FETHA DÎYARBEKİR

Article

WERGER: MEHMUT KILINÇ                  

FETHA DÎYARBEKİR (27 Ê GÜLANÊ 639 MÎLADÎ)

Salvegerê Fetha jibo nîrxandina tiştê meriv Kesb kiriye firsetnî girîngin.

Fetih, jibo memleketekî despêka dewrek nüye, qedru çaxekê bi zanîna qîymetê berya wê tê naskirin.

Di Fethên Îslamê de, du xususîyetên li pêş, yê wan ji fethe beşerî cüda dikin hene:

1—Artêşên beşerî, yê şer dema dikevine bajarekî, jibo xelqê bajêr zerarê nede wan, xwe diparêzin, jibo selameta xwe hewce bike qetlîama dikin. Bes artêşên Îslamê ne wiha ne,artêşên Îslamê bi qasî xwe ji zerarê diparêzin, herwiha nahêlin xelqê bajêr jî zerarê bibinin.

2—Artêşê beşerîyi Şerrud, dema dikevin bajarekî wî bajarî biserhevde xira dikin, bi carekî talan û wêran dikin. Di dirêjîya tarîxêd artêşê îslamê dema ketine bajarekî, ew bajar îmar kirine, ji qetlîama parastine, dewlemend kirine. Çüngî artêşên îslamê bi qasî qîymetê didin avabuna manewî ya însanan, evqas qîymetê didin pêşketina bajaran ya maddî jî.

Ji ber vê yeke bajarên ji terefî Müslümana de hatine fetih kirin, rewşa wan ya fîzîkî, exlaqî û dînî gelek ji berî fethê çêtir buye.

Rewşa Qudsê ya berya fethê û piştî fethê, ya Sitenbolê, ya Dimeşqê, ya D. Bekir; rewşa van bajaran, ya piştî fethê gelek ji berya Fethê çêtir buye. Ev bajar, berya fethê di hundir Kelhakê de asê bibun, di bin zülma koledar û zordestan de dinalîyan, bes piştî fethê her yek buye Metropolnî mazin. Çüngî di nerîna îslamê de fetih, deryê pêşveçunê ye, kîlîta medenîyetê ye.

              DÎYARBEKİR BERÎ FETHA ÎSLAMÊ Dİ BİN ZÜLMÊ DE BU

Jibo em qîymetê Fethê bizanbin, lazime em li rewşa D.Bekir ya berî fetha Îslamê zanibin. Dê emê bibinin dînê Îslamê ev bajarê xweşik ji zülmek çawa rizgar kiriye.

Bajarê Dîyarbekir, berî Îslamê di bin zülma Sasanî û Bîzans de esîr bu. Her çend sala hinek dewlet êrîşî bajêr dikirin, di her êrîşekêd carên bi deh hezaran însanê mezlumu belengaz bi xwînxarî dihatin kuştin.

Piştî Mîladî,  di salan 359 de,  Kîsrayê Sasanîya Şapurê 2. Mîn, bi ordîyek xurt meşîya ser Dîyarbekir û bajar dorpêç kir. Di dema dorpêçkirinê de Dîroknas Ammîanus Marcellînus  (bi eslê xwe ji Antakya ye) rewşa artêşa îşxalker wuha qal dike:  “ Eskerê Sasanîya ji sere sibehêd heta êvarê bi xelqê Dîyarbekir re şer kir. Eskerê Sasanîya zora xelqê bir û paşê komkujîyek mazin bikar anîn. Laşê mirîya wek bêndera avêtin serhev. Kurê Qralê bajêr hat kuştin meytê wî di tarîtîya şevêde, bi dizzî ji hundir Kelhê rewandin. Hundir bajêr tîjî eskerê Sasanî bibu, xwîn di cihokad wek avê diherikî. Li her alîyê bajêr meytê însanan wek bêndera liserhev bilind kiribun.  Çi esker çi siwîl temamê însana wek dewara di şur de derbas dikirin. Ez û 2 hevalê xwe li cîhekî tarî me xwe veşartibu, di tarîtîya şevê de bi dizzî em revîyan û me xwe xilas kir.”

D. Bekir di 503 ê mîladî de ji terefî Kîsrayê Sasanî, Qawadê 1. mîn de carekedin hat dorpêçkirin. Ev Mazdekê Qominîst û sosyalist dema dikeve nava bajêr, des bi qetlîama dike, paşê bajar bi carekî talan û wêran dike.

