NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E

Article

REÇETA KURDAN 28

HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE

NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

S: - “Hinik ehkamên şerî’etê mesela ‘elaqa wan bi wezîfeyên walî re hene.” Îja ku walî ğeyrîmuslim be wê çewa be?

C: - “Ji niha û pê ve ê ku xelîfetiyê bizzerûre temsil dike meşîxeta Îslamîye ye (û rêkxistina Diyanetê ye). Meşîxeta Îslamîye jî hem qedirbilind e hem pîroz e hem ji seltenetê cuda ye hem jî qontorlker e li ser dewletê.” Yanî şeyxulîslamtî (û diyanet -ne diyaneta dewra cumhûriyetê-) mekanizmaya qontorlê ye, nahêle kes ji şerî’etê derkeve, wî kesa walî be jî di bin qontorlê de ye.

“Îro ê ku hakim e ne şexs e, fikra gişti ye” a Îslami ye. “Ji ber vê, lazim e emînê fetwayê jî ji vî cinsî be.” Yanî çewa ku hakim ne ferd e cema’et e, ê ku fetwayê bide gerek ew jî şexsê me’newî be. “Ha de îja emînê vetwayê ji bo vî hakimî, yanî ê ku ciyê fetwayê ye, sazkirina mecliseke ‘ilmi ye. Ev meclis ji çil pêncî kes ‘ulemaê muheqqiqê çar mezheban wê were wucûdê.  Û ev meclisa ku şexsê me’newi ye, wê ji şexsê me’newiyên din re emîndariya fetwayê bike.” Vê meclisa ulema wê li gora ‘eqlê xwe hukum nede, wê li gora şerî’etê fetwa bide, saziyên dewlety din jî wê pê ‘emel bikin.

“Gere hakim û miftî ne ji cinsekîbin” yanî yek ferd be ê din jî şexsê me’newî be “wê ji zimanê hev fêm dekin. Û çimkî ferdeki tenê nikare şexsê me’newî bixapîne û nikare di fikrê wî de wî ronî jî bike.” Piştî ku heyetek bi vî şeklî di meqamê qontrolê de ye, ğeyrîmuslim bibin walî jî bibin qaymeqam jî nikarin zirarê bibin kesî.

S: - “Ji berê ve em dibhîzin, tê gotin ku hinik jontirk mason in, zirarê didin dîn.”

C: - “Îstîbdad, yanî zordestî ji bo ku xwe li pîya bide sekinandin di ‘eleyhiya terefdarê hurriyetê de van gotinan bela dike. (Çewa ku mesela; ev bîst û pênc sale kesê ku zordestiyê dikin di dema îqtîdara partiya bitene (CHP) de, ji kesên dindar re dibêjin «murtecî’» û dîndaran bi îrtîca’ê îtham dikin, bi quweta dewletê zulmê dikin û mahiyeta xwe ya heqîqî yanî îrtîdada xwe vedişêrin, ji bo ku murtedîya xwe veşêrin ji muslumanan re dibêjin «murtecî’». Em jî dibêjin «hûn ji me re dibêjin murtecî, em jî ji we re dibêjin murted»)”. Yan na ew tev ne mason in, terefdarê zordestiyê ji qestî van gotinan bela dikin.

“Laûbalîtiya hinik jontirkan di dîn de jî quwwetê dide vê wehmê. Bes hûn emîn bin meqseda wan (ê ne mason) ne zirardayina dîn e. Belkî meqseda wan temînkirina selalmetê ye, bes hinik ji wan li hember te’essuba sar in ku ne layiqî dîn e, di cahilan de dibînin, bi şeklekî dijwar mudaxele dikin.”

