ŞALÛLÊ GULÎSTANA BAŞÛR KAWÊS AXA

Article

Di serdema zaroktîya min de, di gundê me de tenê radyoyek hebû. Piştî nimêja mexrebê giregirên gund di mala xalê diya min de kom dibûn, ewil guhdarîya ajanasê dikirin paşê jî pêlê radyoyê diguherandin, an dibirin ser radyoya Erîwanê, an jî dibirin ser radyoya Bexdayê. Ji radyoyê Bexda sewteke tîz, zelal û bi hîqe hîq difûrîya. Ji wan sala dengê ku hêj jî di guhê min de olam vedide ev bû:

-Heyranî bulbulê Kurdistan Kawês Axa. De bêje. Paşê dengek qulingwarî di fûrîya: “De xalo, de xalo, de xalo, çemê çetelê bi şewite çemekî sare Xêlo…” Bi ser bihîstina vî dengê qulingwarî de nîv qirn borî. Hêj jî ev deng di guhê min de olam vedide. Ev deng dengê Kawês Axayê Herkî bi xwe bû. Vêca gelo Kawês Axa kî bû?

Digel ku di derbarê wî de agahîyên me yên berfireh nînin jî em dizanin ku ew di navberê salên 1887 û 1890ê miladî de, li Zozanê Çarçelê ji diya xwe welidiye. Her wekî ku tê zanîn ev zozan di herêma Herkîyan de li sinûrê Êran, Îraq, Turkiya ye. Dîsa em dizanin ku navê bavê Kawês Axa Ehmedê lawê Cemîlê Kanebîyê Herkî ye. Navê diya Kawês axa jî Leyla xanim e.

Digel ku bavê wî navê Kak Weys li kurê xwe dike jî, ji ber ku di bilêvkirinê de asantir bû ew di nav gel de bêtir wek Kawês Axa hate naskirin. Bavê Kawês Axa keseke nexwenda û feqîr’hal bû.

Çavkanîyên me bi me didin zanîn ku Kawês Axa ji binemala ‘Eşîra Herkîyan e. Her wekî ku tê zanîn ‘Eşîra Herkîyan di halê hazir de di navbera Êran, ‘Iraq û Turkîyê de jiyana xwe didomîne. Ji ber ku di wan salan de hêj di navbera muslumanan de sînorên sunî nehatibûn danîn ev ‘eşîr pev re dijiya. Lê paşê bo ‘alema Îslamê salên lambax dest pê kir. Piştî şerrê cîhana yekemîn ‘alema îslamê ji hev hilweşî, bû perçe û pincik. Ji Împeretora Osmanî bi dehan dewlet welidîn. Her dewleteke nûwelid ji teref hêzeke koledar ve an fî’len hat îşxalkirin an jî bû mustemlekeyê wan. Di vê encamê de axa ‘Eşîra Herkîyan jî di nav sê dewletan de hat parvekirin. Her malbateke wan di nav sînorê dewletekî de man. Di warê parvekirinê de malbata Kawês axa jî di nav sînorê Iraqê de ma.

Malbata Kawês Axa malbatek feqîrhal bû. Lewra Ehmedê Bavê Kawês Axa bo debara xwe şivantî dikir û di navbera deşta Hewlêr û Zozanên Herkîya de diçû û dihat. Her wekî ku tê zanîn xweza û hîssîyat du birane. Deşt û çol bi hev re dilê însan di qerqilînin û hunera wî ya fitrî derdixin holê. Digel ku belgeyên me yên qet‘î nînin jî texmîna me ya qewîn ewe ku Kawês Axa yekem car li ber destê bavê xwe, paşê jî li ber destê diya xwe fêrî dengbêjîyê bûye û sitranên wan nuhurandîye. Gelo bilûrek Ehmedê lawê Cemîlê Kanebîyê Herkî hebû an tunebû em nizanin. Bi rastî ev babet hêjayî lêkolinê ye. Lewra nexasim di heyama bavê Kawês Axa de şivanên bilûrvan zêde hebûn.

Dunya deşta kerb û belayan e. Rojê dinê her roj bi mirov re nadomînin. Naçarî û desttengîya dinê hê ne bes bû, teyrê ecelê li mala Kawês Axa bû mêvan û bavê wî ji wî sitend. Teqdîra îlahî Kawês Axa di deh an donzde salîya ‘umrê xwe de sêwî ma. Leyla Xanima diya Kawês Axa digel lawê xwe pîştî wefata hevaljînê xwe ji Gundê Şêxan diçe li herêma Herkîyan li cem meta Kawês Axa bi cîh dibe. Piştî demek e kurt Leyla xanim jî wefat dike. Îdî Kawês Axa li dinê bi tena serê xwe ye.

