MEHA REMEZANÊ

Article

“Gelî ehlê Îmanê!  Wek li ser yê berya we jî ferz bibu , rojî li ser we jî  ferz buye. Da hun xwe biparêzin.

(rojî) rojnî bi jimarin. Ê dî kî ji we nexweş yanjî li rêwÎtîyê be bi jimara rojên negirtiye bera di rojnîdin de qeza bike. Û kesên nikarin rojî bigrin, li ser wan xwarina feqîrekî fidye heye. kÎ ji dil fidyê zêde bike ew jê re hê bi xêrtire. Bes dÎgel vî qasΠ heger hun zanibin rojÎgirtin ji we re bi xêrtire.

Meha Remezanêyî ku ev Qur’an’a ji bo hÎdayeta însana û ji hevqetandina heq û batil û ji bo bibe delÎlnî heşkere ji hÎdayet û Furqanêr, tê de nazîl buye. Ji ber vÎ qasÎ ji we her kÎ bighêje vê mehê berat ê de rojî bigre û kÎ ji we nexweş, yanjÎ li rêîtîyê be bi qasÎ jimara wan rojê ku negirtiye di rojnîdinde bera qeza bike. Xweda ji bo we sivikayê duxaze, tengîyê naxaze. (ev sivikayî)  ji bo hun jimarê temam bikin. Û ji bo hÎdayet pêş we kiriye û riya rast bi ber we xistiye hun xweda bi tekbÎra mazin bidêrin. Hêvî heye ku hun şükür bikin.” BEQERA: 183—185

 

REMEZAN: Qasidê di nabêna însan û Qur’anê…

Remezan meha hevgihÎştina ruhê însan û civakêyî bi Qur’anêr…

Remezan Meha Qur’anê, Meha azadîya ji fuhşîyat Û munkerata…

Qur’an dema ewil dinya me şerefyar kir di Remezanê de bibu mêvan…

Ev bankadana dÎrokî herdem wezÎfe dizane Remezan. Her sal nu dike bankirina xwe ye bi bal Qur’anê ve…

însanjÎ Peymana xwe ye bi Qur’anê re nu bike disekine li hêvîya Remezanê…

mÎna erda terikî, lemma çilmisî, dara bê av, destê xwe vedike li asÎmana dinere , hêvîya rehma xweda dike…

Bi paqijkirina deru hundirê xwe , bi sannsurkirina lezzet û şehwetê  nefsa xwe li hêvîya meha remezanê disekine…

ÎNSAN HESRETÊ QUR’ANÊ QUR’AN ÎNSAN!...

Meha hevgÎhîştina vê hesretêye remezan…

Remezan meha muraqebê, muhasebê û muhakemê…

Însanê dema me ye ğerÎbê Qur’anê di demsala payizê de dijinin… di qejgerÎneke qeyrane, nerihetÎ, nedilşadî û nexweşîyê de diperpitin…

Zîvirandina ÎnsanÎ bi bal Qur’anê ve, ji belengaz û bê kesare buhareke  ji nu de ye…

Remezan ji bo vê rewşê di mejîyan de bi can bike her sal tê dibe mêvanê me…

Remezan meha muhibantÎya însanÎ bi Qur’anêr.  Remezan meha weznandina e’mel li gorî heqÎqetê Qur’anê… Remezan rojê gemkirina nefsê meha îmtîhanê, mekanê muhakemê… Zemanê teftîşê… Remezan meha bêndera xêra… Meha paleyê…

Remezan meha tedawîyê wek neqencÎ, nerastî, û nexeşÎyê ruhî…

Ah vaye Meha remezanê dÎsa hat, di mista wê de Qur’an wek hersalê hatiye; li ser gelîyekî bilind gazÎ Însan dike, duxaze li ser sifra Rehman wan biezibÎne…

Ji bil mirovên ehmeq û nezan hemÎ kes derÎyê xwe jê re vedike.

Remezan meha Qur’anê; ji bo Qur’an herdem têkeve rojeva me hersal Dünya me zÎyaret dike, însan, heywan, camid û temamê Kaînatê silav dike…

Remezan meha xweda derÎyê xezÎna Rehma xwe ji bo temamê Ruhbera vedike, wek çipkê barannê rehmê bi ser KaÎnatê de dibarÎne….

