ESMERÊ MİN -Ne’eteke Natemam-

Article

 

Esmerê min ma ji xelkê karîwan
Hatine pey dane ew ruh û rewan

                                     (M. Bateyî)

 

 

Xakîpayê Ehmed ew Beytul-heram

Lew şerîfun zemzem û rukn û meqam

                                              (M. Bateyî)

 

 

Eya nazenîn!

Li xakistera te rûniştî

Mijûlê ramûsana xakîpayê te me

Ez radimûsim

Cegera min hilma jiyanê vedimêje

Dikelije, xerq dibe erda bin lingên min

Ji xwe vediçim

Ez radimûsim

Ji sûzê cegerê xwûna reş dibeze der

Erd û ezman sernigûn dibin

Ene berteqandî dibe

Tansiyon sererast dibe

Ez radimûsim

Îltîhaba hicrê terkeser dibe

Erd vediqelişe, ezmanê sayî vedibe

Dema ku radimûsim axa bin lingên te

Ji min û

Ji nava cergê min hildikşên keserên sedsalane

Medîne misk û emberê dibarîne

Mala te dibe seraya derûnê min

Vedigerim ser eslê aveynê xwe

Dibim Adem, ax û însan…

 

Neqş û nîgara hundurê min

Ne nîgara derûna dunyayê ye

Berf na, lê baran dibare

Çivîk na, lê stêrk dixurucin

Di hundirê lamekana min û

Gulşen û çemenê min de

Mewc mewc bayê seba, çeşnî çeşnî bihar

Şitlên xuroş, binefşên monalîzî

Gulxunçeyên bi bêhna te

Serê xwe radikin

Gulberf, reyhan û beybûn ji eşqê

Vedibeşirin li dinyayê

 

Dizivrim herwekî kehkeşanan

Dilerizin ji heybeta te latên vê sedsalê

Gerdûn li dora min dizivire

Roj di heyama ku serê xwe radike de

Bi rondikên min vekaş dibe

Şebnemên ku li ruyê erdê vediçirisin

Vehesînan bi min re parve dikin

Û ji şadumaniya hebûna navê te

Xwe ditewînin

Çol û beyar û deryayên ezman sayî

 

Dar di bin emrê te de dimeşiyan

Şeq dikirin ax û kevir û zinar

Ajal bi te şa dibûn

Hîv û esmanên sayî

Bi fermana tiliya te diherikîn

Da û dewakê teleb dikim

Ta ku bitewe ev dilê serhişk û

Terr bibe di nav rûpelên zagona te de…

 

Giran e navê te

Tu giranî

Wateya te wateya gerdûnê ye

Ku me fam nekir, humeqa em in

Ku me pêbeste nekir, perîşan em in

Ku me b’ te negirt, berredayî em in

Agirê hundirê min ji giraniyê hez dike,

Loma

Nazenîn!

Loma li bin xakê payê te

Muferreh û şahî me îro

 

Her bade

Her seher

Her gul

Bi dengekî zîzînî gazî te dike

Bo hawara xwe

 

Eya nazenîn!

Bi te

Bi dengê te aza dibin

Şalûl û bilbil

Bi te vedikşên derd û kul

Ji nava cerg û dil

 

Ez difirim ji kêfa xeşyeta te

Keskesor difire

Heyva li bin siya navê te vehûnandî

Difire

Çem diherikin

Kanî herikbar in ji serkanîya hubba te

Erd û ezman dager û bager dibin

Şad û bextewer im ez

Şad û bextewer in em bi te

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Biyaniyê Giyana Xwe
Ê Li Pey BO KUREKÎ VÊ SERDEMÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.