“Dêmek ê ku ji hurriyet û meştûtiyetê re xizmet kirine yan jî ê ku vê hereketê meşrû’ dibine hûn ji tevan re dibêjin jontirk. De îja qismik ji wan fedaîyê Îslamê ne.” Di ber dîn de canê xwe didin lê hûn vana na ‘ecibînin. “Hinik ji wan jî fedayîne ji bo selametiya ummetê.” Ew bi xwe ne ehlê teqwayê ne lê ğaya wan xelaskirina milletê musluman e. “Di nav wan de ê ku merkeza heyatê ye û navoka wan e û ku pirrê wan ne mason in îttîhad û tereqqî ye. Û bi qasî van ‘eşîrên we ulema û meşayix di nav jontirkan de hene. Di nav wan de hinik bê edeb û hinik masonên gelek sefîh jî hene. Lakin ev jî ji sedî deh in. Ji sedî not, ê wek we kesên ehlê ‘eqîdê û musluman in. Hukum jî jixwe ê pirra ye.” Madem hukum di destê piran de ye hûn jî teva bi hev re sûcdar nebinin. Bes sed mixabin ew ji sedî dehên xerab ji safîtî û hamîtmîtiya me îstîfade kirin û li ser notî ğalib derketin. Taîfa xeraban li serê ummetê bû bela.

“Dibêjin «xemla çavê razîbûnê, nêrîna xweşik û bi lutf û şefqet e. Nûra dilan jî nermiyû merhemet e. Di hedîsa qudsî de dibêje: ‘Ebdê min bi çi hawayî min nasbike ezê bi wî hawayî pê re mu’amele bikim. Kesê ku ji vê hedîsê ronaya xwe bistîne wê were sewqkirin bi bal muwaffeqiyetê ve û ber bi heqîqet û dilşadiyê ve wê bilind bibe.»”

“Husnû zenn bikin, zûê zen zirarê hem dide we hem jî dide wan”

S: - “Suê zenna me çima wê zirarê bide wan?”

C: - “Çimkî hinik ji wan, her wekî we, bê ku tehqîq bikin, bi teqlîdê xwe bi Îslalmi ve girtine. Zahirê wê tenê dizanin. Teqlîd jî bi şek û şubhan diçire, ji hev dikeve. Ew çax dema ku we ji yekî re got; «bêdîn», ne xasim jî ku vî kesa di dîn de bi ser re be, yan jî hişê wî bi meselê felsefî belawela be, îhtîmal heye ku vî kesa di xwe de têkeve tereddudê. Dibe ku weswese jê re çêbibin û bêje; madem riya ku ez pê de diçim ne Îslam e, de hema çi dibe bira bibe. Û ‘înadê bike û dest bi heyateke ziddê Îslamê bike.”

“De îja ey gelî bê însafan, hûn dibênin ku çewa hûn dibin sebebê delaleta hinik kesên bê çare. Ku merev ji yekî xerab re dibêje; «tu baş î, tu baş î» ew kesê xerab baş dibe. Û ku merev ji yekî baş re dibêje «tu xerab î, tu xerab î» ew kesê baş dibe xerab. Ewêya gelek caran waqi’ bûye.”

S: - “Çima?”

C: - “Em ferz bikin, dibin hinik însanan de xerabî hebin jî gerek merev hucûmî ser wan xerabiyan neke. Çimkî gelek xerabî hene çiqasa dibin perda başiyê de bimînin û çiqasa ew perde neçire û çiqasa merev hay jê nemine ew xerabî mehdûd dimîne, zêde nabe, hepskirî dimîne û dernayê derve. Û xudyê wê xerabiyê dibin perda mehcûbîyet û heyaê de li îslahkirina xwe dixebite. Lakin çi dema ku perde çiriya, heya tê avêtin. Ku merev hucûmî ser xerabiyê dike xerabî pir pîs bela dibe.”

Xerabî ku veşartîbin wiha ye. lazim e ku bi hîkmet û li gora ‘eqlê însanan merev bi wan re mu’amele bike. Musluman ne mus’ûl in ji xerabi yên veşartî. Kesê ku xerabiya wî veşari ye merev jî gerek bi dizî xerabiya wî jê re bêje. Ew çax îslahbûna wî kesî bêtir tê hêvîkirin. Feqet ku xerabî ‘elenî be gerek ‘elenen bi wê xerabiyê re were mucadelekirin. Ehlê heq û ‘edaletê ku ‘elenen bi xerabiya ‘elenî re mucadele nekin wê xelk bêje qey vêya ne xerabi ye. Loma ku hedîsa sehîh dibêje: «Kesekî ji we ku xerabiyekî dît bira bi destê xwe wê biguherîne…» Hedîs dirêje.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.