Rastî Şîara Muminaye

Article

Ebdûllahê kurê Mesûd (r) got; Resûlê Xwedê ‘eleyhîsselam wiha kerem kir:

"Rastî bi we dikeve. Bêgûman rastî dibe bibal qencîyê, qencî jî dibe cennetê. Kesê go bi rastîyê peyv û karê xwe bike, ew kes li cem Xwedê Teala "siddîq" yanî rastmend tê nivîsandin. Xwe ji derewa bisitirînin. Bêgûman derew însan dibe bibal nebaşî, nebaşî jî dibe bibal cehnemê. Kesê go peyv û karê xwe bi derewa bike, ew kes li cem Xwedê Teala "kezzab" yanî derewçî tê nivîsandin."

Rastî şîara pêxember û muminaye, derew karê kafir û munafiqa ye. Rastî derîyê se’adeta ebedî vedike. Derew sîfetê kufrê yê herî mûhîm e, elametê munafiqtî yê eşkere ye. Di vê roja me de derew, exlaq xerakirîye û wek nexweşîyeke bişewb civak pêçaye. Civakek go derew ketibe nav dibistan û perwerdehîya wê, sûk û bazarên wê, meclîs û leşkerîya wê, ew civak ne mumkune go biedile. Ji ber vê, rastî ji mirov, malbat û civakê re, wek nan û av îhtîyac e. Rastî esasê Îslamê, elametê îmanê û exlaqê Mûhemmedî ye. Bilindbûna maddî û menewî bi rastîyê reye.

Xwedê Te’ala di Qur’ana Kerîm de beyan kiriye ku duristî piştî merteba pêxembertîyê herî merteba mezin e. Ji bo em rastîyê ji xwer bikin exlaq, lazim e bi însanê rast re em hevaltîyê bikin çewa go Xwedayê Teala kerem kirîye: "Gelî yên bawerî anîne! Xwe ji (ezabê) Xwedê biparêzin û bi rast û duristan re bin."

Li axîretê herî tiştê go fêda wê li me bibe rastî ye. Yani xelasîya exretê di rastîyê de ye. “Roja qiyametê Xwedê wê bibêje: Ev, ew roj e ku tê de rastîya rastgoyan dê feydê bide wan. Ji wan re bihiştên wisa hene ku di binê wan re çem diherikin. Her û her, ewê lê bimînin. Xwedê ji wan razî bûye, ew jî ji Xwedê razî bûne. Ha serkeftina mezin ev e.”

Îmam ‘Elî eleyhisselam di derheqê rastî û derew de wiha kerem dike:

“Rastî, te xilas dike eger tu jê bitirsî. Derew, te dibe helakê eger tu jê êmin bî.”

Rastî sebebê avabûna hemî tişta ye; derew, sebebê xirabûna hemî tişta ye.

Rastî, emînetî ye; derew, xiyanet e.

Qedr û qîmetê her kesî qasî himmeta wî ye, û rastîya wî qasî camêrîya wî ye.

Kesê zimanê wî rast bêje, ‘emelê wî jî pak û paqij e.

Pêxember eleyhisselam kerem dike; di qelbê însan de îman û kufr, rastî û derew, xayintî û emanet nikarin li cem hev bimînin (Îbni Hanbel). Ji ber vê muminekî heqîqî nabe derewçî. Ew li hemberî rebbê xwe, li hemberî însana û li hemberî nefsa xwe rastî û duristî ji xwer kiriye şîar. Xweda me bigerîne ji ehlê rastîyê û me ji derewa bistirîne.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê ALÎKARÎYA XWEDAYÊ TE‘ALA
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.