Remezan meha vebuna derÎyê cennetê û girtina derÎyê cehennemê…meha qeyd kirina şeytanên însÎ Û cinnî…

Remezan meha rehmet, bereket, meğfÎretê… Remezan meha azadÎyê… Meha mêrxasê Bedrêyî ku destanê tarîxa gernasÎyê nivisandine…

Ey Meha hqedirbilind! Te sal xemiland, jÎyan kemiland, te xêr anî, tu bi xêr hat!

Despêka te rehmet, navenda te xêr û bereket, dawÎnga te azadÎya ji zor û zehmet…

 

SÎYAM: Yanjî  SEWM di zimanê erebÎ de bi ma’na rojÎ girtinêye  .

Rojî:  KelÎmak bi zimanê KurdÎye, mi,qabela wê ye di zimanê erebÎde sewm yanjî siyam; bi ma’na durbuna ji tiştekÎ, parastına ji tişta, li hember tiştekÎ meriv xwe biparêze.

Di fiqha Îslamê de rojî bi ma’na: Ji şefeqa sibehê de heta roj diçe ava ji bo meqsedekê meriv xwe tî, birçÎ bihêle, meriv bi carekî nêzî  tiştê kêf û şahîyê dide nebe.

Rojî parastina nefsêyî ji tiştê timaya wê bi balve çêdibe.

Rojî ji emrê îslamêyî herî bilind û ji qanunê şerîeta xwedayî mazin, ji ruknê wê ye bilind û ji qanunê şerîeta xwedayî bi qÎymete. Nefs weke xwedajÎ ferman dike xirabÎyê  emr dike, bes vê  cÎhada herî mazin ev nefsa serkêş tê gem kirin. Ça’vsorî û Kirêtîya nefsê bi vêna vedimre.rojî cîhadeke miqadese, di dirêjîya rojê de nefsa Însan ji xwarin, ji vewxrin û çuna nava nivînê xwe, xwe diparêze. Nefsa xwe dike hêsîrê bawerîya xwe. Bes ji nefsê re binbartîya meşaqeta tê dÎtin. Ji ber vî qasÎ hîkmeta xwedayî rebbanî ewil bi barê sivikÎ weke nimêj û zekatê nefs binbar kiriye. Piştre yan zorÎ weke rojîgirtinê emir kiriye. Bi hawî însan hînÎ Îdmana ferza dibe.

Rojî çawa li ser me ferz buye herwuha li ser Ümmetê berya me jÎ ferz bibu. Lewra îbadeta herÎ bi xêrÎ ku nefsa Însan dezgîn dike , ruhê wÎ paqij û arÎ dike rojÎye. Ji ber vê yekê xweda di Qur’ana pîroz de dibêje : gelî ehlê Îmanê wek li ser yên berya we jÎ ferz bibu rijÎ li ser we jÎ ferz buye. Da ku hun xwe biparêzin.  

 Meha rememzanê ji bo Ümmeta Îslamê meheke qutsÎ Û hêjaye. Tava îslamê  di vê mehê de Dinya me ye tarî ronÎ kiriye.. Qur’ana pîroz di mehê de ji asÎmana serberjêrÎ erdê buye. Şeva ji 1000 heyvÎ bi xêrit ev meh di hundir xwe de dihewÎne.  RojÎya ku qirêja me ye der Û hundir paqij dike di vê mehê de tê girtin.

Remezan mehek birümet û şerefe. Îbadetê di vê mehê de têne kirin, sedeqê têne dan, nimêjê Tên eda kirin ji mehêdin gelek bi xêrtire.  Ferzek di vê mehêde were kirin beramberi 70 ferzê di mehêndinde werne kirin. Di vê mehêde kesê mirovekî bifitirîne bi qasÎ rojîya wÎ xêrê qezenc dike û günehê wÎ efu dibe, j, agirê cehennemê azad dibe.  

Di meha remezanê de Resülê xwda esÎr azad dikirin, tiştê jê dihate xwestin dida, kesek destvala venedgerand, di Vê mehê de gelek camêr û cahdubu. Emrê mü^MinajÎ bi camerÎ û cahudÎyê dikir.

Kesê di vê mehê de güneh û kirêtîya bike weke di temamê dirêjÎya salê de kirêtî kiribe. Çüngî  xweda di vê mehê de şeytana qeyd dike, derÎyê cehennemê digre, derÎyê cennetê vedike. Lazime mirovjî şeytanê xwe girêde.

