ŞEHADETA ŞÊX EHMED YASÎN

Article


Ummetê dest pê nekir, di piştî gilî û gazinê naçar.
Adar şewata ji refê ebabîla ye dibare ser hicranek bê kul û ğem.
Beşera te, tenê di sûretê Selaheddîn de vedibe gula nazende. 
Ne sal û deh sal, ne 'umrek li hêvîya armanca m'iracê mayîn... 
...nêzîk î 'esra sağ e întîzar a azadîyê.
Dewran zivirîn, gund û bajarê dila vala bûn. 
Kelha nîgehdara wêran e, segvan û piştmêr bûne temaşevan li çîya. 
Ebrehe cirîda davêje li dor pîroz û Qudsîyan
Kulîlk û rihanê evînê berev dikin nêçîrvanên mel'ûn. 

Sukût qehr û kêferata 'esrê ye, ne qeder e.
Ah û şîkayet e sukût ji zimanê Ehmed Yasîn 
Du'a û awaz in ji dest û çenga pûç li ber derîyê Heq.
Gilî û gazina li min bike bi giryê stêrka re li ber 'erş ê 'ezîm. 
Ka newbedarê ruhê ûmmetê Farûq, peya ê sehra medeniyetê.

Ummetê dest pê ne kir, bulbulê qemerî ğerîb di qîrin.
Ey Eqsa! Şewata Uxdûd li te danîye. 
Serî na tewînî bi 'izzet di heli melûl melûl.
Îro ne tu a minî ne ez ê te me. 
Bi du'a û gotin û peyxam a de'wa te na be d'ewa min ez dizanim. 
Li ber çavê min her car perik heldiweşe ji milên te yê şikestî. 
Destê xwe davêjim qiblegaha qedîm, milê min bilind nabin.
Min jî bibe nav berxwedara, çavreş a dîrok û armancê.
'Îd û sersal li îqlîmê te çewa di zîvirin gelo?
Lîstikên zaroka bi kêf û neşwe û şadin aya?
Teyr û berxik na lîzin li bihar a te rengîn... 
Xemlê bûka, sor ji rengê hinê li dorhêla te sîwan digrin. 
Ax û wax ê dirû ji dûr ve çava şil dikin erê dunya derewîn.
Ummetê hêja dest pê ne kir, terhê nû li ser axa te birîndarin. 
Her roj yek û dido tên xwarin li zîyafet a xemsarîyê. 
Em 'elimandî yê kuştina teyr û berxikên te.
Her êvar jehra mirinê merez dide canê me bi sazmendîyê.
Sukût agirê bêhişîyê min dişewitîne bi rastî. 
Li wêranê me kund û şebşebok di fîtin, goristan e.
...em ne 'ezîzin, şopa rûmetê nade gund û bajar.
Hewar li kavil û warê daîm rojavayî
Dûr bibin bê rûmet û sitû xwarên bê mirad...
...girî ne para we ye li halê mirina 'izzetê,
Dûr bibin, her roj û şev kulîlkê nazenîn dikevin ser axa 'ezîz.
Şev û rojan temaşeye dunya derewîn bi lêketina stêrka. 
Ka tarîxa çîlekêşên dem û dewrana vê deryayê. 
Dilê me wêran e, bawerîyû yekîtîya me wêran. 
Ummetê dest pê ne kir, di piştî gilî û gazinê şikestî. 
Roj bi roj wek pelê çilmisî ez diweşim ser lehîyek har û dîn. 
Asîman li min tarî dibe hewar dil qeşa bûn ji seqema çillê hişk.

Ser te nixumîne mij û huzna kerbê. 
Ji ah û zarê Şêx Ehmed Yasîn bihar li te şewitî.
Adarê warîdat heland, em bê his, cîwar şewitî
Adar hat kula te nû bû, bi çûna Bulbulê Şeyda gulîstan şewitî.
Her sal kuştina ummeta kotrom nû dike adar, di canê kevokek şikestî. 
Di salvegerê çend ciwan ketin ji gullê xebîsa, dilê kevir şewiti.
Ah û zarê Ehmed Yasîn di sotin bi baranek adarî guherê cergê.

"Ya Rabbî! Ez sukût û bê xemîya ummetê gilî û gazin dikim!?"

"Ey gelî Muslumana! Bêdeng û 'acîz, hûn mirîyên helak bûyî!''

Ummetê dest pê nekir?!
Paşê xwe nede min... 
Ruhê min bibe bal nemzedên sênga teyrê keskedar. 
Çava limin negre...
Cîhan li min tarî dibe, tiving û gulle bi koranî min dibînin. 
Sûh neke, ji min ne xeyîde... bêy te karwanê ş'ulê nameşin. 
Bihar hat ser delavê hîcrana 'esrê... 
...sitrana dayîkê me dibêt bixwînin yan xwedyê zulmê?
Hêja ummetê dest pê nekir, 
Bi rengê azadîyê tewbeyek nesûhî li hêla din di qîre. 
Du’a û avaz ne jibona sîwana huzna te bi fewute. 
Bayê samî ji bona rabûn û hilweşîna olî lazim dibe li ummetê 
Bi întîzar a Mehdî sitranbêjî dibêt li halê sitûxwarî
Ummetê dest pê nekir?! 

"Bihêlin em bi 'izzeta şervana bimrin."
"Ya Îlahî! Ez bêdengîya ummetê şîkayetî te dikim."
"Ez kalekî ixtiyar im. Herdû destê minê pûç ne karin sîleh bigrin, ne rakin qelem." 
"Ez ne xetîbim, qudreta min nîne ez bi dengê xwe erdê bi hejînim."
"Îlahî, xûna ku tê rêtin, 'irzê hatin destdayin, hurmeta perçiqandî, zarokê yêtîm û pîrekê jinbî, xanîyê xerabûyî û zewadê hatî îfsad kirî!
Ez bi hurmeta van her yeka ummetê gilî û şîkayet dikim. 
"Jibona Xwedê! Ne bin hemberê me. Hûn ne li hêla me ne, li dijê me nebin.''

Tîrek ji kevan derket. Ewê derkeve! 
Gazinê şikestî çîya heland, dihelînin
Stêrka Ehmed Yasîn ne çû ava, navemire 
Qelem nikarin binivîsin, ev destan e
Ji dil û can pîya bavê, tu ne mirî! 
Em dimrin her roj bi qasî Filistîn, 
Di bin erdê kevin emelên mey dûr û dirêj 
Lazim divê defin kirin, mirina mey bi lez û bez
Alavên sor ji evînê barî a te ye rast.
Beşera te tenê bes bû ji boy bifrin xeyalên azade.
Şêx Ehmed Yasîn, kevoka nazenîn, bi firê ket.
Ewê bifrin teyrê şadî, asude ye 
Şadîman in, bextewar in, Filistîn in li mî'racê, 
Heşlemû nin hem Râzan in, Sarnah in
Li vî alî gul û sosin û beybûn, ji refê ebabîlan
Li hêla din xebîs in, mel'ûn in, newêrek û bê zirav in. 
Îsraîle navê wan.
                                      * * *

Nîgehdar: Muhafız
Segvan: Korucu 
Peyxam: Mesaj 
Sazmendî: Ajans
Sûh: Küsmek

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê Navê Te Zînet...
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.