mizgeftê. Parêzgerê Şamê Sa'd b. Ebȋ Weqqas di bedêla erdê wȋ de nirxek gelekȋ zêde dide wȋ jȋ ew qet napejirȋne. Li ser vê yekê Sa'd b. Ebȋ Weqqas dest dide ser erdê wȋ ȗ ȋstȋmlak dike. Li hember vê helwesta Sa'd b. Ebȋ Weqqas ew kesê cihȗ bi cȋranên xwe yên misilman dişêwire ȗ gazinan dike. Cȋranên wȋ yên misilman jê re dibêje here Medȋnê cem xelȋfeyê Ȋslamê Hz. 'Umer. Derdê xwe ȗ sitemkariya ku li te hatiye kirin pêşkêşȋ wȋ  bike. Teqez ewê li te guhdar bike ȗ derdê te çareser bike.

Li ser vê pêşnȋyara ciranên wȋ yên misilman, ê cihȗ berê xwe dide Medȋneyê cem xelȋfeyê Ȋslamê Hz. 'Umer. Gava ku digihêje Medȋneyê ji şênêyên Medȋnê sewal dike. Dibêje xelȋfê Ȋslamê Hz. 'Umer li ku ye? Ez dixwazim wȋ bibȋnim. Hemwelatiyên Medȋnê zilamekȋ li bin siya dara xurmê nȋşanȋ wȋ didin. Diçe nêzȋkȋ wȋ dibe ȗ lê dinihêre ku kesekȋ cil ȗ bergên wȋ kevn e. Cara ewil bawer nake ev zilamê ku wek mȋna herkesȋ dişibe xelȋfeyê ȋslamê Hz. 'Umer be. Lewra dibȋne kesên di wir re derbas dibin ȗ dibêjin Ey 'Umer silava xwedayê Te'ala li ser te be, êdȋ yê cihȗ baş fam dike ev kesê hanê yê dilnizm xelȋfeyê Îslamê Hz. 'Umer e. Yê cihȗ diçe li kêleka Hz. 'Umer rûdine ȗ jê re derdê xwe vedibêje. Hz. 'Umer li yê cihȗ baş guhdar dike ȗ piştre perçeyekȋ hestȋ radihêje ȗ li ser vȋ hestȋyê hanê wiha dinivȋse: “Bila tu baş bizane ku ez ji Nȗşȋrewan ne kêm dadperwer im.” Bi gotineke kurt ȗ wecȋz peyama xwe li ser hestȋ dinivȋse ȗ dide yê cihȗ. Yê cihȗ pir ber serȋ wȋ de naçe ȗ xwe bi xwe diaxive û dibêje: “Ka tu li cil ȗ berg ȗ qesrên rêveberên Şamê binihêre ȗ tu li dilnizmbȗna xelȋfeyê Ȋslamê Hz. 'Umer binihêre. Pir ber serê min naçe ku parêzgerê Şamê Sa'd b. Ebȋ Weqqas xelȋfeyê Ȋslamê Hz. 'Umer tiştekȋ bihesibȋne ȗ wȋ cidȋ bistȋne.”

            Piştȋ demekê yê cihȗ digihêje Şamê lewra dilê wȋ qet tune ye here cem parêzgerê Şamê Sa'd b. Ebȋ Weqqas. Ji ber bawer nake ji vê bȗyerê tu encamekê bigre. Ango di çȗn ȗ neçȗnê de dudilȋ dibe. Lê belê dibêje ez heta Medȋnê çȗm ȗ ez ewqas rê meşiyam, qet nebe ez vê peyamê bidim wȋ. Li ser vê yekê digihêje cem parêzger ȗ hestiyê bi peyam dirêjȋ wȋ dike ȗ jê re dibêje: “Ev peyama xelȋfeyê ȋslamê Hz. 'Umer ji bo we şandiye.” Gava parêzgerê Şamê Sa'd b. Ebȋ Weqqas peyama li ser hestȋ hatibȗ nivȋsandin dixwȋne, dilsar dibe ȗ rengê wȋ diçilmise. Demekê serê xwe bera ber xwe dide ȗ dikeve xeyalan. Çawa ku serê xwe hildide berê xwe dide yê cihȗ ȗ ji wȋ re wiha dibêje: “Erdê ku me ji we ȋstȋmlak kiribȗ li we hat vegerandin.”  Êdȋ hȗn di dan ȗ nedandina erdê xwe de azad in. Zilamê cihȗ matmayȋn dimȋne. Bawer nedikir ku gotinek wiha kurt bandorê li parêzger bike ȗ biryara wȋ biguhere. Xwest vê yekê fam bike. Jê pirsȋ: “Ji kerema xwe gelo hȗn dikarin bibêjin ev gotin çawa xof kir dilê we ȗ biryara we guhart”  Parêzgerê Şamê Sa'd b. Ebȋ Weqqas jê re dibêje: “Ezê çȋroka vê gotinê ji te re bêjim. Wê gavê tu yê baş fam bikȋ ku ez çima ketim tayê ȗ xof kete dilê min.”

