Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me 4 - Sirgûna Zarok û Pîreka

Article

Me zarok û pîreka ji girtîgehê derxistin. Şertê girtîgehê pir giran bû. Ji bo em tev bimrin şertê wir li me giran dikirin. Nêzî salekî bû ku me serê xu neşuştibû. Birê min yê biçûk bi navê Fetah texte kurusu ketin canê wî. Bi rastî textekurusu ketin canê me teva, bi tevî sipî û rişka bi hevra. Canê me dixwarin. Li xweyna me dimijîn. Ji ber paqijî tinebû em ji wan xelas nedibûn. Ro bi ro ew di canê meda jimara xu zêde dikirin. Me sirgûn dikirin. Me birin ber tirêna û ji hev qetandin. Her hinik ji me kirin vagoneke cuda yên tirene, em hevalên hevê hefsê li wir ji hev qetîyan û cardin me hev nedît. Lewra her hinik ji me sirgûnî wîlayeteke cuda yên Anadolê kirin. Tirên ji xu bi roja di rê de dima, wan jî me bi meha di rê de hîştin ku ji bo eziyet bidin me. Birê min Fetah serya yek salî re di rê de wefat kir. Leşkera cesede wî ji me sitendin û birin li kêleka rê ‘erd vedan û kirne ‘erdê. Ez bi cesedê xûşka xu Sonya û evê fena wê sebîyên ku wefat kiribûn ra diçûm heta cîyê ku wan defin dikirin li girtîgehê. Belê ez bi birê xu Fetah ra neçûm û min definkirina wî jî nedît ku bê çewa defin kirin. Lewra ne dihîştin ku em ji vagona xu derkevin derve. Me birin dora mehkê li ‘Entabê dan sekinandin û nehîştin em ji vagonê tirênê derkevin.

Paşê me birin mehkî jî li Edenê dîsa di vagonê tirênê de hiştin. Meqseda wan ku em jî di ber rûhê xu nedin û bi rê de bimrin. Ya rastî pirê sebîya bi rê de ji birçîya mirin. Her cîyek ku lê disekinîn vagonê me ji tirênê diqetandin û tirên bi rêya xu da diçû û em li wê der di bin nezareta leşkera da bi meha di hundirê vagona da dihiştin. Her hinik esîra jî ji me bi şehrekî va şandin. Min û dîya min jî birin Qeyserîyê. Ez û dîya xu man li Qeyserîyê bi serê xu. Me ti cîh û war nizanîbûn. Me ti îş û kar nizanîbûn. Ez û diya xu bê xwedî li şehrê xerîb ku me di xewna xu da nedîtîye man li ber derîya. Leşkera me avêtin wir û çûn.

Heta wê gavê ji mala me çar can çûn dunya heq. Ez û dîya xu man bitene, lê belê birakî min deh salî bi navê Mehmud hebû ji min mestir, min di serî da behsa wî kiribû. Wexta ku leşkerê Kemal me bi tevîhev bin çav kir ew çax birê min Mehmud jî bi me ra hatibû binçav kirin. Leşkera bi roja me bi linga meşandibû û anîbû girtîgeha Dîyarbekir. Diya min bi rê de îmkan dît û birê min Mehmûd teslîmî merivekî me kir û wî şand bal mala xalanê min ku li navçeya Hênê dirûnin. Bi vî hawayî hêvîya ku ji mala me şexsek ji mirinê xelas bibe çêdibû. Birayê min bi saxî selametî dighîje mala xalê min. Belê leşker rojekê digrin ser mala xalê min. Ew jî ji hebûna birê min ditirsin û dixwazin wî veşêrin da ku tiştek neyê serê wî. Wî di kadîna xu da diveşêrin. Leşker ku digrin ser malê diçin li kadînê jî dinhêrin. Bala xu didinê ku sebîyek deh salî di wir de xu veşartîye. Wî jî digrin û meselê fêm dikin ku lawê qaçaxekîye. Binçav dikin û bi xû re dibin. Belê mala xalê min ku wî di kadînê de veneşartina û li ba xu bihiştina wê yek ji zarokê wan bihesibandina û wê wî negirtina û bi xu ra nebirina. Wê nezanî û tirsa wan bû sebebê girtina birê min û bû sebebê ku bi wê zaroktiya xu bi serê xu bi alî welayetê anadolê de bi sirgûn here.

Ciyê sirgûna birê min Mehmûd wîlayeta Nîxdê bû. Ew li Nîxdê sirgûn dijî ez û dî ya xu li Qeyserê sirgûn û wî li mala xalê xu dizanin. Ev jî ji me ra dibe tesellî. Em divên ku birakî me sax selamete û ku em jî sax bimînin hêvî heye ku rojekî wê Xweda me bighîne hev. Pîrekî ku sirgûnî Nîxdê bûbû rojekî li Qeyserîyê em leqayî hev bûn. Dîya min xwest ku jê hinek hewadîsê nû hîn bike. Di nav xeberdan û sohbeta wan da behsa di rêya sirgûnê de ezîyet û serpêhatinê xeyrî însanî kirin. Di wir de behsa lawekî kurîn bi navê Mehmûd û ku bi tenê hatîye Nîxdê kir. Dîya min fam kir ku ew Mehmudê birê mine. Belê ew çewa li mala xalê min hatîye girtin û hatîye sirgûn kirin me ti me’nakî nedayê. Em li pey hanîna wî ya ba xu sekinîn.

