Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîa’mên Li Herêma Me – Gundê Xerîb 3

Article

“GUNDÎYÊ ME JIBO PERÊ XU NEDA LEŞKER HAT KUŞTIN”

Di wan sala da hedîseke kuştinê ku li gundê me ez bûme şahid ezê bi we ra parve bikim. Leşker li nav gundê herêma me qet xalî nedibûn. Yanî her gav darê wan li ser serê me kêm nedibûn. Gundîya ji tirsa canê xu wan li malê xu dihewand û xwarinê ku nedixwarin bi wan didan xwarin. Leşker ji ber ku di nav gunda de bi sala mabûn, perê kê, malê kê hebûn pê dizanibûn. Pere û zêrê xelkê bi cebrî ji wan distendin. Kesî ne wêribû dengê xu bike. Anha ji gundê me bi navê Qaynakçî Mihemed ‘Elî heye.  Navê kalê wî Mihemed bû. Mihemed gundîyê mebû, ew çax li gundê me dima. Leşkerê ku li gundê me diman yek ji wan rûtba wî çawîş bû, li mala Mihemed dima. Malbatê bi ‘îzzet û îkram li wî dinhêrt. Jê heznekirna jî ji tirsa canê xu wêya dikirin. Çawîş ji ber nav mala wan dizanibû, hîn bûbû ku perê wan heye. A li vir ber mala me di ronkayîya rojê de li ber çavê min hedîse çêbû. Mihemed ji îşê xu, ji nava erdê xu dihat, ber mala me Çawîş rêya wî birî û jê re got “Tuyê perê xu bidî min” Ez li ber mala me nêzî wan bûm. Dengê wan dihat min û min wan didît jî. Bi wî gundîyê me ra bi navê Xalid û Ehmed du gundîyê me yên din jî hebûn. Gundîyê me Mihemed, selikê tijî ka kiribû û di binê çengê xu da bicî kiribû dibir malê. Ew çawîşê ku perê wî jê dixwest lê fetilî û wûha got “Ez şuxulîme, min pere jibo xu karkirîye ne jibo ez bidim te” Çawîş israr kir “Anha tu perê xu didî min nadî min” Mihemed got, “Ez pere xu nadim te”  Çawîş gullek berî serê wî da. Mihemed bi tevî selika xu ya kayê, bi mislê perçekî goşt ji cîyekî bilind da bikeve, ket erdê. Gulle mêjîyê wî belakir. Hê li pîya ruh ji bedena wî derket. Bêruh li ser ser û çev ket erdê. Li hember wê wehşetê ez bi wê zaroktîya xu di cîyê xu da cemidîm û fena hêkel sekinîm. Wextê cesedê Mihemed ket erdê, selika kaya wî jî di berda ket erdê.  Çawîş bi ser cesedê Mihemed da xar bû û bi kîn rahişt selika kaya wî, qismekî kayê bi sere wî da rêt. Kaya sipî ket nav xûna sor… Heta wê anê gundî yê me Xalid û Ehmed bi min ra wê wehşetê bêdeng seyr dikirin. Jixu ev tişt di zemankî kurt da çêbû û bi kuştina Mihemed qedîya.