Remezan meha QUr’an  tê de daketiye, yanÎ ev meh meha Qur’anêye.  Ji ber vê yekê di vê mehê de Müslüman rojê cuzek Qur’an duxunin.  Tevgera xwe li gor Qur’anê ras dikin. ÇüngÎ baş dizanin Qur’an di Remezanê de daketiye.

Remezan meha xêr û bereketêye. Xweda di vê mehê de güneha efu dike, di’a qebul dike, nefsa paqij û arÎ dike. Li maFê vê mehê miqatêye bikin, encax kesê neqenc ji xêr Û bereketa vê mehê merhum dimÎne.

Di meha Remezanê de ne çukus Û ne jÎ musrifbin, mafê ehlê mala xwe bikar bênin, mesrefê di vê mehê de ji bo feqîr Û mihataca têne kirin, yanjÎ ji bo ehlê malê têne kirin wek mesrefa di riya xweda de tê kirin.

1—Rojî exlaq xweş dike. Rojî herdem xweda tîne bala meriv.  Dilê me ji his Û ramanê neqenc xalÎ azade dike.  Rojî me temamê neqencÎ û Kirêtîya diparêze, mirov derd,xe merteba Meleka.

Ji xwe hikmeta ferzîyeta rojîyê; ji bo însan li miqabilÎ rebbê xwe bêkêmanÎ endÎtîya xwe bi cÎh bêne û xwe ji neqencÎ Û güneha biparêze.

2—reojÎ hisê rehm û şefqetê tev radike. Lewra heta ku însan tî Û birçÎ nebe, nizane tîbun Û birçîbun çiye, heta ji nÎmeta bi dur nebe, qîymetê tiştê di destê xwe nas nake. Dema Însan rojÎ digre û ji temamê nÎmeta mahrum dimÎne  rewşa feqÎr Û mihtaca bêtir nas dike, destê şefqet Û merhametê dirêjÎ wan dike.

3--  RojÎgirtin ji hêla TendurusÎyê de jÎ ji bo qencÎya Însane.  Lewra di Vê derbarê de resülê xweda (s) di hedÎsa xwe de wuha dibêje:  RojÎ bigrin da ku hun sihetê bibvînin”

 Salên 11 meha  azayî wucuda Însan weke êrğatekî, weke çerxê fevbrÎqakê dişuğule, helbet Îhtîyaç bi bal nerÎn û Îstîrhetê heye. Ah salê carekê nerÎna vân azayê bi sedemî rojîyê bikar tê anÎnin. Doqtorekî Fransa bi navê Alexî ku vÎ docdorÎ Xilata aştîya NobeljÎ girtiye di derbarê qencÎyê rojÔyê de wuha diBêje:   “ Di dema rojî girtinê de ew BesÎnê di hundir wucudê de hatine embar kirin têne xerç kirin, di pêyre yên nu têne şuna vana û bi vî hawayî wucuda ÎnsanjÎ xwe nu dike, sihetê dibîne.”

 Dema meriv li îstatîstîkê dewletê müslümana mêze dike di meha Remezanê de kirina suca dadikeve derenca herî nizm. Lewra mirovên rojî digre ê dÎ naxaze Têkilî suç û güneha bibe. Û ji xwe weke Resülê xweda diBêje : di Vê mehê de şeytan têne girêdan.

4--  Rojî Însan hinÎ sebr û tehemulê dike. Di vê dervbarê de rojî ji bo perwedehîya Însan mînak mektebekÎye.

Bi sedem Însan rojÎ digre mişwarekÎ ji kêf û şahÎyê dinê, ji xwarin Û vexarinê, ji çuna nav nivîna xwe, xwe diparêze, sebr dike, îrada însan xurt dibe, heger lazim bibe ji şerê bi dujminre xwe nade paş. Di vî warÎde zorÎya meğlup dike.

