DENGÊ ŞEHÎD

Article

 

Li çar alyê dinyayê
Ji Asyaw Efriqayê
Weka rojê şewq dayê
Bilind e dengê şehîd

Mizgîn dide mezlûma
Tirsê dide zalima
Xwezya zanaw ‘alima
Hêvîye dengê şehîd

Di her demê giran da
Di nav derd û kûlan da
Di wan şevê tarî da
Ronîye dengê şehîd

Evan hêsrê mey bixwîn
Evan nalîn û axîn
Ji bo dilê mey birîn
Dermane dengê şehîd

Di meydana cengê da
Di her rengê herbê da
Di her giran derbê da
Zafere dengê şehîd

Li hemberê muşrîkan
Şûr kişandin ji kalan
Bûn seyîdê şehîdan
Hemzaye dengê şehîd

Li hemberê yezîda
Bi mêranî ser hilda
Bi eşq tê de serî da
Huseyne dengê şehîd

Jibo biratiya me
Dost û mervantiya me
Da bibe yek rêya me
Gazîye dengê şehîd

Ji her rengê milleta
Ji her qewm û dewleta
Şîfaya her ‘illeta
Biratye dengê şehîd

Riyên dûr nêzîk dike
Ketîya bilind dike
Hêvîyê me şên dike
Bihare dengê şehîd

Axa zuha av dide
Bizir tê de şax dide
Şax û baxan gul dide
Barane dengê şehîd

Di her ‘esr û dewrê da
Di her hal û şertê da
Wan rê nîşanî me da
Rêzane dengê şehîd

Nîşana edaletê
Xesmê zor û zilletê
Di secdew îbadetê
Omere dengê şehîd

Bi heya hem bi îman
Bi rehmet û bi ûjdan
Xwîna wî ket ser Qur’an
Osmane dengê şehîd

Heyderê Kerarîye
Şeref û mêrxasîye
Ehlê beyta Nebîye
‘Elîye dengê şehîd

Jibo xelkê misliman
Bicivin li dor Qur’an
Serbilind bin li cîhan
Nameye dengê şehîd

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê MA QE CAREK NABÎNÎ
Ê Li Pey AX DILÊ MIN DILÊ MINO

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.