Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -5

Article

BARZANÎ Û HEREKETA AZADIYA NETEWIYA KURDAN

Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -5

Hereketa Netewî

Li gor ku ji kitêbê tê fêmê û li gor şuğlên wanî ‘emelî usûl, uslûb û muhtewiyata mucadela wan însanî û exlaqî bûye. Çi fi’êl kiribe û fikr û dînê wî çi dibe bira bibe, welew dujminantî jî li hember wan kiribin, Barzaniyan her daîm Kurdan muhafeze kirinew dikin jî. Ne Kurdan bi tenê jî, ê ku muhtacê muhafezê bû ye û muhafezekirina wî kesî ji destê wan hatibe li gor quwweta xwe Barzaniyan wî muhafeze kiriye. Mesela orguta murted ji xwe her daîm Barzaniyan xayîn dibine. Îja di demekê de êrîşî ser wan kir, nêzîkî 500 pêşmergên wan kuşt. Ê ku di vî şerî de qumandariya hêzên orgutê dikir bixwe ji me re got ku; me 460 sîleh ji ser cesedê pêşmergan da hev. Wan karbidestên orgutê ku ew êrîş dabûn ser pêşmergan pişt re ji orgutê qetiyan û çûn li herêma Kurdistanê bi cî bûn, hinik ji wan jî gihaştin Barzaniyan. Barzaniyan jî wan li herêmê qebûlkirin û ji xwe qet behsa wî şerê wan nekirin û hesab ji wan nepirsîn û neanîn ziman. Teb’en van kesan jî dibêjin “vî tewrê Barzaniyan em teqdîr dikin û wan ji xwe re mezin qebûldikin.”

Ji kitêbê ez tişkî nû û balkêşî din jî hînbûm: Saziya “Yekîtiya ‘Ulemaê Dînê Îslamê ya Kurdistanê” ku anha jî heye Mela Mustefa bixwe damezirandiye. Li gora ku Abdurrehmen ‘Ebdul’ezîz kurê Şêx ‘Usman ‘Ebdul’ezîz ji me re got, Mela Mustefa bi rêbiberxistina Şêx ‘Usman ev yekîtî saz kir. Û di got Mela Mustefa gelek qedrê Şêx digirt, Şêx jî jê hez dikir. Serokê vê yekîtiyê niha Mela (Eş-Şeyx) ‘Ebdullah Weysî Se’îd El-Kurdi ye. Du sal berê hatibû konferansa Hevdîtina ‘ulemaê Kurdistanê a ku Îttîhadul-ulema wel-medaris-il Îslamiyye (Yekîtiya ‘Aliman û Medreseyên Îslamî) tertîb dike li Diyarberkir. Damezirandina vê saziyê di dîroka Barzaniyan de, mahiyeta mucadela wan û hereketa wan hinkî din jî dide nişandan.

Deha ya Mela Mustefa

Nivîskarê kitêbê Mes’ûd Barzanî, di gelek merhelên qerarsitendinê de îfade dike û dibêje; “min nexwest ez ji ber xwe ve qerar bidim, bê xebera Mela Mustefa û îdara partiyê ne mumkun e ku ez gavekê bavêjim” falan filan… Dêmek Mes’ûd her zemanî rî’ayetî gotina bavê xwe kiriye, ji qerara partiyê derneketiye. Di nav hereketê de karîzma Mela Mustefa herkesî xistiye bin tesîra xwe, îta’et û bihevgirtineke mukemmel her kesê ku di bin şemsiya partiyê de ye dorpêç kiriye.

Ji hûnandina nivîsandina kitêbê min tişkî din derxist. Ew jî deha ya Mela Mustefa ya eskerî û siyasi ye. Ez bala xwe didimê ku tu carî di herbên berrî de, êrîşên ku dujminên wan di berrê de daya ser wan de Mela Mustefa tu carî meğlûb nebûye. Kêm caran li hember êrîşê dujmin meğlûbiyet di wan de çêbûye, ew jî êrîşên bi teyaran bûne. Ev deha ya wi ya ‘eskerî wî kir betlekî efsanewî. Di gel deha ya wi ya eskerî deha ya wîya siyasî jî hebû. Di demên îbtîdaî de de’wa huqûqê qewmî kir ji bona Kurdan û Kurdan bi van huqûqên wan hisand. Hişyariya mezlûmiyetê di nav Kurdan de belabû. Fromula wî ya ji bo çareseriya mesela Kurdan di nav saziyû kesên siyasî de hê jî meqbûlttiya xwe muhafeze dike.

Têkçûn

Di kitêbê de sebebê têkçûnê lihevkirina Cezayîr dide nîaşandan. Nivîskarê kitêbê jî dibêje, dema merev însanî û ûjdanî difikire merev jî di ‘eynî noqtê re dertê. Ew noqte jî ev e: Di bedêla ku dewleta ‘Iraqê huqûqê gelê xwe nasbike, îmkanên xwe bi wan re hevpar bike; bi ğerîban re, bi dujminên xwe re hevpar kiriye. Lihevkirina Cezayir yek ji van e. Di vê lihevkirinê de Dewleta ‘Iraqê, ji bo ku piştgiriya Kurdan neke Şettul’ereb da Îranê. Yanî qismik ji erda xwe da xesmê xwe, di muqabil wê de însanên nav xwe, Kurdan ji heqên însanî mehrûm kir. Hal ew e ku di bedêla Îranê de xelkê nav xwe razîkiribûna û Şettul’ereb jê re mabûna ne çêtir bû? Mes’ûd Barzanî vêya bi dilekî kul û kesirê tîne ziman.

Di nivîsandina kitêbê de çavkaniyê Mes’ûd Barzanî ne tecrubeyê wi yê şexsî û belge bi tenê ne. Beriya ku Mes’ûd Barzanî vê kitêbê binvîsîne hem ji ‘alema Îslamê hem ji a ecnebiyan gelek kesên ‘alim, siyasî, lêkolîner, rewşenbîr û rojnamevanan derheqê hereketê de kitêb nivîsandine û gelek ji van kitêban bi çend zimanan hatine tercemekirin. Yanî berhema ku hereketa Barzanî dide naskirin ne a Mes’ûd Barzanî bi tenê ye. Ji dema ku hereketa Barzaniyan dest pê kiriyew heta niha jî li ser hereketê tê nivîsandin.

Hinik ji wan kitêban ku nivîskar ji wan neqlan kiriye ev in: (Me navê kitêban wergerandiye Kurmancî)

Hereketa Barzaniyan a ewil (‘Ebdul’ezîz ‘Ûqeyli),

Riyeke di Kurdistanê de (Hamilton),

El-Berzaniyyûn (Hasan Mustafa),

Trajediya Barzaniyê Mezlûm (Marûf Civavik),

Esrarê Barzanî (İsmail Erdelan),

Seferek ber bi welatê Zilamên Cesûr ve (Dana Adams Scmit),

Tarîxa Hizba Demokrata Kurdistanî (Ali Abdullah),

Şoreşekanî Kurd (Aladdin Succadî),

Hereketa Qewmiya Kurdî (Edmund Garib),

Hereketa Weteniya Demokratiya Kurdistana ‘Iraqê (Arşiyan),

Kurdistan û Hereketa Qewmiya Kurdi (Celal Telebanî),

Kurd û Mesela Kurdan li ‘Iraqê (D. Şakir Hasbak).

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -4
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.