MEHRÛMÊ REMEZANÊ

Article

 

Ji bo a‘lema Îslamê ciyekî mustesna ji meha Remezanê re heye. Ji ber vê, meha Remezanê wextê ku tê, ‘eşq û kêf dikeve nav mislimana. Her çiqasî zehmetîyê rojîya Remezanê hebin jî, ev zehmet, ne ewqasî zor in kû meriv nikâribe zora wan bibe. Lewra em mu’min, ji vê yeqîn dikin kû Xweda Te’ala, barê ku em nikârin rajênê, nade ser pişta me. Ew kesên ku quwweta wan têrê nake ku rojî bigrin, wekî nexweş û rêwî yû yextîyarên ji quwwetê ketin, ji xwe ew ji rojîyê mû’afin.

Ji ber kû meha Remezanê her sal yazdeh roja zûtir tê, rastî bihar û havîn û payîz û zivistanê, ye’nî rastî tevê demsala tê. Tebî’îye ku ji rojîya van demsala, a herî bi zehmet, rojîya havînê ye. Me’lûm e kû li welatê me, di vê demsalê de misliman, ji sê parê rojê, du pâra bi rojî dimînin. Di van rojên herî dirêj û germ de, wextekî hewqa dirêj de, meriv tî û birçî bimîne helbet ne rehet e. Hela ku meriv mecbûrê ji derve bişuğule, wê demê zehmeta wê hîn jî zêdetir dibe.

Bi qasî ku tê bîra min, wextê di zarokîya min de, min bi dest rojîyê kir, mala me li Berrîya Mêrdînê bû; rojî rastî dawîya meha gulanê hatibû.  Weke ku tê zanîn, li welatê me, dawîya meha gulanê, ji havînê tê hesibandin. Lewra gelekî germe û wextê paleyîya ‘erdê bejî ne. Xweş tê bîra min, wextê palayîya nîska bû. Rênçber, di bin germa rojê de, mecbûr bûn di nav ‘erda bişiğûlin. Lê dîsa jî kesî, dil nedida (qêmîş nedikir) ku rojîya xwe bixwe. Xewlî yû desmalê şil di dane ser serê xwe; û bi vî awayî bi desta, bi das û tirpana paleyîya xwe dikirin.

Heta pazdeh-bist sal berê, di nav gelê me da rojînegirtin ‘eybek e gelekî mezin bû. Di gündeki de kesê kû rojî ne digirtin, bi qasî tilyê destekî ya hebûn ya tunne bûn. Evan jî qet’îyen rojî bi eşkereyî ne dixwarin. Wextê dihatin nav rojîgira, wan jî wek wan dikir. Hetta gelek kesên ku limêj ne dikirin, di meha Remezanê de rojî digirtin; limêjê terawîha bi cema’etî dikirin.

Li welatê me, li dora Midyad û Kercews û Kerboranê fillehê cî hebûn. Li gor ku mezinê me dibêjin, van filleha, hurmeta meha Remezanê qet ne dişkandin. Li cem Mislimanekî xwarin û vexwarinê berde, ciğare jî ne divexwarin.

Di nav gellê Misliman de ‘urf û ‘adet, li gorî qaîdê dînî şekil distînin. Wuhareng di nav gellê me de, di meha Remezanê de, alîkârî yû li hevpirsîn bûbû ‘adet ji me re. Li halê feqîra pirs dihate kirin, zekat û fitre, di hate dayîn ji muhtaca re. Mirovan, hevdû de’wetî malê hev dikirin ji bo fitarê; û ji bo mirovan teva, mewlûdên bi ziyafet dihatin çêkirin.

Mirovên rojî digirtin, piştî wan zehmetê kû di tevê rojê de ditîn, wextê fitarê kêfxweş dibûn. Ji kêfa fitarê xwarinê herî xweş dihatine çêkirin û ji van xwarina, di dane cîrana jî. Wextê meriv vana teva di fikire, me’na vê gotina “Ax, ka ew Remezanê berê!” meriv nû fêm dike.

Ev hurmeta ku însanê berê, didane Remezanê, çi hezîn e ku di vî zemanî de em nabînin. Di van salê dawî de, ji ber ku hinek fikrê neyarê Îslamê, di nav gellê me de ji xwere cî girtin; ji ber ku însanê me, zêde têkilî xirecira meselê sîyasî bûn, hîssîyat û ‘adetê Îslamî di wan de ze’îf bûn. Piştî aletê wekî telefon û internetê, heyata me xiste bin destê xwe de, em ketin destê heyatake ji dîn dûr. Xort û ciwanên bi sedemên cuda, ji welatê xwe çûne ğerîbîyê, ketin nav derûdorê ku şop û esera Îslamê di wan de qet tune. Piştî demekê li van dera, ji dîn û ‘urfê xwe dûr bûn û bûn nexweşê bê-me’newîyatê. Ev rebenên ji kok û rehê dûr ketî, wextê vegerîyan welêt, ev nexweşîyên xwe jî bixwe re anîne nav gellê me û hevalê xwe jî bi xwe re xera kirin.

Belê, di dawî de çi bû? Nesleke  wuha derkete holê; kû nizanin bê dîn û îman çiye; ‘ûrf û ‘adetê me çiye, limêj û rojî çiye… Ev nesla bedbext, ji hurmeta Remezanê jî bênesîb ma. Mirovin derketin, ku na fikirin, na bêjin “Ev mirovên li cem min bi rojîne, lazim e ez ji wan re hurmetê bigrim.” Ev jî dibêjin, “Em Misliman in!” Lê belê, taştîya xwe jî bi eşkere dikin; firavîna xwe jî, li hewşa xwe, di nav zarokê xwe de, li ber çe’vê cîranê xwe yî bi rojî dikin. Li ciyê îş jî, bi hevalên xwe re, xwarina xweyî ku di firnê de çêkirine, li ber çe’vê her kesi dixwun. Çaya xwe, çiğara xwe û ava xweyî cemidî, li ber rê, di bin siha dara, bi eşkereyî di vexwin.

Ji van însanê bê edeb re, ez kârim vê bêjim: “Va xwûya ye, ku hûn ji Xwedê natirsin! Balo, ji ‘ebda fedî bikin! Kesê rojî bigre jî û ê negre jî wê bimre. Emê li dinya dî binêrin, bê kî wê bi xisire û wê kî kâr bike!”

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê JI BO ÇI HZ. MUHEMMED JI ME RE HEWQAS GIRÎNG E
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.