Her wekî ku tê zanîn derd û elem û êşên dinê di dinyayê de însan radighînin û hîssîyatên wî berz, dilê wî zîz dikin. Loma Kawês Axa zû pê diavêje qada jiyanê û bo debara xwe mecbûrî xebatê dibe. Ji lew piştî wefata dayika xwe Kawês Axa dibe şivanê Ehmed Xanê Herkî. Eş û elemên dinê, mehrûmîyeta ji dê û bav, kerîyê kar û berxa, xwezaya çol û çiya û zozanan tesîreke zêde li Kawês Axa dikin û hunera wî ya denbêjîyê dikemilînin. Kawês axa dest bi dengbêjîyê dike û sitranan hem dixwîne hem di hûne. Lê pirsgirêkek wî heye. Lewra ew keseke nexwenda û nîvlal e, nikare biştexile. Dema diştexile jî kelîmeyek di navbera çend deqîyeyan de bi zor ji devê wî dertê. Ji ber vê sedemê kesê ku di hengama nuhurandinê de wî nebînit bawer nake ku ew dengbêj e. Cara ewil qabîlîyeta Kawês Axa a dengbêjîyê ji teref Hecî Nûrîyê Bawîl Axa ve tê keşifkirin. 

Ji sala 1915ê miladî pê ve Kawês Axa li bajarê Rewandiz di dîwana Hecî Newrozê Bawêl Axa de dest bi dengbêjîyê dike. Di vê salê de ‘umrê Kawês Axa li dora bist an bîst û çara ye. Li vir hêja ye ku em bêjin di vê tarîxê de li welatê Serhedê dengbêjê navdar ê bi navê ‘Evdalê Zeynikê li heyetê ye û teqrîben ‘umrê wî li dora sed salî ye. Her du dengbêj ji hev hayîdar in an nînin em nizanin. Lê em dikarin li vir bêjin ku Kawês Axa û ‘Evdalê Zeynikê hevçaxê hev in. Bes em nikarin bêjin ku ew hevnasê hev in.

Di van salan de şerrê cîhana yekem berdewam e. İmperetaora Osmanî di vî cepheyî de bi ‘Uris re di şer de ye. Di encama şer de bajarê Rewandiz di sala 1916ê miladî de ji teref ‘Uris ve tê îşxalkirin. Ji lew gelê herêmê mecbûr dibe hîcret dike.

Kawês Axa jî digel patronajê xwe ê bi navê Hecî Newrozê Bawîl Axa hîcret dike diçe bajarê Şeqlewa. Piştî ku Hecî Newrozê Bawêl Axa ji teref Osmanîyan ve wek mudûrê Şeqlewa tê tayînkirin Kawês Axa ji teref Hecî Newrozê Bawêl Axa ve wek mesûlê ‘Embara Qutê ehlê herêmê tê tayînkirin.

Li Şeqlewa bi saya dengbêjîyê Silêman Bayîz Begê Şeqlewî û Kawês Axa dibin dostê hev.

Kawês axa li bajarê Şeqlewa bi Amîneya Keça Muhemmedşerîf re dizewice. Piştî ku Ûris ji bajarê Rewandiz vedikşê îmkana vegera bajarê Rewandiz çê dibe lê Kawês axa venagere, li bajarê Rewandiz akincî dibe û bi saya dengbêjîyê debara xwe dike. Piştî demeke kurt bo îmkanên herî baş Kawês Axa ji bajarê Şeqlawa diçe bajarê Hewlêr.

 Kawês Axa di van salan de di dîwana kesên malmezin de, di dîwana axa û begê Kurdan de dengbêjîyê dike û nav û dengê wî li Kurdistanê belav dibe. Her wekî ku tê zanîn ji bil dîwana malmezinan ew di çayxaneyên wek çayxaneya ‘Elî Fileyhî de jîndengbêjîyê dike û şohreta wî belav dibe.   

Kawês axa îdî keseke bi xwe bawer e û dixwaze ku dengê têxe plaqan û di vê dinê de mayînde bihêle. Kawês Axa bi vê niyetê di sala 1930yê miladî de ji Hewlêrê diçe bajarê Bexda. Digel ku Kawês Axa bi xwe bawer e jî xwedîyê studyoyan jê bawer nakin û nîvlalîya wî wek mani‘ek dibînin. Ji lew Kawês Axa bo ku mehareta xwe îsbat bike destê xwe diavêje kerrika guhê xwe û sitrana bi navê Gênc Xelîl di nuhurîne. Xwedyê studyoyê li awaza qulngwarî û sewta bulbulwarîya kurdewarîi heyran dimînîn. Her kes dixwaze ku ew di sutudyoya wan de dengê xwe qeyd bike.

