CEJN Û ÎD Ê ME ŞÎARÊ ÎSLAMÊ NE

Article

Îd kelîmak bi zimanê erebîye, di luxet de bi ma’na kêfu şahîyên bune adet, roja civandinê ye. Eslê vê Kelîmê İwd e, Ev bi ma’na zîvirandin dÎsa ye. Îbnul Erebî vê kelîmê bi zîvirandina demsala ve girêdide, dibêje zîvirandina salê bi sedem kêf û şahîyek nu bikar tîne dibêjin îd..

Di demên borî de Îd û cejna Ereba ya herî mazin Hec bu. Hec zîvirandina li dora tiştekî ye. Bi sedem gelê Erep li dora Ka’bê dizîvirîn , ji vê zîvirandinê digotin Hec, îd, Tewaf. Gotina îd ê, di Qur’ana pîroz de hew carekê derbas dibe.

Di dewra cehaletê de hinek cejnê Ereba li gorî adetê cehalete dikirin hebu. Rojê wan yê pîrozbahîyê ku li dora puta pîroz dikirin hebu. Di dema cehaletê de cejnê dÎnî di mÎhrÎcana de bi bi sazbendî, şerap û reqoseka dihat pîrozbahî kirin.

Li Hîcazê cejna Eraba ya herî mazin di meha Zilqade de li panayira Uqaz û Meccene dihat pîrozbahî kirin.

Li Mekkê salê carekî bi navê Zatü Enwat cejnek dihat pîrozbahî kirin. Zatü Enwat, navê darek li HudeybÎye bu. 17 km durî bajarê Mekkê bu. Darek şîn û mazin bu. Gelê Erep salê carekê dihatin şurê xwe bi gülîyê darê ve dadiliqandin, der dora wê dihebandin, Qurban serjê dikirn. Mêvanê Beytullahê dema dihatin Mekkê, jibo hürmeta Kabê Xeftanê xwe bi gülîyê vê darêv dadiliqandin. Paşê diçun Beytullah zÎyaret dikirin.

Cejnek xelqê Medînê ya xususî tunebu. Xelqê Medînê Du Cejnê mecusîya Pîrozbayî dikirin. Ya Yekemîn: Di 21 ê Adarê ya bi navê Newruzê bu. Ya Duyemîn jî: Cejna Mîhrîcan, ya şev û roj dibe beramberî hev.  Ev jî di 16 ê meha 7. Mîn de pîrozbahî dikirin. Xelqê Medînê ji bil van herda, cejna Yahudîya ya bi navê Yewmüs Sebasîb car car Pîrozbayî dikirin.

Resülé  xweda (s)  dema hîcretî Medîné kir xelqé Medîné ev cejnê Mecusîya pîrozbahî dikirin.

Weke di temamé adeté wanî cahilîde guhartin çékir van herdu rojé î’dyé wan jî li gorî îslamé guhart, u ji wanre wuha got: “Gelî müslümana! Xweda ji bedéla van herdu rojé we ye î’dyé du rojé bi xértir xilatî we kir; ev herdu roj: Yek îdya Remezané, u ya din jî îdya Qurbané  ye. Di van roja de ewil nimêj bikin paşê cejnê pîroz bikin.  Buharî îdeyn:3/  Müsl. Edahî:7 / Müsned c.3 s103 /Ebu Dawud selat: 245

Îbadeta Hecé dîgel di sala hîcrîyî nehade ferz buye îdya qurbané berya Hecé bi heft sala yanî di sala hîcrîyî duda de weke rojî , niméj u zekaté hatiye xilat kirin.

Îdya Remezané bi navekî di îdya fitra ji berk u Müslüman mehekî li du hev bi rojî derbas kirine xilata kéf u hévîya rehma xwedaye,  mukafata rojîyé ye xweda dide e’bdé xwe.

Îdya Qurbané jî; Hem yadîgara Qurbankirina hz Îsmail di bîrewarîya merivde tîne u hem jî yadîgaré îbadeté xwe ye hecé bi îdya Qurbané teqwîye dikin. Nexasim roja E’refé yî ku li péş îdya Qurbané xér u qîymeteke wéyî mazin li ba xweda heye. Çungî weqfe yanî rukné hecé yî herî muhîm di vé rojéde té bikaranîn. Heta li gorî hedîseke ku ji ibnu mace hatiye rîwayet kirin  “ Kirina î’badetayî di évaré herdu îdta de di qaté xweda de gelek meqbule.”    İbnu Mace  siyam: 68

Resulé Xweda (s) dibéje: “ roja e’refé, roja îdyé u rojé teşrîqé rojén me yê cejnê ne, di van roja de buxwun, vexun,”

Îd ji berk u rojé kéf u şahîyéne, divé ku berya were neriv haziriya wé bike. Di van roja de nexasim cilé xwe ye herî qenc u nu li xwe bike, xuslé bitsîne, béhné xweş bi ser xwe dake, u  jibona çuna niméja îdyé  meriv tékeve riya mizgefté. Resülé xweda di îdyé remezané de berya biça mizgefté tiştek duxwar u piştre diçu mizgefté,  dı yén Qurbané de piştî ku ji mmizgefté dihat xwarin duxwar.

Piştî niméj u xutbe diqedîya îdanîya eshabé  xwe dikir. U di rék başqer vedgerîya mala xwe îdanîya ehlé mala xwe dikir.

