FARQÎN BI ÇIRA ÎSLAMÊ GEŞ BÛ

Article

 

Navçeya Farqînê bi nûr û ‘edaleta Îslamê di herêmê da şu’le da. Wek çirakî di heq û mafê însanîyetê da geş bû û pêşva çû. Piştî fetha Farqînê gundê der û dora Farqînê bi vê çira mafê insanîyetîyê girtin û fewc bi fewc hatin daxilê rêya hîdayetê bûn.

Îdarevanê Farqînê Hakemê kurê Hîşam, ji alikî da mifreza dişand ser gund û mezrikê der û dora Farqînê, ji aliyê din da jî ji îrşad û teblîxa dînê Îslamê paş nedima. Hakemê kurê Hîşam mifreza şand ser kelh û bendê der û dora Farqînê. Ji berêvkîva Kelha Boşatê, Kelha Heldayê, Kelha Başqayê, Kelha Şemrexê û Kelha Beynatê ketin dest. Hakemê kurê Hîşam ji alîyê dîn va jî li nav bajêr di perwerdayiya dînî da gelek xebat û xizmetê balkêş dikir.

Di dewra Hz. ‘Umer da piştî fethê pêda, Farqîn bûbû baregeha mislumana ji bo çûna ser Anatoliya. Li gorî dîrokvan Şemsettin Samî (1306:2777) dewra Îslamê ya ewil da Meyyafarqîn gelek pêşda çûbû û bûbû bajarek pir mezin. Xelkê bajêr bi pirayî fillehê Suryanî bûn. Ev xelkê filleh bi dîtina nûr û ‘edaleta Îslamê fewc bi fewc ketin dînê Îslamê (Yakut 1906:214) Bi fetha Îslamê ra di micadela bi Bizansîyan ra Meyyafarqîn piştî Amîdê bûbû baregeha diduya. Ev jî dibû sebebê ku qedera Meyyafarqîn û Amîdê bi hev dihat girêdan. Di wê heynê da bazirganîya ku ji Îran u Ermenistanê da dihat, diçû alîyê Şam û Misrê, jiber Meyyafarqîn li ser wê rê bû, bajar gelek civirîn û kelbengî bûn.

 Piştî  ‘erda Ermenistanê ket destê Mislumana, eyaleta Ermeniye hat avakirin û Farqîn jiber pozîsiyona xwe ya siyasî, bi eyaleta Ermeniya va hat girêdan. (Muhammed b. Abdulmun’im; Kitabû Ravdu’l-Mi’târ Fî Haberi’l-Aktar, Beyrut 1980;567) Lê li gor İbnu’l-Fakih(289/903) navçeya Farqînê bi el-Cezîre va girêda bûye.

Piştî wefata Hz. ‘Umer(r.x.l) bi xelifetîya Hz. ‘Usman (r.x.l)ra di pozisîyona Farqînê da gelek guhartin çêbûn. Li gor Îbnu’l Ezreq (sh:383) Hz. ‘Usman(r.x.l) Farqînê bi el-Cezîreyê va girê da. Û el-Cezîrê jî bi Suriyê va girê da û kir bin îdara Muavîye. Ev pozîsîyona Farqînê hetanî dewra xelîfetîya Hz. ‘Elî (r.x.l) wuha dewam kir. Li gorî Dinewerî (sh:154) Hz. ‘Elî (r.x.l) bi vê herêma Farqînê ra xusûsî ‘eleqe kirîye. Hz. ‘Elî (r.x.l) merkeza xîlafetê piştî ji Medînê anî Kûfeyê Farqînê ji herêma el-Cezîrê ve qetand û bi şexsê xwe îdarevanê Farqînê tayîn kir. Ev jî ji bo cehd û cihadê xusûsîyeta Farqînê li ba Hz. ‘Elî (r.x.l) dide nîşandan. Di dewra Hz. ‘Elî (r.x.l) Farqîn tam bûye cîhe baregeha mucahîdên Îslamê.

Di dewra ‘Umerê kurê ‘Ebdulazîz da walîyê herêma el-Cezîrê Meymûnê kurê Mîhran bû. Walîyê herêma Meyyafarqin û Amîdê jî birayê wî Sa’dê kurê Mihran bû. Di dewra xelîfetîya Yezîdê kurê ‘Ebdulmelik da bajarê Amîdê bi Meyyafarqînê va hat girêdan. Û Mihranê kurê Meymûnê kurê Mihran bûbû walîyê wê derê. Hîşamê kurê ‘Ebdulmelik di xelîfetîya xwe da Mihranê kurê Meymûn ji wezîfê girt û Merwanê kurê Muhammed kire walîyê wê derê. Merwanê kurê Muhammed heta bû xelîfe, li Meyyafarqînê bi walîtî ma.

Piştî Muawîyê duyemîn di nava Emewîya da tevlihevbûn çêdibe. Di vê tevlîhevbûnê da Farqîn pêşîyê alîkariya ‘Ebdullahê kurê Zubeyr(r.x.l) dike. Piştî zemanekî hindik Muxtar es-Saqafî Kûfeyê dike bin hakîmyeta xwe. Û Farqîn jî dikeve bin hakîmyeta Muxtar. Muxtar jî ji qebîlê Kûfeyê qebîla Neha Îbrahîmê kurê Eşter en Nehaî dike walîyê Mûsilê. Piştî Îbrahîmê kurê Eşter en-Nexa’î tê Mûsilê ‘Ebdûllahê kurê Muslîm dike îdarevanê Meyyafarqînê. Meyyafarqîn hettanî dawîya dewleta Emewîya, perçekî ji eyaleta el-Cezîrê dimîne.

Piştî zilm û zorayî û nîjadperestîya Emewîya, textê îdaretîya wan hejîya. Ê ku textê wan dihejand di serî da herêma Farqîn û el-Cezîre bûn. Lewra him Farqîn him jî el-Cezîr bûbûn serkanîya ‘ilmê. ‘Ilm, zordestî û nîşadperestî qebûl nedikir. Di vê hejandina textê Emewîya da herêma Farqînê jibo xatirê mirovatîya Ehlî Beyt alîkarîya ‘Ebasîya kir.. Û ‘Ebbasî hatin serî. Ev herêma Farqînê hetanî ‘Ebbasî bi ‘ilm û îrfanê îdarevantîya xwe dimeşandin, ji wan ra mûtî’ bû.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê PIŞTÎ FETHA FARQÎNÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.