Navê Te Zînet...

Article

Çi dema min navê te bi tenê li ğerîbîyê hilda, 

Derya di dilê min de bûn mewcû pêl. 

Ez 'elimandîyê zîndana me, ji dest Zuleyxa ya bengî.

Kengî ez navê te hildim, ji asîmanê cergê, lehî dirije ser mijankê şikestî.

Dengê Tûr heye, di pişt parzemîna tê bihîstin.

Car din em derbas bin di Qulzemê, de ka were.

Gul, her dem xizanê dilxweşîyê ne li bende bulbulê reng qemerî.

Çûna hudhudê berze gulîstana min hedimand. 

Textê Belqîs a Seba te vegirt di dilê min de. 

Ba û bahoz di zîvirin li dor dil tînoşê Zemzemê

Yek şefa'et bes e ji sitûxwar û mestanê rojhilat re.

Ez im ketîyê navê te yê ji malek zadegan û maqûl.

Bi azadîyê tê bihîstin, bi mazîyek çal û belek hatî nivîsandin.

Ki heye min derîne ji tarîstana ğurbetê.

Hêsîrim, destê min di qeydê de, belê vekirîne tim li du'ayanê bûkanî.

Ji lêvê min nîyaz di barin ji boy nêrgiz û binefşa.

Navê te Zînet...

Di borî li ber çavê min her êvar bi huznek esmer e. 

Ez xeyal dikim zulûmat, li ser sênga min ji zengê yek xencer e

 

Di xemilîne navê te sibeh û êvarên gund û bajar, 

Dike gazî çavê te li min, şikand çok û ruh ji min bir.

Tilyê te her yek tîr in li kevan nîşan girtî li mereza min.

Tu car min nedî rewşena te, tarîstane hundur. 

Bi çavê dinê ne bû nesib awirê te tîrij bide birîna min. 

Xanî divê çîroka Mem, ew e hikayeta ketîyan. 

Dibêtî meqbera min li bin sîya şaxê te bi sitire. 

Malbata te mîr û ser in, min got tu bi 'eslû feslî, hem zadegan 

Navê te Zînet...           

Di herike ji kanîya îftîxarê, li min nefes û heyat û Kewser e,

Cahê bi navê te bû navdar, zelil in li ber, Kîsra û Rûm û Qeyser e 

 

Her xet û rêz, cumle di herikin bi alî te ve.

Zuhre ye dagera min li hêla te, ez meftûnê şewata her tîrijan. 

Pênc wexta ez di helim ji banga Bîlalî re, 

Ez im şikestîyê navê te. Ji ezel tê nalîna min. 

Brîndarê leylana te me, ez Ferhad im navê te Şîrîn,

Teht û çîya lerizîn her ku min navê te hilda,      

Zelzele rabû di bextê min de, tali’ê min hat mor kirin. 

Navê te Zînet,

Memo, gernas bû di qada 'eşqê de.

Çi dema bala te biser ket, lerizî, hedimî ji hicranê.

Di tirsim te di bîr bînim Zînet!

Tavî li hev di civin, brusik di çavê min de hevc û pêt didin. 

Di setranca ‘eşqê de min hebûna xwe hunda kir.

Kirasê Yûsûf li nav milê min. Ji kûr dernayê hewara min.

Ji ava zîndanê min vexwar, bê hiş im, kul û keder ji min di bare.

Sal û zeman dewr bûn ku ez û mirinê bi hev nas in. 

Navê te Zînet... 

Firqet û cuda bûn di 'eşqê de ji agir, sivder e

Roj li min 'asê bûn, li gazîya te ruhê min şevder e.

 

Reşbelekên ser rûpelê te digerînin min li keskesora,

Feqîyê Teyra bi avê de berda qesîde bê ğem. 

Zembîlfiroş, dilê hesinî, revî ji bedewa qesrî. 

Cezerî ez bê can xistim li Serhed û Botan 

Ne Dîclew Firat sertêr dikin dilê şewat, 

Ne xûna Yehya ava dike Şam û Heleb û Beğdat.

Bi sitranan li benda Şêx Se’îd di nihirim bê hêvî û mefer

Xewn û xeyal min bende girtin bi dûr û dewrana 

Kihêlek sor di beze her şeveq li dorhêla min

Ala serfirazîyê hildigre dildarê rojhelat.            

Çeng û milê Nebyê Emîn li Bedra namîdar di bînim. 

