JI SÎYERA PÊXEMBER

Article

 

Resûlûllah hate dunyê şewq veda
Ji Mekkehê heta Busra şu’le da

Ji Qebîla Benî Se’dî Helîma
Wî şîr daye dusal temam cem wê ma

Welatê wan şîn û geş bû şadûman
Xêr û berket bariya bû bi ser wan

Paşî anîn cem diya wî Amîne
Teslîm kirin xatir ji wan xwestine

Resûlûllah bûye şeş sal umrê wî
Çûn Medînê bo serdana xalê wî

Dunya fanî ji kesî re namîne
Li vegerê wefat kirye Amîne

Ew yetîm ma hem sêwî ma ey Xwedê
Rehmeta te çêtire ji bav û dê

Ummû eymen ew pîreka pir delal
Lê bû xwedî wek diya wî mah û sal

Ummû eymen wîj Medînê aniye
Li cem ‘Ebdulmuttelib wî daniye

Bi hesreta ‘Ebdullahê pir cuwan
Jê hez dikir şev û roja-b dil û can

Du sal çûne kalkê wî jî wefat kir
Ebû Talib apê wî ew xwedî kir.

Ji mekkehê karwanê Qureyşiya
Ber bi Şamê hereket kir meşiya

Ebû Talib alavê xwe bar kirî
Hebîbullah sutûxware da girî

Girî şewtek li ser dilê wî danî
Ebû Talib wî jî bi xwer hilanî

Ew zarok bû duwazde sal umrê wî
Nav karwanê tîcaretê bû rêwî

Karwan meşî rê pir dûr e bi mihnet
Li Busrayê bazirgan kir îsrehet

Ji dêra xwe Behîra wan dibîne
Wan temama bi mêvanî-d ‘ezbîne

Qureyşî tev cem behîra bûn mêvan
Wî dipirsî-j Ebû Talib piştî nan

Behîra go ma ev lawik çî te ye
Ne bawerim ez ku bavê wî heye

Jê re gotî ez bavê wî lawê min
Behîra go ka rast bêje canê min

Rastî ev e birazyekî pir delal
Behîra go wî vegerîn bê sewal

Ger li Şamê yehûdî wî nas bikin
Bê guman wê kuştina wî qest bikin

Ebû Talib zû vegerya ket heyra
Xist serê xwe wî şîreta Behîra

Ey Behîra ey rahibê civaknas
Minnetdarin jibona te heqşînas

Behîraye çi hêjaye pir delal
Wî-b rehmetê yad bikin her wext û hal

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat

******

Qureyşiye Haşimiye taze gênc
Resûlûllah umrê wî bû bîst û pênc

Xedîceya pak û esîl jêr xwestin
Bûk û zava çi hêjane guldestin

Xanedan û bi şeref û hem mal e
Wefakar û bi umrê xwe çel sal e

Fedakar bû bi mal û can her zeman
Xizmeta wê bûye destan ser ziman

Malbata wêw Benî Haşim civiyan
Xêr û berket nûr û şahî bû seywan

Dâwet çêbû çi de’wetek pîroz e
Kêf û seyran ken û mizgîn newroz e

Şeş zarok jê çêbûne tev Ruqiye
Hew Îbrahîm ji Mariya qibtiye

Ca mumina çi pîreka fedakar
Ca Fatîme qenciyê wê bêjimar

Resûlûllah tucar hewî nanî ser
Ber dilê wî bi qîmet û mu’teber

Berî her kes ji dil îman anîye
Ji Xwedê re wê serê xwe daniye

Bi îman û îffeta xwe mînake
Ger ew nebin însan wê her hîlake

Ey Xedîce dayika me mumina
Li ser te be rehma Xwedê bi tona

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat

*****

Sîw pênc salî ew Resûlê dil henîf
Qureyşiya nuh kir Ke’ba pir şerîf

‘Eşîr temam hatin civyan li cem hev
Ke’ba Şerîf dîsa tanîn bi ser hev

Lê mixabin bo danîna Kevrê Reş
Şer û nîqaş derketiye nav Qureyş

Hindik mabû di nav êl û ‘eşîran
Bi tîr û şûr derketiba şer giran

Mûhemmed ji deryê Benî Şeybe hat
Qureyşiya go Mûhemmed Emîn hat

Em temam jî bi hukmê wî razîne
Jibo xatrê şerê nav me vemrîne

Resûlûllah bûye hakim di nav wan
Şer vemirand hem safî kir hukmê wan

Ji wana re go merşekê hûn bînin
Li ser merşê Heceruleswed dînin

Her ‘eşîrek bi alîkê wê bigrin
Vê şerefê hûn bi hevra hilgirin

Wan temama bi hevra merş bilindkir
Wîb destê xwe kevirê reş bi cî kir

Ya Mûhemmed tu xêrxwazê însana
Pîrek zilam ixtiyar û cuwana

Wek baran û xunaviyê selewat
Li ser te bin ey seyyidê kaînat

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê JI SÎYERA PÊXEMBER
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.