Ev êrîşa, berî fetha Îslamê bi136 sala bikar hatiye, dîroknas Mar Yeşua wuha qal dike:

Meytê însanan hemu li derîyê bakur avêtibun serhev. Ji meyta du cêz bilin kiribun. Min, 80 hezar meytê bi çavê xwe dîtin. Bi kêmanî yê min nedîtibun jî evqas hebu.

Dîroknas Yeşua rewşa wê roja wuha berdewam dike: Artêşa Sasanîya însanê bajêr tev kuştin, xanîyê wan xira kirin, malê wan talan kirin. Di bajêr de xwarin nema, xela rabu. Qeflek pîrek di tarîtîya şevêde bi dizzî daketin nav bajêr. Van pîreka meytê însanên mirî bi dizzî bi erde ve dixişiqandin hundir xanîya, goştê wan dikelandin dibraştın û duxwarin.  Îdarevanê bajêr qismek ji van pîreka tespit kir, ew girtin hemu kuştin. Piştre destura xwarina meytê însana hate dan. Meytê miriya bi destê herkesi nedket. Qismet însan çekurê ser serguya duxwarin. “ Eskerê rumê jî tamtîtikê bi lezet ji ser sifra wan kêm nedbu.

Zalim bi vê rewşa qlasîk jî nesekinîne.  Esker  li gündê di derdora Dîyarbekir digerin, zarokê temenê wan 12 sal û berjor teva digrin, tînin li bajêr dukujin.

Artêşa îslamê di wê serdemê de bajarê Dîyarbekir û dora wê ji zülmü komkujiyek wuha rizgar kiriye.  Edaletê Umer anîye vî bajarî. Riya xilasîya herdu Dinya xilatî wan kiriye.

Fethê hew îslam bi tenê nanîye Dîyarbekir, Edalet anîye, azadî û wekhevî anîye, ilimû zanîn anîye, zülmü komkujî bi dawî kiriye; Kur’an û Sünnet xilatî wan kiriye. Azana Muhemmedî anîye, wan ji xedra îşğalkera azad kiriye. Xelqê Dîyarbekir piştî vê fethê, Îslam himêz kiriye, ev rojên reşu tarî rabune.

Yê ev girêdana nabêna me û Îslamê nizan be, bi deruwa û berewacîkirina tarîxê, duxazin wek demên borî ji bil azadîya Îslamê, me bajon ser riyên çep û şaş. Ev hêz û rêxistinê hatine xapandin, duxazin me jî bixapînin. Li du karekî beyhudene. Pir di nêzde dê fêm bikin xapiyane, û ew qet nikarin hezkirina Îslamê ji dilê vî xelqî derînin…

                              FETHA DİYARBEKİR

Herêma Antakya, Maraş û İntab ê Fetih bibu. Artêşa Îslamê heta Meletya hatibu, bes neketibu nava Anadolê. Bîzans xetta xwe ya rojava ya parastinê xurt kiribu.

Herêma Mêrdîn, Riha, Herran, Nisêbîn, Serêkanîyê, Wêranşar û Sivêrekê ji teref artêşa Îslamê de hatibu fetih kirin. . Başurê herêma me seranser ketibu bin hakîmîyeta müslümana. Artêşa Îslamê li riyek ku têkeve hundir herêma anadolê digerîya. Di nabêna herêma me û Îslamê de hew bajarê Mêrdîn û rêzeçiyayê Qerejdağ mabu. Li pişt rêzeçiya Kelha Amedê hebu.

Di vê serdemê de Amed belkî ne bajarekî mazin bu, Lêbelê Amed li ser xaçerêkên herêma Anadolê û diyarê Rumê bi hev girêdidan. Yanî Qîymetê wê yê sitratejîk girîng bu.

Fatîhê me İyad b. Xenem Riha Fetih kiribu û bi xelqê Rihayê re peymanek sulhê danîbu. Bi vê şertnama Rihayê, li herêma me Fetih sitewîya bun; bibun wesîqak jibo xelqên bi îslamê re were pêşberîhev. Belê ev wesîqe jibo Fetha herêma me bibu Kilîteke sîyasî û civakî. Îdî wextê Kîlîta coğorafî hatibu. Ev kîlît ji Amedê pêve ne tu derbu. Heger Amed fetih biba, herêm temam fetih dibu.

Salan hîcrî ya 18 (639 mîladî) Fatîhê me Îyad b. Xenem, tevlî 8 hezar mucahid hate ser bajarê Amedê. Artêşa Îslamê Amed dorpêç kir. Di nava van mucahida de 1000 sahabê Pêxember hebu.

Îyad b. Xenem li serê qolek leşker derîyê Mêrdîn, Seîd b. Zeyd derîyê Riha, Muaz b. Cebel derîyê Dax Kapî, Xalid b. Welîd jî derîyê nu girtibu.