            Beriya ku ez ȗ Hz. 'Umer bi Ȋslamê muşerref bibin ji bo bazirganiyê bi 200 hêştiran re em bi hev re çȗn aliyên Ȋranê. Gava em gihaştin Ȋranê em hin ciwanan rast hatin. Ev civan çete bȗn. Hejmara wan jȋ gelekȋ zêde bȗn. Li hember wan em hem kêmkes ȗ hem jȋ kêmhêz bȗn. Em neçar man ȗ van çeteyan 200 hêştir ȗ diravên di destê me de bȗn ji me stendin. Bi awayekȋ xemgȋn ji bo em şeva xwe bibuhurȋnin, me berê xwe da xanekê. Xwediyê xanê merivekȋ baş bȗ. Em bi awayekȋ xweşik pêşwazȋ kirin. Bi sedema vê peşwaziya germ me derd ȗ diltengiya xwe ji xwediyê xanê re got. Xwediyê xanê rê li ber me xist ȗ pêşniyarek pêşkêşȋ me kir. Ji me re got herin cem Qeyser Nȗşȋrevan ȗ rewşa xwe jê re vebêje. Qeyser keseki dadperwer e ȗ teqez ewê alikariya we bike. Bȗ serê sibehê me berê xwe da cem Qeyser Nȗşȋrevan. Me gilȋ ȗ gazinê xwe bi saya wergêrê wȋ got. Qeyser Nȗşȋrevan em guhdar kir ȗ her yekȋ me keîsek zêr da me ȗ piştre got: “Ezê vê bȗyerê vekolim. Me dȋsa berê xwe da xanê. Lewra em ji vê helwesta Qeyser Nȗşȋrevan ne hêvȋdarbȗn. xwediyê xanê hat cem me ȗ xwest encama hevdȋtina me hȋn bibe. Me jê re qal kir. Xwediyê xanê bi vê encamê xemgȋn bȗ u got: "Di vȋ karȋ de qet şaşiyek heye. Ka werin em bi hev re herin cem Qeyser Nȗşȋrevan. Ezê wergêrtiya we bikim ȗ rewşa we jê re bêjim. Li ser vê pêşniyarê em rabȗn disa çûn cem Qeyser Nȗşȋrevan. Xwediyê xanê bȗyera li serê me qewimiye yek bi yek jê re got, ango ta bi derzi vekir. Me bala xwe da rȗyê Qeyser qulibȋ. Tavilê ba wergêrê xwe kir ȗ çend pirs jê sewal kir. Piştre li me vegeriya ȗ her yekȋ me du kese zêr da me ȗ got: "Heta sibehê hêştirên we yê bên ȗ hȗnê rahêjin hêştirên xwe ȗ herin welatê xwe. Lewra gava ku hȗn ji vȋ bajarȋ derketin ji we yek deriyê bajêr ê rojhilat ȗ yê din jȋ deriyê bajêr ê rojava derkevin. Bi rastȋ me ji vê fermana wȋ tu mane dernexist.

