MEHA SIBATÊ, MEHA ŞEHADETÊ

Article

Atif Xoceyê Îskîlîpî

Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê wiha diyar kir:

“Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin.”

Atif Xoceyê Îskîlîpî yê ku di dîroka Tirkiyê de xwedî kesayetekî Îslamî bû dema ku serî li ber pergala Kemalîst netewand hat îdamkirin.

Di Medresa Fatîhê de miderristî kir. Xoceyê ku perwerdehiya xwe di Zanîngeha Daru'l-Funûnê domand ji beşa Îlahiyatê mezûn bû.

Xoce di vê pêvajoyê de kêmasiyên medrese û miderrisan wek rapor amade kir. Kesên ku ji raporê aciz bûn giliyê wî kirin. Atif Xoce ji teref Şêx’ul Îslam Mehmet Cemalettîn Efendî ve surgunê Bodrumê û dûvre jî Kirimê hat kirin. Piştî ku cezayê wî qediya vegeriya Stenbol.

Dûvre di kovarên bi navê Beyan’ul Hak û Sebîlurreşad de maqale nivîsand. Atifê Xoceyê ku bûbû hedefa kesên Îttîhadê diparêzin di 31ê Adarê de ji ber nivîsekî ya ku di kovarê de nivîsîbû hat girtin. Lê ji ber ku bê sûc bû hat berdan.

Xoce bal dikişand ku hewesa Xerbê pirr çewt e. Xoce Atif pirtûkekî bi navê ‘Frenk Mukallîtlîgî ve Şapka’ weşand. Di pirtûka ku ji 32 rûpelan pêk dihat de hewesa Xerbê rexne dikir.

Ev pirtûk sal û nîv beriya Qanûna Şewqê ya ku di 1ê Mijdara sala 1925an de hatibû pejirandin hatibû weşandin. Xoce bal dikişand ku wergirtina cil û bergên wekê Xerbê gor çanda Îslamî nîne. Dûvre hedîsa Pêxember (as) a “Kesên ku hewl bidin bişibihin qewmekî ew jî ji wî qewmî ne” wek çavkanî vê hikmê dabû. Dûvre ji ber Qnûna Şewqê gelek kes van nûsxeyên di destên xwe de mecbûr man îmha bikin.

Pîştî ku qanûn derket Xoce beriya herkesî di 19ê Berfanbara 1925an de bi hinceta ku mixalefetî ji Qanûna Şewqê kiriye sewqî  Enqerê hat kirin û di Mehkemeyên Îstîklalê ya Enqerê de hat darizandin. Dûvre cezaya îdamê jê re hat dayîn di 4ê Sibata 1925an de hat îdamkirin.

Xweda wî û hevalên wî yên ku bo oxira dînê Îslamê canê xwe feda kirine bi rehma xwe şa bike.

Îmam Hasan El Benna

 “Muhebbeta biratiyê biparêzin lewra çek û mihîmatên we ev in”

Di meha Sibatê ya ku wek “meha şehadetê” tê wesifandin de dema ku dîrok 12ê Sibata 1949an de da nîşan li Misrê Hasan el Benna ji teref Îngîlîz û hevkarên wan û di 12ê Sibata 2008an de jî li Sûrî Îmad Muxnîye di êrîşa ku ji teref sîyonîstan ve hat lidarxistin de şehîd ketin.

El Benna dema xwendekarê 3 yemîn a navend bûye bi navê “Cemîyeta Exlaq û Edeb” saziyekî saz kiriye û ji kesayetên girîng re name şandiye. Di nameyan de diyar kiriye ku li dijî kesên xerab ên di nav civakê de û li dijî heramî tekoşîn were kirin.

Hebûna li vir a dabirkeran gelê li vir bandordar kiriye. Terza jiyana Xerbê hêdî hêdî di nav civakê de cî digire. Hasan El Benna dibîne ku gel jiyanekî ji Îslamê dûr dijî. Ji bo vê yekê El Benna rehet nebû û ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike ranediza. Hasan El Benna dema ku qala xatireyên xwe yên van rojan dike wiha diyar dike: “Xweda zane ku me gelek şevên xwe ji bo ku em derdên Ummetê çareser bikin derbas kiriye. Ji bo ku em rewşa Ummetê tehlil bikin û derdên wê ji holê rakin em çi qas fikirîne. Carinan ji ber bandora vê yekê em girîn.”

El Benna bi vê telaşê bi 6 hevalên xwe re şevekî hat cem hev û saziya bi navê Îhvan-i Muslîmîn (Birayên Misliman) saz kirin. Bi hevalên xwe yên cefakar û fedakar ji bo ku Îslamê teblîx bike çû qehwexaneyan û ji însanên ku wextên xwe li wir derbas dikirin re qala xweşikahî û cîhaniya Îslamê dikir. Eleqeya gel ji van axavtinan re zêde bû.