Melîka (Xatuna) bajêr jinek bi navê Meryem Ed Darîye bu. Îyad, qet ecele nekir. Jibo Teslîm bibe, nameyek ji Meryem re şand. Bes Meryem teslîm nebu, bi serde, ji bajarê derdora xwe alîkarî xwest.

Dorpêç kirina bajêr dirêj berdewam kir. Di vê navberê de artêşa Îslamê meşîya ser bajarê Palu, Hanê, Licê, Sîwêrekê, Meyyafarqîn, Bîngol û Erxenîyê. Ev bajar ji bin zülma Bîzans rizgar kirin.  Herwiha piştî van Fetha Meryem Xatun ji alîkarîya Bîzansiya mehrum ma.

Dorpêç 5 heyva berdewam kir, di vê navberê de artêşa Îslamê gelek hicum bikar anî, lêbelê bi sedem Kelhê wê ye asê Fetih nebu qismet.

Xalid, gelek tefştîş li dora Kelhê bikar anî. Nihayet li hêla rojhilat (Dîwarê li Şetê Dicle dinere) Qullek avê yek biçuk ji bin Kelhê derdiket tespit kir. Ev Qul fireh kir. Piştre Xalid, şevekî tevlî 100 cangorîyê îslamê di vê Qulikê de ket hundir Kelhê. Eskerê bajêr bi Ketina wan serwext bun. Cangorîyê artêşa Îslamê heta derîyê Kelhê yê fethê ji hevalêxer vekirin 25 sahabe şehît ketin.

Piştî vê lihevxistina ewil, xelqê Amedê di berxwe neda, mihtemelen ji Fetha Qudsê û ji ya Rihayê xeberdar bibun. Şer nekirin, xwe teslîmîadaleta Îslamê kirin, pire wan bi Îslamê şerefyar bun, yê mabun jî li ser şertnama Sulha Rihayê teslîm bun.

Artêşek 5 heyva bajarekî dorpêç bike û paşê muzafer têkeve vî bajarî elbet wê bajar talan û wêran bike, kevir li ser kevir nahêle. Bes artêşaÎslamê biberbayê heyfê neket. Çüngî xweda  (Alî Îmran 134) bi vê ayete ew terbîye kirine.

Îyad b. Xenem muamelak wek ya Pêxember ya Fetha Mekke, ku bi Qureyşîra re kiribu, bi xelqê D. Bekir re kir.

Îyad b. Xenem, piştî bajar bi carekî zeft kir, jibo Xelqê bajêr silehên xwe teslîm bike fermanek li darxist. Xelqê bajêr çek û silehê xwe tev anîn teslîm kirin. Paşê Îyad ji wan re xutbak wuha peşkeş kir:

“Ey Xelqê Amedê! Xweda li pêşberî we zafer kire para me. Heger ne şefqet û merhameta pêxemberê me pêş me kiribuna, bêgüman me yê we tev bukuştana. Lêbelê Rebbê me emrî me dike, dibêje: “Qehra xwe daqurtînin û herdem efukarbin”

Xelqê bajêr heta wê rojê ji şefqet û merhametek wuhar nebibu şahid. Ordîyek wuha nerm, eskerekî wuha bi şefqet û merhamet nedîtibun. Heger Bîzans yan Sasanîya piştî dorpêçkirina 5 heyva ev bajar zeft kiribuna, di bajêr de ruhberek bi tene nedhiştin, dê tev bukuştana. Di demên borî de çaxa bajar dest dughert, tofan bi ser bajêr û xelqê bajêrde dibariya. Bes destguhertina vê carê jibo xelqê bajêr derîyekî jînê yê nu vekiribu.

Fetih qedîya bu, dema îmarkirina bajêr ya maddî û manewî hatibu. D.Bekir ev îmar dît. Berya Fethê bajarekî biçuk di hundir Kelhakê de asê bibu; bi fethêr roj bi roj mazin bu, bi pêşve çu, bu merkeza ilmu edaletê. Di sedsalên 1100 de, di wê Serdemê de D. Bekir li Dinê merkeza ilim ya 5. mîn e.

                                QÎYMETÊ FETHÊ                      

Em gelê Kürt berya îslamîyetê Unsurekî qewmî bun. Bi Îslamê em bilind bun, em gihaştin çandek jor. Qewmê wek Erep, Acem û Türk hatin herêma me bune Kürt.