            Bȗ sibe em çi bibȋnin! 200 hêştirên me li ber deriyên xanê ye. Em bextewar bȗn. Me xwest em rewşa bȗyerê fam bikin. Me ji xwediyê xanê sewal kir. xwediyê xanê li me fitilȋ ȗ got: “Ên kȗ dest dabȗn ser hêştirên we yek jê lawê Qeyser Nȗşȋrevan ê mezin bȗ ȗ yê din jȋ wezȋrê wȋ bi xwe bȗ. Vanan bi hev re çeteyek saz kiribȗn ȗ mal ȗ milkên millet desteser dikirin. Wexta cara ewil hȗn çȗn cem Qeyser Nȗşȋrewan wergêrê wȋ gotinên we neçê quliband. Lewra ew jȋ endamê vê çeteyê bȗ. Wergêr bi vê armanca xwe xwestibȗ wan biparêze. Gava ku cara duyemȋn em bi hev re çȗn cem Qeyser Nȗşȋrevan ȗ bi awayekȋ rast min jê re vegot wȋ yekcar famkir ȗ derxist kȗ ên hêştirên we kê diziye. Lê belê ji ber çi Qeyser Nȗşȋrevan ji we re gotiye ji deriyên bajêr ên cuda derkevin min ev yek fam nekir.”  

            Roja piştre serê sibehê ez ji deriyê bajêr ê rojhilat derdiketim kȗ ez çi bibȋnim! Li sêdarê de du kes hatiye xeniqandin. Min sewal kir gelo ev kesên xeniqȋ kȋ nin ȗ sȗçê wan çi ne? Ji min re gotin: "Ev her dû kesên hanê dest dabȗn ser malê du 'Erebên bi armanca bazirganiyê hatibȗn vir. Ji van her dû kesan yek lawê Qeyser Nȗşȋrevan ê mezin e ȗ yê din jȋ wezȋrê wȋ bi xwe ye. Di berdêla van kirinên wan de hatine şeniqandin. Qeyser Nȗşȋrevan hem lawê xwe ȗ hem jȋ wezȋrê xwe li ber vȋ deriyê bajêr daliqandibȗn. Hz. 'Umer jȋ ji deriyê bajêr ê rojava derketibȗ. Wȋ jȋ heman dȋmen ditibȗ. Li sêdarê merivek hatibȗ xeniqandin ȗ ev meriv wergêrê Qeyser Nȗşȋrevan bi xwe bȗ. Ji ber gotinên wan bi awayekȋ şaş û neçê qulibandibȗ ew ceza kiribȗ.

            Êdȋ vay tu dibȋnȋ ȗ fêm dikȋ ku ev gotina Hz. 'Umer ya li ser hestȋ nivȋsandiye di paşxaneya wê de ev bȗyer heye. Ango Hz. 'Umer dixwaze bibêje ez di dadperweriyê de ne kêmȋ Qeyser Nȗşȋrevan im. Bi vê gotina xwe dixwaze vê yekê bibȋr bine: “Tu li hember gelê xwe stemkariyê bike wek mȋna wergêr, wezȋr ȗ lawê Qeyser Nȗşȋrevan ezê jȋ mȋna wan te daliqȋnim. Çawa ku Qeyser Nȗşȋrevan li ser lawê wȋ de dilȋ wȋ neşewitȋ ȗ ew daliqand ezê jȋ heman awayȋ te bişeniqȋnim.” 

            Di encama vê bȗyerê de ew kesê cihȗ di 'edaleta Hz 'Umer de li dadperweriya Ȋslamê bȗ şahid ȗ misilman bȗ. Divê em jȋ di vê bȗyera balkêş de ji xwe re şȋretan derxin ȗ ji xwe re bikin rênȋşan. Em di kîjan qadê de bibin desthilatdar, rêveber ȗ berpirsiyar divê em biryarên 'adȋl bidin ȗ bi edalet tevbigerin. Berȋ her kesȋ divê em bi xwe bibin rêwiyê vê riyê.   

Dawiya doza me her dem şikurkirina “ Xwedayê Rebbûl Alemîn “ e.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Berawirdkirina Alfabeya Kurdiya Kurmancî û Ya Tirkî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.