Ey  e’bdé xwedayî tobedarî ku li hember érîşé şeytanî sîtemkar xwe muhafaza dikin! Bi domahîya sé meha nexasim bi sebep cehd û xîretkarîya di meha remezané de we kir em we pîroz dikin. Di mijara terbîya nefsé u mücadela bi şeytanre serkeftinek mazin we qezenc kir. Jibona xweda hun tî man… Jibona xweda we şevé xwe béxew derbas kir… Jibona xweda we desté xwe diréjî alîkarîya feqîr mihtac u mezluma kir… Jibona xweda hun çune li civaté i’lim runiştin… Jibona xweda we terka guneha kir… jibona xweda we bi şeytanar mücadele kir… jibona xweda we xwe ji hezkirina mal û meqama parast… Ji qiréjé borî hun xalîbun… Di domahîya van hersé meha de hun bi peymana xwe re sadiq man… We girédana xweye bi xwedare îsbat kir… Proğramek islahé yî bi serkeftin we meşand… U we bi van fedekarîyé xwe da nîşandan ku hun namzeté fedaîyé îslama pîrozin… We xwe ji paşgotiniyé, ji xesîstîyé,  ji hesedé, ji kibré, ji ezezîtîyé, ji hezkirina dinyé û ji pespayetîyé bi durxist… Mizgîn li we hun bune xwedekaré mekteba îslama pîrozî herî serfîraz…îdî jîna xweye mayijî weke remezané derbaskin da ku axîreta we bibe   î’d… Cejna we sed pîroz u mubarekbe…

Ebdulqadirê Geylanî di derheqê Cejnê de wuha dibêje:

Dema behsa Cejnê dibe; cilên xweşik, xwarinên xweş û leziz, Kêf û şahî tê bîra meriv. Bes Cejin ne ev bi tene ye.

Cejna Müslümana ya heqîqî: qebula taaat û îbadeta, bi parastina ji güneha meriv bibe layiqê efwa xweda, guhartina xirabiyan bi qencîyê, û meriv bibe layiqê başî qencî û îhsanê.

Di bawerîya aşiqê heqîyên de Cejnên heqîqî: Meriv di vê alema fanî de îmtÎhana xwe bi serfÎrazî biqedîne, bi dilekî rihet, bi ruyekî sippî meriv derkeve huzura Rebbê xwe. Ew roj roja cejna ehle Îmanê ya herî mazine.

Cejna kesên mü’min, razîbuna riza rehman e, Kesê Mü’min dema diçe cejnê di sere wî de taca hîdayetê, di çavê wî de nerîna îbretê, di guhê wî de guhdarkirina heqîyê, di zimanê wî de Tewhîd û şehadet, di dile wî de yeqîn û merîfet, di sutuyê wî de rişma îslamê, li ser pişta wî pişteka ebdîtîyê heye.

Kanîya kesê mü’min ya feyze mîhrabin, mizgeftin; cejna Kesê mü’min niyaz û tewezue…

Behlul dibêje: “Cejna heqîqî ne lixwekirina cilê nu ye. Cejna heqîqî emînbuna ji ezabê xweda ye.”
Di rojek Cejnê de mirovek diçe îdanîya Hz Elî, dikeve hundir dinere Hz Elî nanê tisi bi tenê duxe. Dibêje “Ey Elî di vê roja cejnê de ma tu nanê tisi duxe?

Hz Elî wuha bersivê didê: Filankes! Cejn jibo wî kesê ku Rojîya wî hatiye qebul kirin, xebata wî fêde daye û günehê wî efu buye.

Îro ji me re cejne, sibehê ji me re cejne, her roja ku em ji xweda re asî nebin jibona me cejne.
Cejna rast ku xweda ji me razî bibe, cejna rast  ku em seferberîyê rakin jibo wan mehrum û mustezefên kêf û şahî ji bîr kirine bi salan ken bi ber wechê wan neketiye. Ku em vê mezlumîyet û mexdurîyeta wan telafi bikin.

Li gorî rîwayeta Hz Musa nîda kiribu “ Ya Rebbî! Ez li kîder li te bigerim?

Xweda: Ey Musa! Li ba ewanê dilşikestî li min bigere.”

Cejn; şahîyeke muştereke. Çawa em nikarin bi tene nimêja îdê bikin û pîrozbahîya îda xwe bikin. Herwiha cejn civakîbune, dixerxamîye, fedakarîye. Di bîranîna ku zimmeta mü’min li ser mü’mine.
Cejn: Wefadarîye jibo di bÎranîna ruhê miriya yê başu salih

Şad kirina biratiya îslamê ya zindî di plana civakê de ye

Cejn: Rakirina dilsarî, dilgiranî û xeydandinê ye

Cejna Remezan û Qurbanê

Bi mirina îmanek Kamil meriv bimre; cejna Mirinê, ev cejnek mazin e.

Cejna herî mazin li axretê dema cemala xweda jibo  mü’min tecelî bike.

Cejna heqîqî ya bi Îman meriv nefesa xwe ya paşî bide, cejna eslî ku roja deftere me yê emel di têkeve destê me ye rastê, meriv bibe layiqê şefaata pêxember, bi silametî pira sîratê derbas bike, ji cehenneme azad û rizgar bibe, wîza cennete bigre…

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê MEHA REMEZANÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.