Ermenî, Suryanî û yê weke wan ku li herêma me dijinîn hem bi Îslamê şerefyar bun û hem bune Kürt. Herwiha Kürdewarî ji unsura qewmîbunê derket, bi navê xelqekî modern medenî û biqîymet derket holê. Bu xelqekî xweyî dîrok, xweyî çand û xweyî tarîxeke xweser.

Dema meriv li dîroka qewma mêze dike, rojên her qewmî yê Neteweyî (Mîllî) heye.  Her qewm, her millet pîrozbayî ya van rojê xwe yê millî dike. Belkî di nerîna Îslamî de ev ne pir münasibe, lê belê heger pîrozbayîya her qewmî hebe, pêwistî bi roja neteweyîya Kürda hebe, ez dibêjim roja netewî ya Kürda; Roja ku herêma Kürda ji terefî artêşa îslamê hatiye fetih kirin, lazime gelê Kürt vê rojê ji xwe re bikin roja xwe ye netewî.  Yanî 27 Gülanê roja Fetha D.Bekîr Roja Kürda ya Neteweyî ye, lazime ev roj bê pîrozbahî kirin.

Dema meriv li tarîxa Kürda dinere, Kürt bi Îslamê ji koletîyê rizgar bune, bi Îslamê ji cehalete xilas bune, îlmû zanîn Fêr kirine. Dînê Îslamê ew ji komkujiya xilas kiriye. Ji ber vê yekê gelê Kürt bi Fetha Amedê ji unsurê qewmî, ji koletiya koledara, ji bin zulma zalimu zordesta azadu rizgar bune, derketine sewîya milletên cîranê xwe.

Îslam jibona me Kürda xezînak bi qîymet e, Me, ji Erep, Faris û Türka pirtir ji vê xezînê îstîfade kiriye.

Berya Îslamê ev hersê qewm mexrur bun. Gelê Erep bi Ğassan xwe dipesinand, di wê serdemê de bajar û herêmê cüda di bin tehekuma wan debu, hozan û edibê wan hebun, edebîyatek wanî dewlemend hebu. Bajarekî wek Mekkê dewlemend û Qudsî di destê wan de bu.

Di vê serdemêd gelê Kürt ya li çola koçer bun, yan jî di nava dîwarê kelha  de esîrê dewletê qelew bun.

Gelê Türk Asya wanî Nawvend ya Dewasa hebu; Yê Fursa împaratorîya wan ya Sasanî hebu. Bermayê Serayê Sasanîya heta roja me jî berdewam kiriye.

Di vê serdemê de gelê Kürt di bin zülma împaratorîya Sasanîya û BÎzansê de dinalîya. Berya Mîladê bi 300 salî tu tiştekî me Kürda tunebu. Hemu tiştê me împaratorîyê wek Sasanî û Bîzansê talan kiribun.

Tiştê îro di destê me de hemu bi Îslamê me qezenc kiriye.

Piştî hevnasîya me bi Îslamê, me xweserîya xwe sitend, em bune îdarevanê xwe. Berya Îslamê ne dewletek me û ne jî sîyasetmedarê me hebu. Di vî warîde di destê me de tu malumat tüneye. Belkî berya Mîladê hebu, lê piştî Mîladê tüneye.

Halbukî piştî Îslamê em dikarin bi deha navê mirovdewlet û sÎyasetmedarê xwe yê Kürda bihijmêrin.

1--Gelê Kürt di Sedsalên hîcrî yê 3. Mîn de, li herêma Ahvaz di bin pêşewatîya Ubeydullah el Kürdî de jibo azadÎya xwe bi rê ketin. Di sedsalên 4. Mîn de, li Qefqasya dewleteke girîng bi navê ŞEDDADÎYA damezrandine.

Li D.Bekir di dema Merwanîya de, di mijara İlmu aborîyê de gelê Kürt derketiye tepela tarîxê. Di Serdema Eyubîya de, gihaştine dema xwe ye herî birewş. Heta dema Tenzîmatê gelê Kürt tücaran îdarevanîya herêma xwe ji dest xwe neberdane. Di Dema Osmanîya de û qismek li Îranê di qedriyê dewletê de wesîfê mazin bikar anîne. Di vî warîde lêkolînek bê kirin bi seda Beg û emîrtî dê derkeve pêşberî me.

2—Berya Îslamê di warê Edebîyata Kürdî de, çixêzek nîvîsa me bi tenê jî di destê me de tüneye. Hinek dibêjin hebu bes tunebu. Ev ne mezeretek mutebere. Çüngî yê millete din hene ma qey ya Kürda bi tenê tunebu.

Di Serdema Îslamê de di sedsalên ewilde dema Selahadîn tê D. Bekir, li purtukxana D. Bekir bi tenê milyonek û 40 hezar Purtuk hatine jmartin. Îro jî li purtukxanê D. Bekir teva evqas Purtuk peyda nabe.

