Ji Rubaîyên Mewlana Çend Guldesteyên Bijare -4

Article

Wergera ji Farisî: Cewad QEMERÎ

 

Di mirinê de bo ehlê dîn û dad heye jînek

Bi mirinê ruḥê pak dibîne ḥuzûr û temkînek

Ew mirin lîqa a li gel Xweda ye ne cefa û kîn e

Namerd her roj dimre, ev derdek ‘ecaîbîne

 

Eger dildar postê min bidirrîne

Nakim fîẋan nabêm ev derd ji wî ne

Me herkes dujmun e, tek dostê me ew

Ji dujminan gazinên dostan ‘eyb û  fedî ne

 

‘Eşq, hat ket nav demara min mislê xwîna can

Min ji min bir û dagirte ji dostên dil û can

Her eczayê wicuda min veguherî û bûye dost

Bo min tek navek ma ji min, baqî ji wî man

 

Ew dîlbera ku perî diḥesidin ji xweşrûyê di wê

Di seḥerê de hat li dil danî dest bi girî kir wê

Ez girîm û ew gîrî tu ku fecra sibehê rû veda û

Pirsî: Gelo ji van herdûka ‘eşiq kî ye tu dibê

 

Min ji neyê re got: Gelo te gilî û gazin ji kê ne

Ev nalîn û feryadên bê lêv û ziman bo çi ji te têne

Got: Ez ji şekerlebekî bi birrîn hatime veqetandin

Bê nalîn feryad bo min jîn ne mimkûne li dinê

 

Ev eşq şah e ku ala wî aşîkar ne peyda ye

Hem kitêba heqq e ku ayetên wê ne xwîya ye

Her ‘eşq ji seyyadê eşqê derba tîrekî dixwe bes

Xwîn vedireşe, xwînê vedixwe birîn ne xwîya ye

 

Ev mestîya min ji badeya xemra nîne

Ev bade ji bil badeya evînê peyda nîne

Tu hatiye ku badeya min birêjî hay ho

Ez serxweşê wê badeyê me hîç peyda nîne

 

Bo mezinan dilnizmî ji biçûkîyê nîne

Hem kodekî[1] ji kemalê ye ku şek tê nîne

Ger bav bi zarok re wek zarok bişteẋile jî

‘Aqilemnd dizanit ku ew peder e kodek nîne

 

Asûde kesê ku kêm û zêde li nik wî nîne

Derbendê dewlemendî û xizanîyê nîne

Ji cîhan û ẋema xelqê cîhanê tim dûr dimîne

Li nik wî zerreyek ji xodbînîyê namîne

 

Eya dilê sergeşte! Rêyek heye ku ji can dighêje dost

Eya kesê rê winda! Hem aşîkar û hem pînhan e riya dost

Ger ji şeş cîhetna ve rê li te bên girtin ğem nexwe tu

Lew ji nava dilê te rêyek heye ku dighîje canan û dost

 

Ger te divê ku tu ji van û wan nekî şerm û fedî

‘Eybê kesan di jêrê zemîn de veşêre her çi te dî

Ger tu dibê tê mislê ayîneyê başî û nebaşîyê nîşan dî

Lazim bo te wek ayîneyê ruyek hesinî tim hebî

 

Digel canê du rojî wilo heval û dostî hey ho

Bê fêde ye li nêk te xeberdana ji mirinê lo

Can talibê menzîlê, menzîl bi xwe mirine

Emma kerê (bedena) te raza di nêv rê de îro

 

Ger ğem hemî afaqan rapêçe dîsa leme lem

Bêğem e ê ku qewî digre bi evînê di ‘alem

Ka mêzeke li zerreyê ku pê avêt qada evînê

Ew zerre wilo bo ku rapêça her du ‘alem

 

Ger tu biçî li pêy şehwet û hewayê eya nefs

Xeberê ditim te ku tê destvala biçî eya nefs

Lê ger li dij nefsê dev berdî ji şehwet û hewayê

Tê fêm bikî ku tu bo çi hate dinê û kuda biçî bes

 

Ez dê bo te peyvên bê lêv û dev bibêjim

Ez dê tiştên ji guhan veşartî ji ter bibêjim

Ji bil guhê te hîç kesek nabhîse peyvên min

Her çend ku ezê wan di nav xelkê de bêjim

 

Ji  bil  şeraba beqayê nînit meya evînê

Candayîne her delîlê canpeydaya ji evînê

Min got ger te binasim bila bimrim di gavê de

Got ku hevnasê min hîç mirinê nabînê

 

Derwêşîya digel ‘eşqê sultanî ye

Ğema digel eşqê gencînyek pînhanî ye

Min bi destê xwe wêran kir xane a dil

Lew dizanim ku gencîne di wêranî ye

 

Rê heye ku ji zimanê me diherike dil

Sirrên can û cîhanê di wê de ne mil bi mil

Hetta girtî bit dev vekirîyê ew rê tim

Ger vebit ziman ew rê di cî de diqefil

 

Ew nûra mubîna ku li ser enîya me tîroj vedaye

Ew nûra ku di dilê huşyar û agah da ye[2]

Ev cumleya nûr belkî nûra hemî nûra ye

Ew jî nûra Muḥemmed e ku resûlê Xuda ye

 



[1] Mebest ji “Kodekîyê” dilnizmî û biçûkî ye

[2] Mibest ji “dilê agah” dilê kesê evîndar e

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê SÎLUETEK JI BUHUŞTÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.