El Benna gund bi gund, bajar bi bajar digeriya û qala Îslamê dikir. Saziya Îxvan di demekî kurt de di serî de Qahîre li gelek herêman belav bû. El Benna piştî ku çû Qahîrê navenda giştî ya Birayên Misliman jî di Cotmeha 1932yan de li wir vebû. Her wiha li Filîstîn, Sûrî û Lubnanê jî şaxên saziyê vebibûn.

Dema ku gelê Filîstînê li dijî dagirkeriya Îngîlîz serhildan kir Birayên Misliman xwedî li doza Filîstînê derketin. El Benna piştî peymana ku di sala 1936yan de pêk hat name ji lîderên siyasî, rêber û rêzanan re şand. El Benna diyar kir ku pirsgirêka Filîstînê pirsgirêka Ummetê ye. Ji bo ku şer bikin micahît şand Filîstînê. 

Hikûmeta Misrê ya ku pêlîstoka Îngîlîzên dagirker bû heraketa Îxwanul Muslîmîn neqanûnî îlan kir. Di encamê de dest bi astengkirina xebatên teşkîlatê kir  û ji bo teşkîlatê ji holê rabike bi zexteke mezin digel temamê îmkanên xwe seferberî îlan kir.

Ferdên teşkîlatê yek bi yek girtin û gelek îşkenceyan li wan kirin û dû re jî wan xistin girtîgehê. Hesen el-Benna di 12ê Sibata sala 1949an dema ku êvarî diçû mala xwe  sûîqest lê hat kirin û wî şehîd kirin. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn a ku ji teref Hesen El-Benna ve hatibû damizrandin li çar aliyê cîhanê belav bû. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn  gelek rêber û rêzanên mîna Seyyîd Kutub, Abdulkadir Udeh û Zeynep Gazalî perwerde kir û  temela HAMASa Hareketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê avêt.

Hinek pend û şîretên ku Hesen El-Benna kirine

- Dînê Îslamê ji azadî, xweserî û ji hakimiyetê hindiktir bi tiştekî din razî nîne.

- Desthilatdariya Mislimanan ne menfeat e; xizmet û fedakarî ye.

- Wargeha Mislimanan a li cîhanê ne efendîtî ye; mertebeya mamostetiyê ye.

-  Em hudûd û sînorên welatên xwe bi bawerî û îmanê xêz dikin.

- Divê ji bo Mislimanekî xayeya  herî mezin a ku pêwîst di hedefê de be qezenckirina rizaa Xwedê be.

Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye: Îmad Muxniye

Îmad Muxniyeyê ku bi navê Hecî Ridwan dihat naskirin di sala 1962an de li bajêra Sûrê ya Lubnanê ji dayik bû. Muxniyeyê ku ewladê malbateke cotkar bû  xwendina xwe ya destpêk, dibistana navîn û lîseyê li mektebên Lubnanê qedand.

 Muxniye cara ewil di 15 saliya xwe de ango di sala 1977an de hareketa berxwedanê nas kir. Muxniye çû cem Enîs Naqqaşê ku zilamê aksiyon û fikran e û jê teleba perwerdehiya eskerî kir da ku li dijî Îsraîl mucadele bike. Naqqaş di wan rojên ku ev teleb jê  hat kirin di nava Hareketa Fetîhê de têdikoşa.

Di sala 1982an de ji ber ku rejima îşğalker Lubnanê îşxal kir Hareketa Fetîhê ji Lubnanê veqetiya. Ji ber vê yekê Muxniye di sala 1982an de  tevlî Hareketa Emel a ku di pêşîvanî û rêbertiya Dr. Mustafa Çamran û Musa Sadr de hat damizrandin bû. Muxniye  di warê eskeriyê de pir jêhatîbû.

 Muxniye di navbera salên 1982 -1985an de karê muahfezekirina Muhammed Huseyîn Fadlullahê ku lîderê ruhanî ya Hîzbullahê Lubnanê bû bi rêve bir  û dû re jî ji ber jêhatîbûna wî ya plankirin û serkarî kirina li qadên herbê beşdarî operasyonên taybet ên Hîzbullah bû û di van operasyonan de wek mesûldar wezîfe girt.

Îmad Muxniye heta 25 salan ji teref sîxurên CIA û Mossadê ve li 42 bajêran hat lêgerîn. Hinek çavkanî dibêjin ji ber vê yekê Muxniye çend caran neqla rû bûye. Muxniye di van 25 salan de şev û roj ji bo zafera li dijî  Îsraîlê xebitî. Heyamekî DYA destnîşan kir ku ew ê ji wan kesên ku cihê Muxniye bibêjin re 25 milyon dolar bidin.

Îmad Muxniyeyê ku  wek ‘Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûbnebûna Îsraîlê aniye’ dihat naskirin  piştî çendîn salên ku bi mucadele derbas bûn re di 12ê Sibata 2008an de li Şamê di êrîşeke bombeyî de hat şehîdkirin.

