Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -4

Article

BARZANÎ Û HEREKETA AZADIYA NETEWIYA KURDAN

Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -4

Demokrasi, Marksîzim-Lenînîzim

Hereketa Mela Mustefa, tiştê ku teleb dikir û şeklê mucadela wî temamen meşrû’ bû. Çerçeva vê mucadela xwe bi cumleya “ji bo ‘Iraqê demokrasi, ji bo Kurdistanê otonomi” îfade kiriye. Bes tiştê ku ji melakî tê hêvîkirin ne mucadeleya ji bo demokrasiyê, ji bo şerî’etê ye. Lê em dizanin meqseda Mela Mustefa tetbîqkirina hukmê Îslamê bû. Ewçax çima demokrasî derxistiye pêş? Bi texmîna min ji navdayina bi demokrasiye li ba xwe tu zirar nedidîtin. Meqseda wan ji demokrasiyê ne derketina lihember Îslamê bû, belkî Îslam bixwe bû. Çewa ku di roja me de jî hinik ‘alim û rewşenbîrên musluman jî tu zirarê di demokrasiyê de nabînin.

Hetta ji demokrasîyê wirdetir di nav PDK de gelek kes li xetta Marksîst-Lenînîst xwedî derketine. Mela Mustefa daxil di nav PDK de tu kes jî li hember wan derneketiye. Dema merev şertên wê demê dide ber çavan ev rewş jî hinkî normal tê. Çimkî di wê devrê de Emerîka û Ewrûpa hêzên emperyalîst û xwînmij bûn. Di dinyayê de ê ku li hember emperyalîzmê radibû û heqê mezlûman bi dengekî bilind tanî ziman Marksîst û Lenînîst bûn. Wê demê ku digotin Marksîzm-Lenînîzim wek hawê bêjin “serhildana li hember emperyalîzma Îngilîz û Emrîka û xwedî derketina li mezlûman.” Mela Mustefa jî ne kesekî sosyalist û Marksîst bû. Tam bi ‘eksa vana kesekî ji hereketên Îslamî hez dikir, kêfa wî pir ji Seyyid Qutub re dihat û heyranê tefsîra wî Fîzîlalê bû. Carekî di hevdîtineke bi karbidestên îxwanan de kağetkî vala li binî îmze dike û dide destê wan û wiha ji wan re dibêje: “Hûn li vî kağıtî çi bixwazin binvîsin, ji pêşî ve min îmze kiriye”. Yanî hewqas bi Îxwanan emîn bû û şerî’etvan bû.

Cehşên Şêst û Şeşan

Di kitêbê de behsa cehşan dike. Cehş, ji kesên ku ji bo menfî’eta dunya xwe li hember xelkê xwe bi rejimê re hevkariyê dikin re hatiye gotin. Yanî xayinên xelkê xwe. Her wekî tê zanîn zirara vana gelek cara ji a rejimê zêdetir e. Kitêb di nav cehşan de behsa “cehşên şêst û şeşan” dike ku vana cehşên entelektuel in, yanî cehşên ku xwendine û ji wan re dibêjin aydin, yanî rewşenbîr. Evana endamê polîtburo ya PDK bûn, îxanet pê re kirin û veqetiyan. Dibêje ustadê vê tefrîqê û cehşîtiyê Îbrahîm Ehmed e (ğezûrê Celal Telebanî). Di nav van cehşan de Celal Telebanîyê ku partiya wî îro li herêma Kurdistanê mintiqa Silêmanîyê di kontrola xwe de digre hebû. Û serokê partiya Goran ku par mir Nûşîrewan Mustefa û hevalê wî ‘Elî ‘Eskerî jî hebû.

Rejima Beğdayê vana di herba Kurdan de li hember Kurdan wek hêzên pêşvan bikaranî. Van cehşan avayîya xerakirin, şewitandin, însana kuştin, hêsîr girtin, bi rejimê re her wehşet û cînayetê kirin. Soğî ji ber Mela Mustefa reviyan xwe avêtin Îranê. Pişt re Mela Mustefa wan ‘efûkir, ji ğeyrî Îbrahîm Ehmed ê din zivirîn Kurdistanê. Ji bo ku Barzanî ji holê rakin di nav hêzên pêşmergan de dîsa munafiqtî kirin û bi rejimê re hevkarî kirin. Nûşîrewan Mistefa wê demê êrîşeke terorîstî kir, li Silêmanîyê bimbe avêt mekteba keçikan û reviya Ewrûpa û xelasbû.

Wê bidome…

M. ‘Abdussamed YALÇIN

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -3
Ê Li Pey Lêkolînek li ser kitêba Mes’ûd Barzanî -5

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.