3—Berya Îslamê feylesofê her milletî hebu. Heger di nav me de hinek derketibin jî evana xwe Kürt nedane danasîn.

Halbukî piştî Îslamîyetê bi 10 hezaran Kürt, di tarîxa Dinê, ya ilim de navê xwe bi herfê zêr nivisandine.

Şopa alimên bi leqebên El Kürdî hatine navdank, ji Erebîstanê heta Endonezya belabuye. Brunessan dibêje:  “ Dema ez li Endonezya digeriyam min evqas alimên bi leqebê El kürdî dîtin, min güman kir ku  Dewleta Endonezya Kürda fetih kiriye.”

4—Berya Îslamê di destê me de navê Wêjenasê (Edebîyatçı) Kürt tüneye. Halbukî di dema Îslamê de Feqîyê me ye Teyran, Melayê me ye Cezerî, Ehmedê me ye Xanî heye.

5—Berya Îslamê ji bil efsanakê duda, Edebîyatek bi navê Kürt û Kürdîstanî hatiye veguhastin tuneye.

Halbukî piştî Îslamê bi seda Berhemên me yê Edebî ku Dinya tev dibêje “ Ha ev Edebîyate” û hürmeta wan digrin hene.

6—Berya Îslamê qala berhemên me, yê mîmarî nayê kirin. Em nikarin bibêjin tünebuye. Çüngî yê milletê din hebuna xwe heta roja me berdewam kirine.

Halbukî mîmarîya bajarê me, ya dema Îslamê îro jî jibona me Kanîya Dewlemendîyê ye. Xirbê li Cizîrê, li Rİhayê, li Bitlîsê, li Mêrdînê; yê  ji EyubÎya, ji Merwanîya, ji Şerefxanîya li duxwe hiştine medarî îftîxara me ye… Li ser heryekî ji van meriv dikare bi deha teza binvîsîne.

7—Em Qewmekî feqîr û belengaz bun, Em di bin zülma Roma de dinaliyan. Dînê Îslamê em dewlemend kirin. Heta berya 200 salî em li Dinê civaka herî müreffeh bun.

Belê em gelê Kürt berya Îslamê unsureke Qewmî bun, bi îslamê em bilind bun, Erep, Ecem, Türk, Ermenî Suryanî, Qewmu milletên cüda yê hatine herêma me, bune Kürt; herwiha Kürt ji unsura qewmî rizgar bu, di mana modern de bu navê milletekî qedirbilind; milletekî xwedî çand, xwedî edebiyat û xwedî ilmekî xweser…

Dibe hinek bi vê hêla îslamê ya manewî nebawerbin, bes hêla Îslamêyî maddî ya herêma me bi pêşde biriye gelo dê çi bibêjin?

Ji ber vê em dibêjin roja fetha D.Bekir lazime bibe roja gelê Kürt ya netewî.

Amîd (D.Bekir) salan hÎcrî ya 18. Mîn de fetih buye. Ev jî teqebulî 27 Gülana 639 mîladî dike.

Di vê salvegera 1380 ya fetha D. Bekir sedpîroz û mübarek be ji tevê gelê Kürt re, nexasim ji xelqê D.Bekir re. 

Di vê roja Salvegera Fetha D.Bekîr de, jibo ew roja mazin û birewş xilatî me kirine, em dibêjin Selam li ser Xelîfê Îslamê Hz Umer be, li ser serfermandarê artêşa Îslamê Ebu Ubeyde b. Cerah be, li ser Fatîhê me İyad b. Xenem be, li ser serdarê mazin Xalid b. Welîd be, li ser walîyê me yê yekemin Hz Sa’sa be, û li ser şehîd û cangorîyê di wê roja fethê di canê xwe de buhurîn û nuha li hewşa Mizgefta Hz Süleyman razayî ne li ser wan be, û li ser temamê Şehîdê D: Bekir be ewanê  jibo Îslamê canê xwe feda kirine.

Hz Xalid, İyad b. Xenem sirf jibo emre xweda pêk bînin ji Medînê dane rê û hatin. Hedefek wan bi tene hebu. Ku Bîzansa di nabêna me û Îslamê de bibu sed, ji nabêna derîne. Armanca wan dînê xweda bi me bide naskirin, me ji zülma zordesta azad û rizgar bikin. Xweda ji wan û temamê sehaba razî be.

ABDULQDÎR TURAN

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Ji Hêviya “Çareserî” Yê Heta Heyama Pevçûnê -5
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.