ÊŞA GÛZEKÊ

Article

 

Li ber tava nîvro bi gavên giran giran û ligel şurika xwêdana li stûyê dimeşiya Ciwanro. Di her dilopên xwêdana li stûyê laşê wî de bêtir giran dibû û nigên wî ji gavan aciz dibûn. Bi çend gavên din digihaşte çiva malê û mal jê xwûya dibû. Lê belê sola wî ya salane, li kêleka gûzekê dixist. Û çermê binê gûzekê şerqitandibû û sor kiribû sola salane. Mîna betanê nerm û zirav bûbû. Germ û serma erdê temamî dida hesandin. Û ligel xwêdana şurika stûyê wî, xwêdana sola reş ya salane jî zor lê dida. Wekî nigê wî di nava çiravê de be, di hundirê solê de dişemitî û li ber wî dihat. Her go li ber dialiqî êşa gûzekê bêtir dibû û gavên giran, germa rojê malê ji ber wî direvand.

Bi êşa gûzekê û meşa li kêlek xwe gihande çiva malê. Mal li wî xwûya bûbû. Rêya wî kintir bûbû. Çavê xwe li malê girt û ripîrast ber malê de meşiya. Êşa gûzekê bi xwêdana solê bijantir dibû li ber tava nîvro.

Li ezmên perçeyeke ewr ji dermên jî tune bû. Ezmanê şîn heta jê dihate bi rengê xwe seyandibû ji bilî mêzîna tavê. Û kerr û kor kiribû ji deng û rengê çivîkên taxê. Siya dar û dîwaran bûbû stargeha ajalên kerr û lal. Kûçikên li ber dîwaran, ji kelakela navêro nikanibûn mêşê xwe jî ji xwe biqewrandana. Tenê carina teriya xwe li toz û telaza erdê dixistin û şêzên dora xwe diqewrandin. Lê belê hilkehilk û girêza wan, bêtir mêş û meholan li wan kom dikir. Û ji ber mêş û meholan ji ruhê xwe acis bûn.

Êşa gûzekê li Ciwanro xirabtir dibû. Lê belê xwe gihande deriyê derve yê malê. Û destê xwe avête deriyê darîn. Derî, ji bînî ve hêdî hêdî riziyabû. Boyaxa wî ji ber hewa û baranê hino hino hatibû xwarê. Û textên derî bi çend ben û mîxên zingarî li hev hatibûn girtin.

Ciwanro bi çirkîna menteşeyên derî, nigên ji gûzekê janbar avête hundirê hewşê. Bi çirkîna derî, hechecikên ji ber germê xwe dabûn hêlînê, bi xirecir ji hêlînê firiyan. Qireqîca hechecikan bi nerm û lerzeke din vedida. Û tiştekî digotin. Îro hechecik, bi awayekî din diqêriyan. Û li ber dikê diçûn û dihatin.

Mêş û meholên li xwarin û hûrikên ser pêlikê bi gavên gûzeka bijan, şadiyeke bêhempa kirin. Û dîlan û govenda heft keç û heft lawan dikirin. Îro, rojeke cuda bû ji bo Ciwanro.

Ji ber qamkinikiya Ciwanro hîna jî tiştek nedîbû. Û ti wate nedida van hemû tiştan. Nigê bi xwêdan li sola şematokî ber bi pêlika duyem û paşê sêyem diavête. Hechecikan xirecireke mezin datanî. Û mêş û meholan jî dîlana yên ji me çêtir datanî.

Ciwanro bi êşa gûzekê nigê xwe avête ser kevirê ji gend û gemarê reş bûye yê pêlika çarem û çi bibîne! Sê fer sol. Belê sê sol. Him jî nipînû.

Li ber deriyê hundir sê fer solên nû hebûn. Gelo mêvan li malê bûn. Kî dizane ev mêvan çi dewlemend bûn. Û xwediyê wan solan bûn. Gelo xaniyê wan çiqasî mezin bû. Yan di hewşa wan de çi darên mêweyan hebûn. Yeqîn dê daşika kera wan jî heba. Û divê bida çargava. Heta bi kindir û hefsar ba jî. Ji xwe werîs pir erzan bû. Û dê li wan nehata. Na na divê kindir û hefsar jî heba.

Hîn di van xeyalan de bû, dayika wî derî li ber kezeba xwe vekir. Û Ciwanro çav li dayika xwe ket. Ciwanro: “Dayê ma mêvan hene?”

Dayik: “Na dayêcan. Kes li malê tune.” Ciwanro: “Ev sol yên kê ne?” Dayik: “Ev sol yên me ne. Ev jî ya te ye.”

Belê, ev jî ya Ciwanro bû. Him jî sor bû. Hundirê solê bi betan bû. Yeqîn divê xwêdan neda. Û êdî nema li gûzeka wî bixista. Û nigê wî di solê de nema bişemitiya.

Bavê wî, barê êzingan ku ji pênc kîlometir dûrî gund dianî, her dem bi asûkiyeke xwe dida. Vê carê jî barê êzingan bi solên salê dabû. Û ji bo her kesî fereke sol kirîbû. Solek ji bo Ciwanro jî kirîbû. Lê belê sola Ciwanro, nimroyek du mezintir bû. Da ku sala bê jî têxe pê. Û heta saleke din jî Xwedê mezin bû.

Ciwanro, sola xwe girt. Bi tiliyên xwe yên zirav û nazenîn betanê hundirê solê miz da. Wey Xwedêyo! Çi stûr e! Û bi kabik e! Ji erdê jî bilind e! Êdî germ û serma erdê nigên wî neêşanda.

Ciwanro, bi vê kêf û şadiyê çawa kire êvar, kes nizane. Solê xwe danî ber balîfa xwe. Û werê bi vê kêf û şahiyê raket. Car car hişyar dibû. Û li solên xwe yên sor dinêrî û carde radiket. Bi elveketî li xwe kir sibe. Û berî dîkê sibê hişyar bû. Serçavê xwe şuşt. Kincên xwe yên dibistanê li xwe kir. Porê xwe şeh kir. Bi çend pariyên li ser nigan şeltê xwe girt û ji derî derket. Sola xwe ya sor xist pê, bi tirsa êşa gûzekê. Û wa ji jor de li xwe nêrî. Wey! Çi xweşik e! Yeqîn îro li dibistanê sola xweşiktirîn ya wî be. Lê ji nişka ve dilê wî ma. Ti carî bi soleke werê neçûbû dibistanê. Û li ber xwe ket. Îja dê çawa bike? Dê çawa bi van solên xweşik here dibistanê.

Hîn hechecik û mêşên hewşê hişyar nebûbûn. Her tişt di xewê de bû. Tenê Ciwanro hişyar bû. Û Ciwanro carde jî şerm dikir. Û li ber xwe diket. Dê çawa bi van solên xweşik here dibistanê.

Ciwanro, hêdî hêdî ber bi tenûrê ve çû. Û solên xwe yên sor bi ariya tenûrê hilda. Ji reng û xweşikiya solê tiştek nehişt. Ji jor ve li sola xwe nêrî. Û got: “Sol îja bû sol.” Ew bi gend û gemariya xwe şad bû.  Û tiştên nû lê suwar dibûn. Ji ber wê, sola xwe gemarî kir. Werê derket û çû dibistanê bi jibîrnekirina êşa gûzekê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mustefa RÊZAN

  • ÊŞA GÛZEKÊ
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.