Cîranê meyî li Qeyserîyê piştî me nas kirin ji me pir hes dikirin. Ji me ra xwarin dianîn di ‘îda qurbanê de ji me ra goştê qurbanê dihanîn. Wisa pir goşt dihat ji me ra di ‘îda qurbanê de dîya min goştê zêde dikir qelî û me di zemanê din da dixwar. Ji bo dîya min îş didîtin. Dîya min bi vî hawayî îşê li gorî xu dikir û me pê îdara xu dikir. Ji me ra xanîkî biçûk û kirya wî erzan dîtibûn. Mesela birê min Mehmûd bihîstin û pê pir mehzûn bûn. Ji dîya min ra gotin, “Here ba walîyê Qeyserê û daxwaznamekê binivîse, hêvî heye ku lawê te bînin cem te.” Li ser vêya ez û dîya xu rabûn çûn ba walî û me daxwaznamek nivîsand û dayê. Walî me girt oda xu. Bi dilekî henûn me li ba xu da rûniştandin. Daxwaznama me xwend û hedîsê ji me gûhdarî kir û bi halê me girî û hêstirkê wî bi ser çavê wî de barîn. Pêre em jî girîn lewra heta wê gavê ti însanekî fermî li halê me nepirsîbû û dilhenûn nehatibû dîtin. Pêre telgraf kişand ji walîyê Nîxdeyê re û xwest ku birê min bişîne Qeyserîyê ba min û dîya min. Paşê çengekî pere xwest bide min. Min ji deste wî ew pere negirt, lewra dîya min, min wiha terbiye giribû. Min li ser terbîya dîya xu heta ew gav ji destê ti kesî pere ne girtibû. Walî pir israr kir. Dîya min ji mira got, “Qîza min ji destê wî bigre.” Min li ser gotina dîya xu pere ji destê walî girt û bi hêvîya ku roj kî zû birê min Mehmûd bighîje me em hatin mala xu.

Di ser hevdîtina me û walî de 45 roj derbasbû lê belê birê min Mehmûd neşandin Qeyserîyê ba me. Ez û dîya xu cardin em çûn ba walîyê Qeyserî. Walî çavberî me da şaşbû. Ji mera weha got, “hê Mehmûd nehatîye malê. Min li ba xu digot ku niha zûda hatîye ba we.” Pir hêrs bû ji walîyê Nîxdê. Pê ra têkilî bi walî ra kir û jê re wiha got, “Dêmek ti walî yî ez ne walî me, çima te wî sebîyî neşande ba dîya wî. Demek em li vira uşaxin, lewma gotina me pere nake li ba te. Ew sebî derhal wê were Qeyserîyê, yan na ez zanim çi bi te dikim.” Cardin dilhenûnîkî wek cara ‘ewil nîşanî me da. Ez û dîya xu em hatin malê. Nîvê şevê da derê me lê ket. Ez û dîya xu bi hevra çûn ber derî. Lewra em li benda ku birê min Mehmûd were, ranezabûn û di nav heyecane kî dabûn. Dîya min bê pirsandin bi lez derî vekir. Birê min Mehmud anîbûn. Dîya min wî hemêz kir ser û çavê wî maçî kir. Bi ber dilê xu va zeliqand û pê de girî. Xu negirt û bi deng girî. Merivê ku wî anîbûn di nav derî da li ser pîya man û ew jî bi halê dîya min û birê min pir mehzûn bûn. Bi hatina Mehmûd em pir kêfxeşbûn. Ew sax bû û zilam bû, wê xwedîtî li me bikra. Belê bi hatina wî birîna bavê min û xwişk û birê minê ku wefat kiribûn nû bû. Paşê dîya min ew kesê ku Mehmûd anîbûn mala me girt hindir û hinik hedîye û gore dan wan.

Birê min Mehmûd tiştê ku bi serê wî de derbas bûbû tevî ji mera behs kir. Paşê dîya min serê wî şuşt û cilê wî guhert. Birê min Mehmûd pir bi aqil bû. Di zemanê paş da eziyet û zehmetê ku bi serê wî de hatibûn, wî pijandibûn. Di roja ‘ewilî da ji dîya mi ra got, “dayê ji mira sindoq û tiştê boyaxê bistîne ezê derkevim boyaxê, sola boyax kim. Dîya min jê re qûtîya boyaxê sitend û birê min derket boyaxê. Qet ji bîra min naçe ku birê min Mehmûd di roja xu ya ‘ewilî de ji îş hat û ew roj bi perê ku kar kirîye ji me ra du nan û hinek helawa ‘Entabê sitendibû. Pir kêfa min û dîya min hatibû. Ew roj me fam kir ku wê Mehmûd li me binhêre û ewê me hewceyî tû kesi neke. Şukur ji Xweda ra, bi hatina Mehmûd îdî hewceyên me ji mala me diqedîya em hewceyî ti kesî nebûn.

Piştî îskankirina mecbûrî ji ser me rakirin, em çûn Edenê ji bo bişuxulin. Li wê derî ji me ra gotin. “Herin beledîyê ewê bi we re bibin alîkar û we bişînin welatê we. Em jî çûn belediya Edenê û me daxwazîya xu ya ku bifetilin welatê xu li wan kir. Wan jî wê daxwazîya me qebûl kir û em şandin heta Dîyarbekir. Em piştî hatin Dîyarbekir, ji wir şûnda bi imkanê xu em derbasî navçeya Hênê bûn. Li Hênê em muddetekê li mala xalê min ‘Umer man. Birê min Mehmûd ji xu ra dûkkaneke sola vekir. Merivê me jî di nav hevda pere top kirin û ji me ra xanîkî çêkirin. Em ketin wî xanîyê xu û me heyata xu li ba merivê xu berdewam kir.”                                                     

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlî‘amên Li Herêma Me -4 Serê Li Ser Singûya
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.