Kulîlka Berfa Sibatê: Malcolm X

Malcom Xê ku navê wî ya rastî Malcolm Lîttle ye di sala 1925an de hat dinyayê û bavê wî keşeyekî bi navê Ear Lîttle bû. Malcolm X di heyameke ku li Emrîka li dijî reşikan êrîşên nijadperest zêde bûn de hatibû dinyayê ku dema ew 5 salî bû ji van êrîşan êrîşek li mala wan hat kirin. Di encama êrîşê de mala wan hat şewitandin, bavê wî hat qetilkirin, diya wî aqil avêt û wê li nexweşxaneya dînan razandin. Piştî vê heyamê Malcolm X dan êtîmxanê. Malcolm Xê ku li êtîmxanê dest bi perwerdehiyê kir di 15 saliya xwe de dev ji mektebê berda û  çû bajêra New Yorkê. Malcolm Xê ku li Harlemê tevlî karên dizî û firotina tiryakê bûbû di sala 1946an de  ji sûcê dizîtiyê hat girtin.

Malcolm X li girtîgehê hareketa Milleta Îslam (Nation of Islam) a ku nijada reşikan diparast nas kir û li wê derê bû Misliman. Di sala 1952an de ji girtîgehê derket û lîderê vê hereketê Elijah Muhammed nas kir. Bi şikleke çalak xebitî û di nava rêxistinê de bû ji wan navên ku herî zêde tên naskirin ku ji ber vê yekê FBI dest teqîbkirina wî kir.

Malcolm X zen dikir Xiristiyanî dînê spiyan û dînê Îslamê jî tenê ya reşikan e. Ji bo ku wek xizmetkarê bênav a doza xwe bê naskirin dest bi bikaranîna paşnavê Xê kir. Nêzî 12 salan konferansên cûrbecûr da.

Peyder pey ji ber fikrên xwe kêfa Elîjah Muhammed jê re nehat. Piştî demekê ji tevgera Ummeta Îslamê veqetiya û rêxistineke bi navê Mizgefta Misliman saz kir. Dû re jî pêwendiyên xwe yên bi welatên Efrîkayê re xurt kir û rêxistineke ne dînî ya bi navê Yekîtiya Afro-Emrîka damizrand.

Malcolm Xê ku di meha nîsana heman salê de ji bo heccê çû Erebîstanê dît ku reşik, spî û her însanên ji qewmên din li ba Xweda wek hev in û ev tev de ji Xweda re evditiyê dikin û serdestiya rastî ya di Îslamê de bi teqwayê ye. Piştî ku vê yekê fêhm kir dev ji fikrên xwe yê berê berda.

Malcolm X di debrarê vê yekê de hest û ramanên xwe di nameyekê de ji hevalekî xwe yê li Emrîkayê re wisa anî zimên: “Ev heca ku min  li bajarên herî muqeddes kiriye ji bo min bû tecrubeyeke taybet. Her wiha bû wesîleya lutfên ku min qet hêviya wan nedikir û nedihatin xewn û xeyalên min.”

Malcolm X di nameyê de diyar dikir piştî ku wî Mekkê ziyaret kiriye rêya xwe ya şexsî a ruhanî û girîngiya Îslamê çêtir derk kiriye. Dûvre wiha destnîşan kiribû: “Di alema Mislimanan de kî Îslamê qebûl bike û eleqeya xwe ji sipîbûn an jî reşbûnê bibire bes wek însan tê naskirin. Lewra li vir însan bawerî anîne ku Xweda yek e û însan jî yek in. Hemî mensûbê malbatekî ne…”

Malcolm X, piştî ku ji Hecê vedigere navê xwe bi el-Hac Malîk el-Şahbaz diguherîne û li DYEyê beşdarê civînên ku ji teref Mizgefta Mislimanan û Rêxistina Yekitiya Afro-Amerîkanê dibe. Li vir qala Îslamê dike û bal dikêşe ser mijara ku Misliman li dijî nîjadperestiyê ne.

Lê helwest û xebata Malcolm X ên nû rêxistina nîjadperest a kevin a hereketa “Umeta Îslamê” aciz dikir. Malcolm X, êdî dihat tehdîtkirin. Êrîşa bombeyî li wesayîta Malcolm X hat kirin. Ew ji vê êrîşê bê zerar xelas bû. Piştî demekî dirêj mala wî hat şewitandin.

Malcolm X, di 21ê Sibata 1965an de dema ku di konferansa li Salona Audubona li Manhattanê de diaxiviya êrîşa çekdarî lê hat kirin. Di encama êrîşa ku 21 gule îsabetê wî kir de Malcolm X hat şehîdkirin.

Malcolm X di axavtinên xwe de her tim wiha diyar dikir:

"Demokrasî durûtî ye;

Heke demokrasî azadî ye çima însanên me azad nînin.

Heke demokrasî wekhevî ye çima em wekê hev nînin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Qetlîama Rebî’ayê Di Sala 5emîn De
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.