Riya tevlÎ rojÎyê nabe. Di Vê derbarê de Resülê xweda (s) wuha diBêj: “ Ji bil rojîyê riya tevlî temamê îbadeta dibe. Xweda dibêje rojî hew ji bo min e û mükafata wê encax ez bidim. Rojî li hemberî xirabÎya miğfere, yek ji we dema bi rojÎ be bera neçe nava nivînê xwe, bera şer neke, dema mirovnîdin bi wÎ re gengeşî kir bera biBêje ez bi rojî me. Ez sond duxum bi Rebbê ku nefsa Muhammed di destê qudreta wÎ de ye; bêhna devê kesê rojîgirt li ba xweda ji bêhna miskê xweştire, ji bo kesê bi rojî du şahÎ heye; yek jê dema fitara vedike û Yêdinjî dema digHêje Rebbê xwe ( mukafata xwe distîne)” Buharî: sawm: 9—Müslîm sÎyam: 30

  Îmamê Ğezalî di Vê derbarê de wuha diBêje: “  Mirovên bi rojî lazime hem mi’da xwe û hemjÎ daxazê nefsa xwe gem bike. Ça’v, guh, ziman, dest, ling û tevên azayê xwe ye cesed lazime ji güneh Û xirabÎya biparêze. Dilê xwe lazime ji fikrû ramanê neqenc azade bike. Sê şikil rojÎ heye: RojÎya awam, Hewas û xewasil xewas. Rojî yekem : ku mirov daxazê mîdê û nefsê gem bike; yan duyem ku meriv daxazê azayê cesedî mÎnak ça’v, ziman, guh, dest û ling gem bike Û yan sêymjî ku ji bil vana meriv his û ramanê di dilê xwe de yên neqenc Û Kirêt bi carekÎ bavêje.”

Nefsa ku xirabÎyê emr dike encax bi rojîyê bê gem kirin bê terbÎye kirin. Bi rojîyê encax meriv pêşya daxazê nefsêyî heyewanÎ bigre. Ta’ma xweşîYê jÎnê rojî bi meriv dide hîn kirin.

Mutesewuf diBêjin dema daxazê heywanÎ di nefsa Însande har dibe, ev hal nahêle nefs bighêje Kemalê. Ji bo Meriv  cesed ji ruhre sernuxum bike, lazime meriv Qewweta cesed bişkÎne û alîkarîya ruh bike. Bi tecrube hatiye ceribandi,n ji bo meriv vêna bikar bêne tu tiştek weke rojÎyê xurt tuneye.

Bê güman meha Remezanê ji bo alema Îslamê heta ji bo na ÎnsanÎyetê atmosferek manewÎye. DenGê xwendina Qur’anê hildikşe asÎmana, xetîp û waizê bi nesÎhet û şîretê xwe civaka Îslamê bican dikin.  Nimêjên terawîhan, çuna mizgeftan, dan û sitendina sedeqan, alîkarîya dewlemendan bi feqîr, yetîm û mihtacanre, pêşvazîyan Însanayî di riyên xêrê de, di malan de xwendina Qur’anê , amadekarîya ji bo fitaran… belê evana tev atmosferek manewî di ruhade bican dike, avu hewa  esra sadetî di mejîyande bican dike…

Ramazan meha bereketêye, xwedayê Teâla di Vê mehê de güneha efu dike, di’a qebul dike. Ji ber vê yekê li mafê vê mehê miqateyê bikin. Encax kesê diçe cehenemê ji xêr û berekete vê mehê merhum dimîne. Dema meha Remezanê tê xweda emrê  melekê xwe dike ji bo ji mü’Minare di’ayê bi xêrê bikin.

Mirovek dema günehekÎ dike nimêja di pêyre tê dibe kefarata wÎ günehî, di nabêna du cumu’a dema günehekÎ dike, cum’a diş pêyre ji wÎ günehÎre dibe Kefaret; Herwuha MirovekÎ diş dirêjÎya salê de dema günehekÎ dike, Remezana li pêy tê dibe Kefaretê wÎ günehî. Ji xwe bi sedem di vê mehê de güneh mehu dibin jêre hatiye gotin Remezan.

 Emê meha remezanê çawa derbas bikin

Belê emê di vê meha mübarekde roja xwe bi rojÎ Û şeva xwe jÎ bi zikru Îbadet derbas bikin. Di qismekî  şevê de emê Îbadetê bikin Û di qismêdinde emê razên. Di vê mehê de meê gelek Qur’ana pîroz buxunin, bi xwendina xwe re emê ma’na wê hÎn bikini, heger em karibin emê di vê mehê de tefsÎreke Qur’anêyî kurt buxunin. Xwendina xwe heta em karibin emê bixine emelê xwe.  Di vê derbarê de Resülê xweda wuha dibêje:

“ GelÎ Însana! Selamê bidine hev, xwarinê binde hev,  dema Însan bi şev di xewdabin hun rabin îbadeta xweda bikin, bi selamet herne cennetê.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê XWEDA Jİ WE BÊRÎ YE
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.