Kawês Axa li bajarê Bexda di sutudyoyên wek studyoya Bizanf, Nayef û Ne‘îm de gelek kilamên mêrxasîyê, sitranên dîlanê û lawikan di plaqan de qeyd dike. Qeydên dengê wî di radyoya Bexdayê de bi salan tên xwendin û ji teref gel ve tên jiberkirin. Îdî ew di nav kurda de hunermendeke meşhûr û navdar e. Bi qasî ku tê zanîn wî di dîwana kesên wek Îsmaîl Axayê Şîkak, Şêx Mehmûd Berzencî de jî sitran gotiye.

Digel ku Kawês axa keseke nexwenda bû jî wî sitranên xwe jiber dixwend û zû jiber dikir. Wek gelek dengbêjên dî hafîzayeke wî ya qewî wek kompîtureke fitrî hebû. Wî hem bi xwe sitran çêkiriye û hem jî sitranên dengbêjan nuhurandîye. Ji bil zaravê Kurmancî wî çend sitranên soranî jî çêkiriye. Dîsa di sitranên wî yên Kurmancî de tesîra devoka devera badînan dixwîye. Gelek sitranên wî yên şer ê wek sitrana Şêx Mehmûd, Îsmaîl Xan, Mîrpençô û… hwd di babetê xwe de wek belgeyên dîrokî hatine qebûlkirin.

Kawês Axa di sala 1936ê miladî de bo ziyaretekî diçe gundê Herşemê ku li devera Pirmamê bû. Teqdîra Îlahî li gundê herşemê teyrê ecelê tê ziyareta wî û li wir ruhê wî distîne. Nuha ew li wî gundî medfûne.

Kawês Axa digel xanima xwe bi navê Ehmed, Mihemed, Ebdullah û Cemîl çar kurr li pêy xwe hiştiye. Nuha ne zarwên wî, ne jî xanima wî li heyatê nînin. Lê nêvîyên wî li heyatê ne û bi soranî diştexilin.

Mixabin ta nuha kêm kes li ser Kawês xebîtîne. Bi qasî ku em di zanin wek kitêb tenê jelal Mela Hesen Xoşnaw kitêbek li ser Kawês axa nivîsîye. Ev kitêb bi navê Kawês Axa cara yekem li bajarê Hewlêr di sala 2000ê miladî de hatiye weşandin. Di destpêka vê kitêbê de di derbarê Kawês Axa da agahîyên berfireh hene û gelek sitranên wî hatine deşîfrekirin.  

Daxwaza me ya dawîn bo vî xizmetkarê zimanê kurdî ‘eff û mexfîreta îlahî ye. Çend sitranên dîrokî yên ku Kawês axa li pê xwe hiştiye evin:

Xêlito Midûrê Melazgirê: Kawês Axa di vê sitarnê de çîroka şerrê ‘Elî Axayê Heyderî û Rizgan axayê Hesenî anîye ziman ku ev şer di sedsala hijdehemîn de li ser zozanan pêk hatiye. Di vî şerî de Midûrê Melazgirê Xalitê Rizgan Axa ji teref Elî Axayê heyderî ve hatiye kuştin.

Genc Xelîl: Kawês Axa di vê sitarnê de destanê Genc Xelîl û dotmama wî ya bi navê ‘Edûlê vegotiye.

De Xalo: Kawês Axa di vê sitranê de xwestiye ku destanê ‘Elîyê Xwarzî vedibêje lê ji ber ku ew bi xwe ji herêma bûyerê dûr bûye di vê sitranê de gelek xeletîyên dîrokî hene. Em di rêzenivîsa xwe a bi navê Tew Dinya de bi berfirehî li ser vê bûyerê sekinîn.

Şêx Mehmûd: Kawês Axa di vê sitranê de destanê Şerrê Şêx Mehmûd Berzencî ê li dij ‘Îngilîzan wek belgefîmeke zindî vegotiye.

Mîrpenco: Kawês Axa di vê sitranê de destanê Şerrê Tarxan Begê Qelenyê û Şahê ‘Ecem anîye ziman. Bi qasî ku em di zanin ev sitran ya ‘Evdalê Zeynikê ye. Mimkûne ku ji Serhedê gîhabe Kawês Axa. Di vê sitran û ya ‘Evdalê Zeynikê de hinehk cûdahî hene.

Sadûn Axayê Gergerî: Kawês axa di vê sitranê de şerrê Sadûn Axayê Gergerî ê bi neyarên wî re anîye ziman.

Elbete sitranên ku Kawês Axa di warê bûyerên dîrokî de nuhurandîye ne ev bi tenêne. Wî bi dehan sitranên şerr, kilamên dila, kilamên şînê û sitranên govendê nuhurandine. Nûha gelek sitranên wî arşîvên Bexdayê de qeydkirî ne. Ji ber ku sînorê vê nivîsê mehdûde me xwest ku em kurtî Kawês Axa bi bîr bînin.

Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em bo we duadarin, ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê KURTEJÎNA ŞÊX QUTBEDDÎNÊ KORİKÎ Û DU HELBESTÊN WÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.