Ew wehşet li me tava pir zor hat. Lê belê tiştek ji destê me nedihat. Xweyn ketibû çavê wî leşkerî û sîleh di destê wî debû. Belê gundîyê me Xalid bêdeng nema. Xîreta wî wê zulmê qebûl nekir. Canê xu xist ortê û li ser leşker fetilî, pêçîka xu ya eşhedê ber bi ‘esmana bilind kir û wûha got “Ez jibo Xweda şahidim ku te jibo pera mêrikê kuşt.” Çawîş ber pê çû û jê sewal kir, “Tu şahidî didî ku min mêrik jibo pera kuşt” Xalid, “Ez li ba Xweda şahidim ku te mêrikê bê suc û gûneh, jibo pera kuşt.” Çawîş vê suwala xu sê car pirsî. Xalid jî her sê cara ‘eynî bersiv da. Ji heyata xu neditirsîya. Lewra piştî vê zûlma mezin jîyan jî ji însan re dibe bar û piştî. Meriv di bin wî bar û piştî da di‘eciqe, dihele û diqede. Çawîş gullekî berî serê Xalid jî da. Xalid jî emanetê xu hê li pîya teslîmî xwedîyê wî kır. Çend gaw ji Mihemed wê da ew jî bêcan ket ser erda reş. Bi wê şahidîya qewî çû hizûra Xwedayê xu. Kîna çawîş hê dananîbû. Dirêjî selika kayê kir. Kaya ku tê de mabû wê jî bi serê Xalid de rêt. Gundîyê me bi navê Ehmed li wê derê fena min di cîyê xu da cemidîye û temamê hedîsê muşahade kir. Çawîş bi ser wî da fetilî û bi halekî “Tu jî şahidî nadî” sualî lê nihêrt. Xweyna Ehmed cemidîbû. Bi lênihêrteke vala li çawîş dinhêrt. Deng jê derneket. Zimanê wî bûbû perçek goşt di devê wî de. Ew jî li benda kuştina xu bû. Wê kengî çawîş hebkî gulle berî serê wî jî bide. Çawîş ber bi Ehmed çû, bi temamê qûweta xu û bi qirma tivingê li Ehmed xist. Ehmed wek potikî vala û sivik li erdê, li ber pîyê çawîş dirêj ket. Ji xu va çû bêhereket. Te digot qey ew jî mirîye. Ji şahidê wê hadîsê ez tenê li ser pîya mam. Ejî bi wê sebîtiya xu li ser pîya li hember wê wehşetê mirîbûm. Çawîş min ji zilama hesab nekir û bi alî mi da nehat û ji wê derê çû, dûrbû.            

    

Piştî van zulmê giran û bi keder însanê herêma me bêtir derxistin çîyê. Van kesa bi sala têkoşîn dan li hember zulmê. Ewê ku bi wê têkoşînê nam dan, hinik ji wan ağê gundê Gurnozê bûn. Hecî Selîm ku jê re tê gotin Kolos Ağa û birê wî Hecî Mûstefa. Vana bi deh sala zêdetir têkoşîn li ser de’wa Şêx berdewam kirin. Bi wan re yê ku di herêma me de nam dan, Yado hebû û Zaza Huseyîn. Ez behsa têkoşîna wan nakim. Belê wan ti zirar nedan însanê me. Hikûmet li hember wan bêçare ma û milîsa ji xû ra çêkir û bi pey wan xist. Ji wan re digotin milîs Hûkumet. Ji ber wan milîsa rê û dirb dizanibûn, wan ew têkoşîn qedand. Hukûmet nikaribû Yado bikûje. Bi destê milîsê xu wî kuşt. Zaza Huseyn bi tevî pîreka xu di malê de dor lê digirin. Teslîm nabe. Pîreka wî jê re dibêje, “Xweyna min li te helal be, şûna ez dikevim destê milîs û leşkerê bênamûs, tu min bikûje û bira ji bo namusa te çavê te li paş nemîne”  Pîreka xu dikûje û bi leşker ra şer dike. Li gor ku tê gotin Huseyn heft dîwarê malê, di ber hevda qul dike û têde dertê derva. Piştî şerkî giran tê kûştûn. Dîsa li gor gotina, mîlîs kî dixwaze bi cesedê wî de bewla xu bike. Di vir da jî tê fehmê ku çiqa însanê bê qarekter hebûne, di memleket da ew bûne mîlîs. Serê leşkera berê xu dide wî mîlîsî û jêre weha dibêje: “Lawê min, mêrik wexta sağ bû hûn newêribûn li siya wî binhêrin, anha vê ‘adîtîyê ti çima bi cesedê wî ra dikî” Ew çax ji wî leşkerê cimhûrîyetê temamê mîlîsê firotî yên li wê derê, dersa xu distînin, belê însan bê qîmet û qarekter be havênê wî naguhere.

