SEDAN SALL E

Article

 

Sedan sall e

Le wêran e mallî xom da

Kitekorey goşey mitbeqî sultan im

Sedan sall e

Hewş û berey xom walla ye û

Le ber dergey dizanî xom pasewan im

 

Sedan sall e

Rojêk debim

Be meyterî walî Bexda.

Rojêk le Taran kotallim

Rojêk lîfkem

Piştî jinî sultan deşom,

Rojêk geskim Şam demallim!

 

Sedan sall e

Wekû çingêk danewêlle

Daşî mêjû firrêy dawm

Her çiwar dewrim şaroçke ye û

Mêrûle demyan tê nawim

 

Sedan sall e

Kase serim - minare ye

Kê bê, dengî tiya helldebirê

Sedan sall e

Nîştîman im - nêrgele ye

Kê bê, be demîyewe degrê

 

Sedan sall e,

Le ber dergey tekyey cîhan

Cutêk solî pîne pînem

Kê le pêm ka bo ew deşêm

Sedan sall e

Diway tillîşêk firê dedrêm

Sedan sall e

Diway pîneyek le pê dekrêm.

 

Min piştêkî birîndar im

Le qamçî xom raperrîwim

Min lafawêkî lasar im

Lew kenarane hellsaw im

Ke tengyan pê hellçinîw im

Nanîşmewe.

Nanûmewe.

Bê aramim

 

Aramî min çirayek bû

Reşebay dewrim xwênî rişt

Bê bezeyîm

Bezeyî min zeryayek bû

Bînyan pêwena û hellyan mişt

Nanîşmewe.

Nanûmewe.

Ke min dan bim, kiwa derfet?

Ya min mêrû

Ke min xwên bim, kiwa derfet?

Ya min zêrû.

Qehpen ewaney pêm dellên:

Dan û mirû biray yek in

Qehpen ewaney pêm dellên,

Xwên û zêrû biray yek in

Qehpen ewaney pêm dellên,

Masî û çengall,

Mişk û cewall,

Dest û çizû biray yek in

Qehpen ewanî pêm dellên,

Pet û gerdin,

Giwêzan û mû biray yek in

Wern xelke,

Le nêçîr û zam biprisn,

Billên tu xiwa,

Xencer heye zam tîmar ka?

Rawçî heye nêçîr nexwa?

De xellke,

Le ka biprisn,

Qet agirî sardî dîwe?

Le hêlaney mel biprisn,

Beniyazî maç,

Qet mar demî tê jenîwe?

De le dar berrû biprisin,

Tewrî dîwe dar nebirê?

De le kerîş biprisn,

Gurgî dîwe kerdirr nebê?

Qehpen ewaney pêm dellên,

Marî şîrîn jarîş heye.

Qehpen ewaney pêm dellên,

Tewrî biray darîş heye!

 

Min piştêkî brîndar im,

Le qamçî xom raperrîwim

Min lafawêkî lasar im

Lew kenarane hellsaw im

Ke tengiyan pê hellçinîwim.

Na nîşmewe

Nanûmewe

Bê aram im

Aramîy min çirayek bû

Reşebarî dewrim xwênî rişt

Bê bezeyîm.

Bezeyîy min zeryayek bû

Bînyan pêwena û hellyan mişt!

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Abdullah Peşew

  • SEDAN SALL E
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.