Poşî kesk in ji asîman berjêr dibin bi hezara. 

Asteng û peşka gihîştinê bi abû rû ketin xwar yek bi yek.

Li qadê di nalin şûr û mertalê Calût

Ji çenga te rêz dibe Zebûr bi dengê Dawûdî

Xemişî, bêhn da laşê kîn û hesed û çav nebarîyê.

Navê te Zînet... 

Bazikê 'Cibrîl di xewnê de herişand kelha jahrê seranser e. 

Zulfîqar hejîya li hember zulmê, xera bûn hemî sêr û Xeyber e

 

Sitrana Mehdî guhdar dibim ji daheristina payîzek rawest.

Banga ‘Îsa ji semawî nazilî zemînê întîzarê dibe li kêferata mehşerî.

Ez girê didim li ‘enya te xomçeya nîşanê

Bi Kerbelayê sutyê xwe ‘hine dikim. 

Tu destê xwe dirêj dikî bi bal destê min de.

Tebessum dikî, ew dem defin dibe keder û ğerîbîya min di xemzeyên teyê nazenîn de.

Erê, çile ye, wê bihar were lew, ewê vebin kulilikên di nîv agirê Nemrûd de.

Bi xemlînin sosin û rihan û nesrîn deşt û zozan 

Ez navê te di qîrim ji can û dil, 

Navê te Zînet...

Hemze ê 'egît, mêrê meydan te distînin, ne xasim 'Elî Heyder e

Cîhan ser û bin navê te tê hildan, weşine li Gerdûn tekbîr ê ELLAH Û EKBER E

 

Xewn û xeyalên reng biharî naşkînin şewata brîndarê lêketî Zînet!..

Hê jî di rûpel û sûretê kevn de digerim ez li nezera tey ebedî.

Ser xemzeyên te di nixumînim bi pêjnek çilmisî ji xutkamîya xwe.

Ji dîroka kevna, di bîra min de çend rêzê hedirî man pê tesellî dibim.

Ne xwunava sbeha awaz û qêrînê min şên dike, ne bayê samî qudûm dide çavê min.

Ax Zînet...       

Bi bazikên şikestî, weka ‘aşiqên bêhêz bi çîyayê Qaf de arezûyan hildikşînim.

Di nav perê Zumrut de zîlanek di nivîsim li ser te bi ‘eşqek qedexe.

Ez mehrûmê te ji sîh û sitavan seraba temaşe dikim.

Di banê min de şop û dengê karwanê rojê derbas dibe bêpayan.

Di e’rafa ‘eşqê de culûsa li heyûlayê nabe tac û  text.

Ev aheng e dibhîzim, her sibeha nû dest pê dike, dixwazim bite bikim êvar.

Her şev dekkê îblîsî dolaba dixin sutyê min, ez bi kabûsa di fetisim ew hal.

Qêrîna min YEMEN e, awaza min HELEB.

Qirik û gewrî li min zuwa bûn, hewara min fetisî di kûrana xusûmetê de bi zordestî.

Betilîm, dilê min çû ava.

Ewqas peyv û bêje besin ez bi navê te re bezîyam di hemî astenga de.

Navê te Zînet...

Navê te xemlan e, cismê te zêrîn

Sukûta xwe bi şi’rên zîv di helînim nîvê matemê.

Resmê te xeyal dikim, lorikan di barînim, Navê te dibêjim.

Hişk bû bağê Îrem ji tunehîya te

NAVÊ TE ZÎNET...

Ne Zulqerneyn bê te temaşe kir 'alema ekser e

Ne dibim xwedî rûmet ger bibim Herkul û yan Îskender e.                  

Ferhengok


Qulzem:        Kızıldeniz

Bengî:           ‘Aşiq (Aşık)

Berze:           Winda

Tînoş:           Susamış

Parzemîn:     Kıta

Cerg:             Kezeb 

Zadegan:      Asîl

Binefş:          Menekşe

Çal:               Alaca

Zuhre:           Venüs

Hevc:            Pêtî (alev)

Sivder:          Eşik

Dorhêl:          Ufuk

Asteng:         Engel

Arezû:           Arzu

Daheristin:    Dökülen

Xemze:         Gamze

Xutkamî:       Bencil

Hedirî:           Xapîn

Xunav:          Sağanak

Leylan:          Işıltı

Qedexe:        Yasak

Bêpayan:       Ebedî


 

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê Konê Ummû Ma'bed
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.