Hecî Selîm ku bernavkê wî Kolos Ağa ye, min jî wî dît. Wextê min wî dît îdî extîyar bûbû. Rûyekî nûranî li ser bû. Deh salî mûcadele dan. Pir eqrebayê xu şehîd dan, lê belê ew şehîd neketin. Ji derd û kula ra man. Paşê ketin hepsê jî û hatin berdan. Min li navçeya Gêncê Qaso jî dît (ew mûxbîrê ku Şêx da girtin, Bînbaşı Qasım) ez ji wera sond dixum ku rûçikkî pîs û qebîh lê bû, însan digot qey ji cehennemê fîrar kirîye.

Ez û bavê xu jibo hewceyên malê em çûbûn Dîyarbekir. Bi me ra yek şexsek bi navê ‘Elî jî hebû. ‘Elî, li deşta gundê me ‘erdê ku ajotîbûn bekçîtîya wan dikir û li mala me dima. Li ber camîya dîrokî Ûlû Camiyê disekinin. Îşkî min derket ez ji ba wan bîhnekî dûr bûm. Ez vegerîm bal wan ku bavê min ne xwanêye. Min ji ‘Elî pirsî “Bavê min li kûye” ‘Elî got, “Polêsa bavê te birin.” Min pirsî “ Gelo çima polêsa bavê min girtin” ‘Elî got, “welleh bavê te bi zazakî şitexilî ji ber wî qasî wî binçav kirin.” Min bihîstibû ku ji xeyrî zimanê Tirkî kî bi zimankî din biştexile qedexeye. Zimanê her dayikê qedexe kiribûn. Min ji ‘Elî pirsî, “Cezayê şitexilya xeyrî zimanê Tirkî çiqase” ‘Elî “Cezayê wî 25 qurûşe” “Bi bavê min ra 25 qurûş tinebû ku wî binçav kirin.” ‘Elî got, “Nizanim.” Min pirsî, “Bi tera jî pere tinebû ku ti bidî wan bavê min negrin.” ‘Elî got, “welleh bi mira hevû.” Min pirsî, “Madem bi tera pere hebû, te çima neda wan ku bavê min birin.” ‘Elî deng nekir û diber xu da kenîya. Ew halê wîyê bêxem li zora min çû û min got, “Te pir tişkî baş kirîye lewma ti hûr hûr dikenî.” Ez pê ra xeyîdîm, min wî rezîl kepaze kir. Paşê min cîyê bavê xu hîn kir û ez bi pey ketim. Zemanê paydosa navrojê bû. Ew çax Ûlû Cami kiribûn cîhê ewlehîyê. Min xu berda hewşa camîyê. Hewş di çalê debû. Gava ez di pêlika da gîştim hewşê, li qarşî min nezareteke bi çend pêlika dertê jor, xûyakir. Derê wê nezaretê di bin da bi qasî bihostekê merisîbû û jêda ketibû. Di bin derî da min pîyê bavê xu di sola wî da naskir. Min hînkir ku bavê min li vir tê girtin. Min xu berê jêr da. Bala xu dayê ku serpolîsk û katibê wî li ser masekê rûniştine. Min silav da. Silava min vegirtin. Min got, “Cezayê bavê min çiqase.” Qomsêr got, “Ev şexis bavê teye.” Min got, “Belê bavê mine.” Wî got, “Cezayê wî 25 qurûş e.” Min derxist 25 qurûş danî ser masa wî û min got, “Îdî ez dikarim bavê xu bivim.” Qomsêr got, “Çima ti bi zimanê Tirkî dizanî, bavê te nizane.” Min got, “Ez hatime vira jibo bavê xu bibim. Ez nehatime ku ti min îmtîhan bikî.” Girtina bavê min pir li zora min çûbû. Nexasim ku çima bi zimanê dayîkê şitexilye. Qomsêr famkir ku ez ji wê zulma wan ‘aciz bûme. Qomsêr got, “Belê, dikarî bavê xu bivî” û min bavê xu girt em ji mekanê zulmê derketin.

Ew çax herêma me bi vî rengi vû. Ne ev tenê, kîtaba meya Mubîn Qur’ana Kerîm qedexe kiribûn. Tu kes nikaribû dersa wê bide yan jî bixweyne. Hê jî perçê Qur’anê di çîya û şikeftê me da tên xuyakirin. Bi nîşanê Îslamî re jî herb vekiribûn. Şalwarê li însana û kum û şaşik qedexe kiribûn. Rojkî ez di ber derê avahîya ewlehîya Çebeqçûr re derbas dibûm. Şexsekî xebatkarê ewlehîyê min da sekinandin û kumê min ji serê min kir. Pir li zora min çû. Qomsêr dît ku ev kirina hevalê wan ne di cî da ye û pir li zora min çû, ber bi min hat û xwest min tesellî bike. Ji mi ra got, “Ez herim kumê te ji te ra bînim.” Min got, “Ti kumê min bînî jî ez îdî nadim serê xu.” Qomsêr însanekî bi wîcdan derketibû. Ew jî pir li ber min ket. Ez mehzûn û bi dilşikestî bi nav sûkê da çûm. Serê min bêkum bû fena ez tazîbim. Fena ku min sûcekî mezin kiribe. 

Ez li leşkerîyê nûmara neferîbûm. Min ji xu hez dikir. Cilê xûyê leşkerî min li ba dirûnker li gorî xu dida dirûtin. Ser û çavê min paqijbû. Bolik qomandanê me navê wî Kazım Erdem Ay bû. Tugay qumandanê me jî Îsmail Hakkı Talay bû. Rojekî Tugay qûmandanê me hat teftêşa leşkerê bolika me. Duzena min balawî kişand û gazî min kir. Ez çûm balê. Li memleketê min pirsî û hînkir ku Bîngolî me û ji wê derê navê çend însana pirsî. Kesê ku min wan nas dikir, min digot ez wan nas dikim. Mesela ji navçeya Gêncê Se’îd Döker pirsî, min go ez nas dikim. Ji Diyarê Boydê ‘Umerê kûrê ‘Elî pirsî, min go ez vî nas dikim. Bi vî hawayî navê pir însanê herêma me pirsî. Paşê hat ji Walêra Çolak Şukru pirsî, Çolak Şukru xalê min bû. Min got, Çolak Şukru xalê mine. Ji ser kursî rabû pîya, ber bi min hat û cardin pirsî, min cardin got, ew xalê mine. Sê cara suala xu pirsî û min jî ‘eynî bersiv da. Wuha dewan kir, “Ku ew xalê tebe, min pir nanê wî xwarîye û çay û qehwa wî vexwarîye.” Min got, “Te nanê wî xwarîye, çaya wî qehwa wî vexwarîye, paşê wan û bi tevî malbata wan, ciranê wan di xanîkî de topkirîye û agir berî wan dayîye wan bi tevîhev şewitandî ye.” Li hember vê berteka min, bêminnet li nav çavê min nihêrt û ji min re got “Belê, wellahî min wî jî kirîye” Bi kîn û nefret min li nav çavê wî nihêrt. Dilê min jê lihevket. Li ber çavê min we kî marekî reş disekinî. Însan ancax ewqa bêminnet û canî dibe. Wehşetê ku li herêma me kirine, venaşêrin û pê peznê xu jî didin. Min xwest ku ez wî di heyfa wan mezlûmê gundê Walêrê ku di xanî da şewitandin, perçe perçe bikim, lê belê ev tişt ji destê min nehat. Min berê xu bi nefret jê guhart û ez jê dûrbûm. Wî jî nefreta min li hember xu fêmkir û wekî din ti tiştekî din negot. Ji ba wî qatilî ez çûm û dûr bûm, bi huzn û xemeke dilşewat…     

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîa’mên Li Herêma Me – Gundê Xerîb 2
Ê Li Pey PIŞTÎ ‘ÎDAMA ŞÊX SE‘ÎD QETLΑAMÊN LI HERÊMA ME -4

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.